Fermandarê Gerîlayan: Kontrola Şemizînanê di destê me de ye

Fermandarê Gerîlayan: Kontrola Şemizînanê di destê me de ye

Ji fermandarên HPG’ê Kemal Garzan ragihand ku navçeya Şemizînan di kontrola gerîlayên HPG’ê de y e û diyar kir ku herêm ji aliyê hêzên gerîlayan ve hatiye dorpêçkirin. Fermandarê gerîlayan got; “Artêşa Tirk di qerqolê de hatiye hepskirin”.

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Kemal Garzan çalakiyên gerîlayan ên li navçeya Şemizînanê nirxand û diyar kir ku liv û tevgera gerîlayan a li herêmê berdewam dike. Garzan got; “Tevgera ku me li Şemizînanê pêş xistiye, operasyoneke şoreşgerî ye. Dorpêçkirin e. Kontrola herêmê di destê gerîlayan de ye. Bedela wê çi be jî em paş de gav naavêjin. Artêşa Tirk êdî ketiye rewşek wisa nizane dê çi bike.”

Garzan destnîşan kir ku gerîlayan hemû hewldanêna artêşa Tirk bin xistine û got ku rêya Şemizînan-Gerdiyan ji 23’ê tîrmehê ve di destê gerîlayan de ye. Garzan ragihand ku artêşa Tirk hewl dide wendahiyên xwe yên li vir veşêre û bal kişand ku artêşa Tirk li Şemizînanê di qereqolan de hatiye hepiskirin. Fermandarê gerîlayan der barê şer û pevçûnên li herêmê de ev agahî da; “Tevgera şoreşger a ku me di 23’ê tîrmehê de li herêmê daye destpêkirin, heta niha jî berdewam dike. Dewleta Tirk dixwaze vê yekê ji raya giştî ya Tirkiyeyê veşêre. Dewleta Tirk wendahiyên mezin dane. Di vê demê de rêxistiniya dewleta Tirk li Şemizînanê ji hev ketiye. Artêşa Tirk nikare ji qereqol û navenda navçeya Şemizînanê derbikeve. Artêşa Tirk ketiye kevilê xwe, êdî nikare derbikeve. Gerîlayên me her tim bi çekên giran li Tûgaya Şemizînanê, Alaya Garê û qereqolên derdorê dixin. Yekîneyên me yên gerîlayan li hemberî karanîna teknîka zêde çeperên xwe diparêzin. Kontrola xwe ya li ser herêmê berdewam dikin.”

KONTROL DI DESTÊ ME DE YE

Fermandarê gerîlayan Kemal Garzan diyar kir ku operasyonek di bin kontrola gerîlayan de pêk hat û got ku nûçeyên çapemeniya Tirk der barê wendahiyên gerîlayan de didin ne rast in. Garzan ragihand ku bi dehan wendahiyên artêşa Tirk hene û wiha axivî; “Ev hemleyek şoreşgerî ye. Ev tevger ne tenê ji bo Şemizînan tenê ye, herêmên derdorê jî di nav de ne. Her wiha ev yek ne tenê çalakiyek e. Gerîlayên me bi hostatiya di encama ezmûnên çil salan de derketine van çalakiyên bi bandor pêk bînin. Tişta girîng a vê tevgerê ev e; Ev textîkek nû ye. Gerîlayan beriya niha jî çalakiyên bi bandor û berfireh pêk anîn, lê di nava sê du-sê rojan de vedigeriyan baregehên xwe. Lê tiştên ku îro li Şemizînanê diqewimin cûda ne. Gerîlayên me pozîsyonên ku girtine, diparêzin. Niha li herêmê kontrolek bênavber a gerîlayan heye. Bi dehan car daketin ser rêyan. Her tim gule bi ser qereqolên li derdorê de direşînin. Kobra û Skorsky nikarin bikevin herêmê. Jixwe ji bejahî ve kontrol bi temamî di destê me de ye.”

ARTÊŞ DI QEREQOLÊ DE HEPS BÛYE

Fermandarê gerîlayan Kemal Garzan diyar kir ku artêşa Tirk li hemberî gerîlayan de di cihê xwe de asê mane û destnîşan kir ku êdî nizane çi bike. Garzan got; “Nedikare êrîş bike, nedikare xwe biparêze. Artêşa Tirk li Şemizînanê bûye mehkûmê qereqolan. Garzan ragihand ku ev tevgera gerîlayan dê berdewam bike û li hemberî şerê taybet ê dewleta Tirk banga bihîstiyarê li gel kir. Fermandarê gerîlayan got; “Divê gelê me jî bihîstyar û bi rêxistin be. Em bi taybet vê sekna berxwedêr a gelê me yê Şemizînanê silav dikin.”