Ferhat Encuyê ku birayê wî di Komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabû û cara 5'emîne hatibû binçavkirin, serbest hate berdan. Encu da zanîn ku dê di derbarê berpirsyaran de giliyê sûce bike.
Birayê Serhat Encu yê yek ji 34 kesên ku di Komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabû, Ferhat Encu dema ji Başûrê Kurdistanê hatibû Tirkiyeyê li Deriyê Sînor yê Xabûrê cara 5'emîn hatibû binçavkirin, serbest hate berdan. Ferhat Encuyê ku biribûn Qereqola Cendirmeyan ya Xabûrê serbest hate berdan, da zanîn ku, dê di derbarê berpirsyaran de giliyê sûcê bike û wiha got: "Berê jî bi heman hincetê min girtibûn binçavan. Min ji peywirdaran jî vê got, girtek da girtin. Ez dê derbarê berpirsyaran de giliyê sûce bikim."