Cenazeyê Fermandarê Gîştî yê Meclîsa Leşkerî yê Cerablusê Ebdulsetar El-Çadir ê bi destê mîta Tirk hat şehîd xistin û şervanê YPG’ê Adar Rojda û Rûbar Amed ên di operesyona Minbicê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hatin oxirkirin.
KOBANÊ – ANF
Ji bo wergirtina cenazeyên hersê têkoşeran bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, Girê Spî û herêmên din ên hawirdora Kobanê, tevî endamên Saziyên Civaka Civîl û nûnerên Rêveberêya Xweserêya Demokratîk li pêşiya nexweşxaneya Leşkerî ya Kobanê hatin cem hev. Girseya gel ji vir cenazeyên Fermandarê Gîştî yê Meclîsa Leşkerî yê Cerablusê Ebdullsetar El-Çadir û her 2 şeranan, Adar Rojda û Rûbar Amed ên ku di operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dabûn de, wergirtin û ji vir bi konvoyekî bi sedan wesayîtan berê xwe dan goristana Şehîd Dicle ya li gundê Termik.
Dema ku cenazeyên hersê tekoşeran gihiştin Goristana Şehîd Dicle girseya gel ku wêneyên tekoşeran, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên QSD`ê û TEV-DEM`ê hildabûn,tevî şervanên azadiyê darbesta hersî tekoşeran hildan ser milan û birin qada goristanê.Li vir merasîmê bi toreneke leşkerî yak u ji aliyê şervanên Erka xweparastinê ve destpê kir.
Piştre li ser navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kanî Kobanê, li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Cereblûsê Mihemed Çadir, Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen û Cîgirê Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Xalid Berkel axivîn.
Kanî Kobanê diyarkir ku bi şehadeta tekoşer Ebdulsetar gava yekemîn a rizgarkirina Cereblûsê hat avêtin û wiha got: “ Di operesyona Mibicê de roleke mezin a Şehîd Fermandar Feysel Abû Leyla Hebû û ji bo wê jî şehîd bû.Tekoşer Abdullsetar jî bi xwîna xwe bingeh azadiya Cereblûsê danî û gava yekemîn a zadkirina Cereblûsê avêt.Her deverek ku çeteyên DAIŞ`ê li wir hebin, em ê şer ê çeteyan bikin û wir ji çeteyan rizgar bikin.“
Ismet Şêx Hesen destnîşankir ku paqijkirina Minbicê ji çeteyan li gorî berjewendiyên dijminê Sûriyeyê bû û wiha axaftina xwe domand: “ Em bejana xwe li hember şehîdên azadiyê û Sûriyeyê ditewînin.Aliyên ku dixwastin Sûriye xerab bikin. Îro gavên qirêj davêjin.Yên van gavan davêjin, Erdoxan,Rêjîma Baas, Siûdiye, Qeter û Berzanî ne.Duh Berzanî derbasî Tirkiye bû. Îro jî Erdoxan derbasî Cerblûdê bû.Em ê ti carî gavan paş de navêjin û em roj bi roj gavan pêş ve bavêjin. Em soz didin gelê xwe ku me çawa Minbic paqij kir. Em ê Cereblûd û Babê jî paqij bikin.“
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerblûsê Mihemed Çadir sersaxî ji Meclîa Leşkerî ya Cereblûsê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), YPG/YPJ`ê û malbata tekoşeran re xwest û ev tişt wiha anî ziman: “ Em her roj ji bo vî welat û gelî şehîdan didin.Weke ku Kobaniya dayîk tekoşer Abû Leyla hembêz kir. Îro tekoşer Abdulstar jî hembêz dike.Tekoşer Abdullstar soz dabû ku ew ê rêya tekoşer Abû Leya bişobîne. Ew îro di rêya wî de şehî bû û soza xwe pêk anî.“
Çadir di dawiya axaftina xwe soz da ku ew ê rêya tekoşer Abdulstar bişopînin û bajarê wî Cerblûsê rizgar bikin.
Cîgirê Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Xalid Berkel diyarkir ku di 5 salên temên raperîna Sûriyeyê de, avakirina sîstema Rêveberêya Xweser, pirojeya hevbeş a biratiya gelan, rêxistinkirina civakê,ragihadnina Fedraliya Rojava-Bakurê Sûriye û rizgarkirina Minbicê di operesyona Şehîd Fermandar Feyesel Abû Leyal hişt ku hêzên desthilatdar nerazîbûna xwe nîşan bidin û got ew bejana xwe li hember tekoşeran û parêzvanên rûmetê ditewînin.
Berkel bi lêvkir ku pirojeyan wan pirojeya demokrasiyê,wekheviyê û ya pêşeroja Sûriyeyê ye û wiha pê de çû: “ Em soz didin ku wê serkeftin para pirojeya me be.Wê ti car gav ji serketinên ku hatine bi destxistin, paş ve neyê avêtine.“
Piştre wesîqeya şehadetê ya hersê tekoşeran ji aliyê Endama Saziya Malbata Şehîdan Roceng Hec Kerho ve hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên hersê tekoşeran li Goristana Şehîd Dicle bi dirûşmeyên dilsoziya bi tekoşeran re spartin axê.