Fermandar Ebû Leyla ber bi bêdawîtiyê hate oxirkirin

Fermandarê Tabûra Şems El Şemal û Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Faysal Ebû Leyla bi merasîmek bi heybet ve ber bi bêdawîtiyê hate oxirkirin.

Fermandarê Tabûra Şems El Şemal û Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Faysal Ebû Leyla bi merasîmek bi heybet ve ber bi bêdawîtiyê hate oxirkirin.

Fermandarê Tabûra Şems El Şemal û Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Faysal Ebû Leyla di dema operasyona rizgarkirina Minbicê di 3’ê Hezîranê de birîndar bibû û rakiribûn Nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê, li vir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Fermandar Ebû Leyla  û şervanê QSD’ê Harûn Kobanê, li Kobanê ji aliyê bi hezaran kesan ve bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Girseyê, cenazeyê Ebû Leyla ji Saziya Malbatên Şehîdan hildan ser milan û bi meşekê ber bi Goristan Şehîd Dîcle a li Gundê Termîkê ve ketibûn rê û gihiştin Goristan Şehîd Dicle.

Li Goristan Şehîd Dicle merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de Hevseroka Meclîsa Desteya Sîstema Federaliya Demokratîk a Sûriye û Bakurê Rojava Hediye Yûsûf, Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlhan Ehmed, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Berdevkê QSD’ê Şervan Derwîş, Fermandarê Giştî yê Tabûra Şems El-Şemal Mihemed Ebû-Edêl, Şêwirmenda Rêbeveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê Rûken Ehmed, Serokê Konseya Têkiliyên Derve Îbrahîm Kûrdo û Serokê Konseya Ekonomiyê Fethî Misiro, endam û rêveberên rêxistin û saziyên Kantona Kobanê amade bûn.

Piştî ku girse gihişt goristanê, şervanên YPG/YPJ’ê û Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, merasîma leşkerî li dar xistin. Piştî merasîma leşkerî axaftin hatin kirin.

Fermandarê YPG’ê Cemîl Kobanê di  merasîmê de axivî. Cemîl Kobanê got ku Fermandar Ebû Leyla ji despêka Şoreşê ve cihê xwe di berxwedanê de girtibû û wiha domand: “Kobanê gelek zarokên xwe yên leheng ji şoreşê re pêşkêş kirin. Fermandar Ebû Leyla ji destpêka şoreşê ve, bi lehengî û fedekariyeke mezin, cihê xwe di refên berxwedanê de girtibû. Ew şervanekî ku ji mirinê neditirsiya. Şerek li ku heba ew tê de bû. Mînaka herî ber bi çav jî berxwedana Kobanê bû.”

Paşê jî Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Şervan Derwêş jî axivî û got ku Ebû Leyla bû yek ji nirxên Rojava û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Yên ku Ebû Leyla nas nakin, bila zanibin ku ew ji kesên destpêkê yên ku ji bo parastina gelê xwe û axa xwe, çek rakiribû û li ber xwe da. Wî li Şêxmeqsûd li hemberê rejîma Baas û li Herêmên Şehba û li Kobanê jî li hemberî çeteyan şer kir.”

Her wiha  Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî axivî û got ku gelê Rojava niha şoreşeke li dijî dijminên mirovahiyê li dar dixin û wiha domand: “ Hevalên me jî di oxira serxistina vê şoreşê û avakirina Sûriyeya demokratîk û pirrengî de, şehîd dibin. Ew bi berxwedan û şehadeta xwe ve gelê xwe diparêzin û felsefeya jiyana azad diafirînin.”

Di merasîmên oxirkirinê de her wiha Endamê Buroya Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk Ebdilkerîm Ibêd jî axivî û ev tişt anîn ziman: “ Dijminên gelê Sûriyê her dem hewl didan ku fîtneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de derxin, lê ew bi berxwedana QSD’ê û bi kombûna hemû pêkhateyan li dora wan, ev yek vala hat derxistin.”

Piştî ku axaftin bi dawî bû, cenazeyên her du têkoşeran di nava tilîlî û dirûşmeyan de hatin definkirin.