BI DÎMEN

Fereç: Divê Kurdistan li dijî faşîzma AKP'ê bibe yek

Nivîskar Letîf Fatîh Fereç li dijî girtina saziyên çapameniya azad a ji aliyê AKP'ê ve bang li her çar parçeyên Kurdistanê kir û xwest bi hevre tevbigerin.

Berpirsyarê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê yê Kerkûkê nivîskar Letîf Fatîh Fereç  têkîldarî pêkanînên qirkirinê ya rejîma Qesr û AKP'ê bersiv da pirsên ANF'ê.

'ERDOGAN DI DEMA XWE YA HERÎ XIRAB DE YE'

Dewleta tirk gelek saziyên çapemeniyê girt û bi tayînkirina qeyûman ve jî şaredariyên DBP'î desteser kir. Gelo mirov van pêkanînên AKP'ê dikare çawa şîrove bike?

Niha Erdogan dema xwe ya herî xirab dijî. Wisa ye ku har bûye. Dema ku dîktator winda dikin psîkolojiyekî wisa dijîn. Naxwaze li Tirkiyeyê demokrasî hebe, tenê dîktatoriya xwe dixwaze. Senaryoya hewldana darbeyê ya 15 tîrmehê li Erdogan hat û ev kir wekî fersendek, bi navê Fetullah Gulen operasyon meşand piştre jî di bin navê "li dijî terorê" li hemberî HDP'ê û derûdorên ku dibêjin aştî  operasyon pêk anî. Piştî xetereya Fetullah Gulen kontrol kir êrîşî Tevgera Kurd û derûdorên demokratîk ên Tirkiyeyê kir. Hûn jî dibînin li Tirkiyeyê çapemeniyekî muxalîf nema nêzî 100 saziyên çapemeniyê hate girtin. Herî zêde jî saziyên kurdan ên çapemeniyê girtin. Tiştên ku Mustafa KEmal nekir Erdogan dike. Dixwaze karê ku nîvco maye temam bike. Ji ber vê yekê jî êrîşî destkeftiyên kurdan dike. Qeyûman tayînî şaredariyan dike, şaredaran dixe girtîgehê. Ji vî tenê wê kurd zirarê nebînin li Tirkiyeyê çiqas  muxalîf hene wê biçewisîne. Ji ber ku Erdogan şexsiyetekî ku ji bo xwe dikare hemû tiştan bike ye. Xwe wekî "Sultanê nû yê Osmanî" dihasibîne. Wekî ku çapemeniya almanî jî gok Erdogan psîkolojiya Hîtler dijî. 

'PKK RÊXISTINEKE KU LI DIJÎ TERORÊ ŞER DIKE'

Tifaqa Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re hemû cihanê dît. Lê Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye. Li hemberî van pêkûtiyên ku dike û hevkariya wî ya bi DAIŞ'ê re çima dengê xwe dernaxin?

Di şerê Rojava de jî Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê derman dikir. Gotina "Dê Kobanê bikeve" dikir. Lê çi bû. Kobanê neket, piştre DAIŞ ji Kobanê derket. Ji ber ku Kobarê neket, Rojava neket hemû cihanê jî Rojava û kurd dîtin ku tekane hêza ku DAIŞ'ê bide rawestandin gerîla û YPG ye. Tirkiye ji Ewropa û Amerîkayê de dibêje "YPG hêza ku hûn dizanin nîne, ew terorîst in" lê ne Ewropa ne jî Amerîka bi vî bawer nake. Ewropa û Amerîkayê dît  ku di polîtîkayên xwe yên ku bi salan e PKK'ê wekî terorîst dibînin de şaşîtî kirine. PKK terorîst nîne hêzekî li dijî terorê şer dike ye. Tirkiye ji vî aciz dibe. Mînaka vî li Rojava hat ditîn. Kurd, tirk, ereb bi hevre dijîn. Cihan jî vê yekê dibîne. Cihan wê bi lîstikên AKP'ê nexapin. Erdogan ji ber vê yekê êrîşî kurdan dike.  Tirkiyeyê ji ber ku li Rojava bi destê DAIŞ'ê winda kir û hêzên navneteweyî nekarî îqna bike, Erdogan aciz dibe.  Ji ber vê yekê jî Erdogan êrîşî saziyên çapemeniyê yên bakurê Kurdistanê dike, êrîşî siyasetmedarên hatine hilbijartin dike.  Heke Tirkiye wisa berdewam bike wê 100 salên din jî li ber deriyê Yekîtiya Ewropayê bimîne. 

'EM BIBIN YEK  BILA CIHAN DENGÊ ME BIBIHÎZE'

Li gorî we divê li hemberî polîtîkaya Erdogan a"Osmaniya nû" helwesta Kurdan çibe?

Projeya Erdogan ne tenê ji bo Tirkiyeyê, Heleb, Musîl û Kerkûkê jî digire nava xwe. Ev bi aqilane nîne. Xeyalekî dînîtî ye. Keseke desturê nade vî. Li hemberî vî ne tenê kurd wê hemû hêz bisekinin. Niha kurdên ku li hemberî dijminê xwe serî tewandine yên li cem Tirkiyeyê disekinin hene. Yek jî kurdên ku li dijî dijminê xwe têdikoşin hene. Divê em dengê xwe bi hemû cihanê bidin bihistin. Dİvê hemû gelê  Kurdistanê li hemberî vî bisekinin yekîtiya xwe ava bikin. Bi  riya çapemeniyê divê em alîkariyê bidin hewldanên bi vî rengî. 

Kîjan parçe dibe bila be divê hemû Kurd li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dagirkeran bi hevre tevbigerin. Binerîn li Bakur Kurd bi daxwaza mafên xwe şîdetê nakin.Parastina mafê xwe şîdet û şer nîne. Divê hemû kurd li dijî siyaseta Tirkiyeyê bi hevre tevbigerin.  Kurdan di dîrokê de axa tu kesan dagir nekirine. Pêwîst nîne ji Amerîkayê jî alîkariyê bixwazin, ên ku bedelê didin em in. Di dîroka me de birînên Helepçe, Dersim û Şengal hene. Birînên gelek qatlîamên din hene. Ji ber vê yekê jî divê berjewendiyên partiyên siyasî daynin aliyekî  û çar parçeyên Kurdistanê bi hevre tevbigerin. Divê tu aliyê siyasî bi dewletekî re nekevin hava hevkariyê. Gelê çar parçeyên Kurdistanê divê bi gotinên dijmin nexapin.

...