Rojnamevanên ji Başûrê Kurdistanê da nxuyakirin, ku zextên li dijî çapemeniya li Bakurê Kurdistanê, êdî ne mîna berê tenê li dijî Kurdan û hêzên demokratîk tên kirin; saziyên çapemeniyê yên neteweya Tirk jî bûne hedef.
ANF
KERKÛK
yekşem, 6 sermawezê 2016, 09:30
Edîtorê Rojnamaya Hawal ku li bajarê Kerkûkê tê weşandin Bûrhan Hecî Silêmanî û berdevkê çapemeniyê yê Ofîsa Kerkûk Medya Ravan Talîp dan xuyakirin, ku êrîşên ji ber dîktatoriya Tayyîp Erdogan tê kirin, di vê astê de beriya niha nehatiye dîtin. Rojnamevanan destnîşan kirin, ev êrîş wê Erdogan jî biqedîne.
Edîtorê rojnameya Hawal Bûrhan Hecî Silêmanî got, "Tirkiye dibe welatekî biçûk û totalîter" û wiha dewam kir: "Tirkiye xwe vedikişîne nava qalikê xwe. Li qada navneteweyî, ji ber hevkariya xwe ya bi DAIŞ'ê re teşhîr bûye. Ji ber polîtîkaya xwe ya derve, bi hemû hêzên herêmî û navneteweyî re ketiye nava rewşeke aloz û timî bi zerar radibe."
Silêmanî da xuyakirin, ku pêkanîna faşîzan ên dîktatoriya Erdogan îro êrîşî hemû beşên civakê dike û got, "Berê, tenê Kurdan ji van polîtîkayan zerar didîtin Lê niha her kesên li dijî dîktatoriya Erdogan in û mûxalîf in, tên girtin."
Silêmanî anî ziman, saziyên çapemeniyê yên ku heta roja îro îşkence, zext û komkujiyên li Kurdan hatin kirin ji nedîtî ev hatin, ji ber ku li dijî dîktatoriya Erdogan in, bûne hedef. Silêmanî got, "Ji ber ku di dema xwe de li dijî kiryarên li hemberî Kurdan deng dernexistin, li derveyî Tirkiyeyê digotin 'li welêt demokrasî û azadî heye'. Bi vê yekê pesnê xwe dida. Gelek caran komkujî, êrîş li çapemeniya Kurd hat kirin, lê ji nedîtî ve hatin. Zîhniyeta faşîst a Tirkiyeyê di nava saziyên çapemeniyê de jî bi cih bûye. Lê belê sazyên çapemenî weşanê yên ku bi salan dîktatoriya Erdogan parastin, niha ew jî bûne hedef."
Ji bo pûçkirina pêkanînên Erdogan, Silêmanî bang li hemû saziyên çapemeniyê yên li parçeyên din ên Kurdistanê kir, ku destekê bidin çapemeniya azad a li Bakurê Kurdistanê û siyaseta Erdogan deşîfre bikin."
TALÎP: TIRKIYE CARA YEKÊ YE BI DESTÊ ERDOGAN EWQAS POLÎTÎKA ZILM Û QIRKIRINÊ DIBÎNE
Berpirsyarê Ofîsa Kerkûk Medya Ravan Talîp diyar kir, Tirkikye çiqasî li welatê xwe zextê bike, wê li qada navneteweyî di polîtîka derve de zextê bibîne û got, "Bi destê Erdogan, yekemcar e ku Tirkiriye polîtîkayên qirkirinê û zextê dibîne. Xuya ye, heta Erdogan li ser desthilatdariyê be wê dest ji van polîtîkayên xwe bernede"
Talîb ragihand, bi van zextan re Tirkiye pîvanên mafên mirovan binpê dike û got, "Di dîroka Tirkiyeyê de pêkanîneke bi vî rengî, zexteke bi vî rengî nehatiye dîtin. Mînak; qenaleke televîzyonê ya zarokan tê girtin. Rojnamevan û rojnameyên Erdogan rexne dikin, tên girtin. Ev hemû wê sibe li Erdogan vegerin."