Fermandarê gerîla Alî Xebat hat bîranîn
Fermandarê gerîla Alî Xebat li Saabruckenê hat bîranîn. Hevalên wî di merasîma bîranînê de qala kesayetiya Xebat a têkoşer kirin.
Fermandarê gerîla Alî Xebat li Saabruckenê hat bîranîn. Hevalên wî di merasîma bîranînê de qala kesayetiya Xebat a têkoşer kirin.
Li bajarê Elmanya Saabruckenê, fermandarê gerîla Alî Xebat (Mehdî Tûnç) ê ji ber krîza dil di 27'ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.
Di merasîma bîranînê de xizmên Xebat, hevalê wî yê dema zarokatiyê Nevzat Aslan, Meleyê Mizgefta Selahaddîn-î Eyyûbî ya St. Avoldê Mele Kasim Ûlûsoy û hevalên wî yên têkoşînê Alîşêr Dêrsim û hemer Êzidî amade bûn.
Dêrsim di axaftina xwe ya li vê derê de bal kişand ser dilnizmî, fedekarî û karkeriya Xebat û got, "Li nava refên gerîla sê hevalan gelekî bandor li min kirin; Şehîd Erdelan, Rustem Cûdî û Alî Xebat. Ji bo min her sê jî kesayetên mînakdar bûn. Ji xwe gerîlayan timî Alî Xebat ji xwe re mînak digirtin. Hevalê Alî Xebat kesayetiya PKK'yî di şexsê xwe de bi cih kiribû û dijiya. Tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî bi fedekarî û karkeriya xwe her li pêş bû."
Mele Kasim jî girîngiya asta şehadetê di Îslamiyetê de bibîr xist û got, "Kurd îro di bin zext û zilmeke mezin de ne. Welatê wan hatiye talankirin, zimanê wan hatiye qedexekirin û tên înkarkirin. Lewma her kesên di têkoşîna li dijî vê zilmê de jiyana xwe ji dest didin, şehîd in."
Aslan jî anî ziman ku di temenê zarokatî heta dema tevlîbûna wî li nava refên gerîla ew her bi hev re bûn û got, "Li Berlînê têkoşîn nas kir û li wir tevlî bû. Li Parîsê di nava xebatê de cih girt. Gelekî karker bû. Ji bo wî cihê betilandinê nebû. Heta sibehan dixebitî. Li hemberî qaçaxçiyên mirovan bi taybetî têdikoşiya. Digot, 'Vana welatê me vala dikin, divê ev bên sekinandin."
Êzidî jî da xuyakirin, ku ew sê xalan di nava refên gerîla de bi hev re man û got, "Di wê demê de bi pêşengiya Orgeneral Çevîk Bîr li hemberî herêma me operasyoneke demdirêj û berfireh hat destpêkirin. Tevî ku gelekî hewl didan, nikarîbûn bi me. Koma me ya ji 100 kesî ya bi pêşengiya Alî Xebat, derbên giran li dijmin xistibû. Vê yekê jî nîşan dida ku Alî Xebat xwedî taybetmendiyeke çawa xurt a taktîkî ye. Gelekî fedekar bû û dihat hezkirin."