Fermandar Aryen Cûdî ji aliyê hevalên xwe ve hat oxirkirin
Ji fermandarên YJA Starê Aryen Cûdî, ku di 18'ê Mijdarê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi merasîmeke leşkerî hat veşartin.
ANF
BEHDÎNAN
şemî, 28 sermawezê 2015, 10:44
Ji fermandarên YJA Starê Aryen Cûdî, ku di 18'ê Mijdarê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi merasîmeke leşkerî hat veşartin.
Di merasîmê de ji fermandarên HPG û YJA Starê Rûken Sîvas, Milîtan Dêrsim, Xelîl Qamişlo, Baran Ezda û malbata Aryen Cûdî amade bûn.
Ji fermandarên YJA Starê Rûken Sîvas li vir peyivî û got, "Hevala me Aryen ku weke gerîlayeke YJA Starê di kesayetiya jina azad a Rêber Apo de kûr bû, di têkoşînê de gavên girîng avêt. Di serî de Bakurê Kurdistanê li hemû qadên gerîla wezîfeyên girîng hilgirt ser milê xwe û bû fermandareke mînakdar."
Li ser malbatê Sûltan Îzer axivî û diyar kir ku têkoşîna biryardar a xwişka wê, serê wan her tim bilind kiriye.
Cenazeyê Aryen Cûdî li Şehîdgeha Şehîd Reşîd Serdar hat veşartin.