Ferhat Encuyê ku birayê wî di Komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabû cara 5'emîne tê binçavkirin.
Birayê Serhat Encu yê yek ji 34 kesên ku di Komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabû, Ferhat Encu hate binçavkirin. Encuyê ku dema ji Başûrê Kurdistanê hatibû Tirkiyeyê li Deriyê Sînor yê Xabûrê hate binçavkirin. Ferhat Encuyê ku birin Qereqola Cendirmeyan ya Xabûrê, nehat zanîn ku ji ber çi hatiye binçavkirin.
CARA 5’MÎNE TÊ BINÇAVKIRIN
Ferhat Encu li gel vê carê bû cara 5'emîn ku tê binçavkirin. Encu cara destpêkê di 29'ê sibatê di çarçoveya lêpirsîna ji ber êrîşa li hemberî Qeymeqamê Qilebanê Nafiz Yavûz pêk hatibû de, bi hinceta "hewldane ku bi zanebûn mirovek bikujin" hatibû destpê kirin de hatibû binçavkirin.
Encu cara duyemîn, di 10'ê adarê dema li Zanîngeha Çûkûrovayê dixwend bi heman hincetê hate binçavkirin, lê ji aliyê dozgeriyê ve hatibû serbest berdan.
Cara sêyemîn, di 26'ê gulanê dema ji bo beşdarî çalakiya li ber Deriyê Çankayayê ya Meclîsê ku ji aliyê Tevgera Makezagona Demokratîk dihat lidarxistin, bibe li Enqereyê hate binçavkirin, carek din serbest hate berdan.
Encu cara çaremîn di 19'ê tîrmehê piştî ku ji aliyê Fermandarê Alaya Cendirmeyan ya Şirnexê Osman Aslan bi gotina "Dê dema te jî were" gef lê hatibû xwarin û ev dîmen li çapemeniyê de derketibûn, dema serlêdana ji biçe Başûrê Kurdistanê kiribû, hatibû binçavkirin.