Ez Kerkûk, dayika bêkes (2)

Barana payizê hêdî hêdî xwe li Kerkûk ê jî dorpêçdike. Li derve baranek hûr hûr lê dike. Gava mirov guhê xwe dide baranê wek ku ew baran bi hestên mirovan re dikeve di nava gotinan de.

Barana payizê hêdî hêdî xwe li Kerkûk ê jî dorpêçdike. Li derve baranek hûr hûr lê dike. Gava mirov guhê xwe dide baranê wek ku ew baran bi hestên mirovan re dikeve di nava gotinan de. Lê, ya ku herî zêde baranê şa bûye nebat û xaka ku ji germahiya rojê qelişî ye. Barana ku li ser dilê axê xwe bi cîh dike, di dilê Kerkûkê de xemla xwe ya xweşikbûnê direşîne. Gelek nebatên ku li ti cihan şîn nabe mirov dikare li Kerkûkê bibîne. Di heman demê de li Kerkûkê nebat gelek zû şîn dibin, darek di nava du salan de fêkî dide. Erdên wê jî gelek bi behrem e, ger were çandin, di salê de sê caran dikarin jê berhem bigrin, ango ewqasî bi bereket e. Di destpêkê de genim diçînin, piştî wê garisan diçînin, di dawî de jî kesê ku bixwaze şînatî ya jî tiştekî cuda biçîne wê şîn were. Kerkûk ewqasî bi bereket û bi behrem e, wek dayik ango jin…
Gava ez van gotinane li ser rûpela sipî rêz dikim ji derve asîman qîr vedide. Hêvîdar jî ji brûskan gelekî ditirse. Her ku brûsk lê dide, Hêvîdar ji cîhê xwe dihilpere. Wek her brûskek di nava dilê wê de lê dide, min meraq kir û jê pirs kir. Ji ber ti tiştek bê sedem nîne. Min jê re got; “tu çima ewqasî vediceniqî?”Hêvîdar jî bersiva pirsa min da û got; “Tu dizanî Gulan, gelek kesên ku min ew nas dikir bi birûskê çûn li ser dilovaniya xwe, ji bo wê jî li ser min gelek tirs çêbûye. Ew dem min jî jê re got; “Temam min niha ji bo çi tu dihilperî fêm kir.”

Gava mirov di nava rastiyê de jiyan neke, mirov nikare di derheqê wê rastiyê de gotinan jî bibêje. Lê çawa ku her tiştek serpêhatiyekê xwe yê rast heye, di van kolanan de jî gelek serpêhatiyên rast hatine jiyîn. Lê agahiya ti kesî jê nîne. Ji bo vê jî kes nizane ka li van kolanen de çi hatiye jiyîn, çi tê jiyîn û wê çi bijîn. Gava mirov dikeve nava wê rastiyê, rastî bi xwe re rastiyên din vedike, gotin jî bi xwe re gotinên ku guh û dilê mirovan ne bihîstiye dide bihîztin. 
Bi taybetî jî gava mirov dikeve nava wan kolanen, gelek meyzekirinên di nava xwe de vegotina gelek tiştan dike re mirov rû bi rû tê. Gava mirov dikeve hûndirê ew çavên ku bi meraq mirovan meyze dike ew dem yekser peyvên di hizrê mirovan de “gelo ez di kîjan demê de dijîm?” Belê, we rast bihîst mirov ber bi demên civaka Arî ya ku ji tevahî civakê re pêşengtî kiriye diçe. Ev nirxên mirovahiyê li wir tûne nebûye. 

Belê di her gera me de em gelek şanazbûn ku em Kurd in û jin in…Lê mixabin çawa ku di nava xwe de xweşikbûyînê dihewîne di heman demê de jî gelek bi êş û janê jî di hewîne. Bi taybetî wek xwe şewtandina jinan. Li vir xwe şewtandin bûye wek çandek ê û bûye ji rêzê. Ji bo wê jî kes ne dipirse, ne pêşiya vê digre, ne jî li pey dikeve… 
Rast e heman tiştî li min jî dikin, min parçe parçe difiroşîn. Gelek ji min ditirsin, ji bo wê nirxên min yê herê pîroz jî tune dikin  

 Ez Kerkûk, hûn min nas dikin! Na na hûn min nas nakin 

Ger ku we min nas kiriba we yê dewlemendiyên di nava dilê min de tê jiyîn jî nas kiriba.
Kîjan ji we dizane ku di nava dilê min de çiqas ol, bawerî, civak û çand tê jiyîn?
Me bi hevre jiyanek gelek bi wate, xweş, hevbeş derbas dikir. Ji ber em xwişkên hev bûn.
Lê, cardin wek her tim zilamê kurnaz, deshilatdar çavên xwe berdan me û me ji hev parçe kirin.
Me bi hev re gelek dahatuyên nû jiya, lê çêne bû. 

Gava raborî bê jibîrkirin em ê nikaribin pêşeroja xwe jî rast bijîn, niha wisa bûye.

Ez hatime jibîrkirin, çawa ku welatê min bûye çar parçe, di hundirê xwe de jî bûye parçeyê min jî wiha kirine. Lê, ez bi hêvî û bawer im, ji ber min cewherê xwe winda nekiriye, ji ber nikarin cewherê min tûne bikin… Erê, ez ji bo vê gelek şanaz im… Dizanim rizgariya min di destê jinê de ye û wê jin min rizgar bike. Ango ew jinên hevalên min, jiyanên min û pêşeroja min…

 

...