BI DÎMEN

Fermandarê HSD'ê Çelê: Pêngava Şedadê wê pişta DAIŞ'ê bişikîne

Fermandarê HSD'ê Çelê diyar kir, ku pêngava Şedadê wê pişta DAIŞ'ê bişikîne û bigihîne ber tinebûnê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li hemberî yek ji navendê leşkerî yên stratejîk ên çeteyên DAIŞ'ê Şedadê, bi navê "Hêrsa Xabûrê" dest bi operasyonê kirin.

Fermandarê HSD'ê Simko Çelê der barê pêngava Şedadê de bersiv da pirsên me...

Ev pêngava sêyemîn e ji aliyê HSD'ê ve hatiye destpêkirin. Ya yekemîn li Holê, ya duyemîn ji bo rizgarkirina Bendava Tişrînê bû. Pêngava sêyemîn ji bo HSD'ê tê çi wateyê?

Weke ku we jî anîn ser ziman, ji bo parastina Hesekê ev pêngava me ya sêyemîn e. Ev pêngav wê bibe pêngava qedandina DAIŞ'ê li Kantona Cizîrê û derdora Hesekê. Pişta DAIŞ'ê wê li vir bişikê. Wê bêhn bê ber Kantona Cizîrê. Bi taybetî, di mijara teqînên li Hesekê de wê bibe tedbîrek.

Bi vê armancê duh bi şev pêngavê destpê kir. Em îro bi qasî 20-30 kîlometreyan bi pêş de çûn. Me ev herêm xistin bin kontrola xwe. Hevalên me hînê jî bi pêş de diçin.

'GEL Û HÊZÊN CUDA BI CIŞ TEVLÎ NAVA REFÊN ME BÛN'

HSD di demeke kurt de ava bû û mora xwe danî binê gelek serketinê girîng. Ev hêza HSD'ê ji ku tê?

Ya rast, HSD xwedî karakterekî navneteweyî ye. Em hêzeke welê ne, ku gelek mirovên demokrat ên ji gelên cuda di bin sîwana me de li hev civiyane. Di dema avabûnê de dijberên me bi antî-propagandayê re hewl dan gumanekê der barê me de biafirînin, lê belê karên me bi cih anîn, ev yek bêwate kir. Gel bi vî rengî bi me piştrast bû û tevlî nava refên me bû. Derket holê ku HSD hêzeke mirovan, gelan diparêze. Gel jî, hêzên cuda jî ev dîtin û bi lez û bez tevlî nava refên me bûn. HSD niha hêzeke gelekî mezin e û ji bo hemû gelên li Sûriyeyê dijîn ava bûye. Gel jî dema ev nêzîkatiya HSD'ê û YPG'ê dît, ev hêz qebûl kir. Êdî dema em dikevin nava gundekî, gel me bi coş û moraleke mezin pêşwazî dike. Dema me dibînin, moralê wan baş dibe. Me hembêz dikin, bi coşeke mezin me hembêz dikin.

Piraniya gelê herêmê Ereb e û we li ser daxwaza wan ev pêngav dan destpêkirin. Gel di kîjan astê de bi we re dibe alîkar?

Bêguman gel alîkariyeke mezin pêşkêş dike. ji ber ku ev pêngav li ser daxwaza wan hat destpêkirin. Gelê herêmê li zilmeke mezin a DAIŞ'ê rast hat; zarokên wan tên revandin, mirovên wan tên qetilkirin. Gel me bi tilîliyan pêşwazî dike. Bêguman alîkariyê didin me. We jî îro şahidî kirin, xwarinê tînin ji şervanên HSD'ê re. Çayê dide şervanan. Herêmên xetere, yên mayinkirî nîşan dide; ev alîkariyên mezin in.

'DOR WÊ LI DAIŞ'Ê BÊ GIRTIN'

Di demeke nêz de wê rêya di navbera Reqqa û Kantona Cizîrê de kontrol kirin. Çi girîngiya vê heye? Wê bandoreke çawa li DAIŞ'ê bike?

Ev pêngav wê rêya Deyr-ez Zor a bi Reqqayê re jî bibire. Bi vî rengî têkiliya di navbera Reqqa û Cizîrê de were birîn. Ev gelekî girîng e. Mirov dikarin ji vê bêjin ku ev ê bibe fînal. Bi vê pêngavê re wê rêyên Reqqa-Deyr ez-Zor û Reqqa-Mûsilê bi temamî were girtin. Bi vê pêngavê re Kantona Cizîrê wê êdî ewle be. Ji Holê heta Tişrînê wê ev herêm were ewlekirin.

Birîna vê rê wê bandoreke çawa li DAIŞ'ê bike?

Bi vî rengî wê dor li Reqqayê hatibe girtin. Ji xwe di xeta Kobanê de jî rê hatin birîn. Bi vî rengî wê bi temamî bê dorpêçkirin. Têkiliya wan a bi Kantonên Cizîr û Kobanê re wê hatibe birîn. Bi vî rengî wê DAIŞ êdî li Reqqayê hatibe dopêçkirin û ji hev belav bibe. Ev pêngav wê DAIŞ'ê hîn bêhtir nêzî tinebûnê bike.