BI DÎMEN

'Ez dixwazim we nas bikim Rêber Apo'

Di navbera zarokên gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de hêzek, hîs û nepeniyekê ku ti kes nikare vegotina wê bike heye.

Di navbera zarokên gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de hêzek, hîs û nepeniyekê ku ti kes nikare vegotina wê bike heye. Gava zarokên Kurd yekem car fêrî axaftinê dibin gotina ku ji devê wan derdikevin "APO" ye. Yek ji wan zarokan jî Nêrgiz e. Nêrgiz bi xwe neh salî ye. Ji ber dagirkerî û mêtingeriya neyaran bi dayik, bav, xwişk û birayên xwe re neçar mane ku mişextî bibin. Nêrgiz ji bo Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan nameyek nivîsandiye. Di nameya xwe de dibêje; "ez dixwazim we nas bikim Rêber APO."

RÊBER APO HÛN AŞTIYÊ DIXWAZIN

Nêrgiz di nameya xwe de herî zêde balê dikşîne li ser damezrandina PKK’ê û ji bo wê van gotina dibêje; "Gava ez derbasî dibistanê bûm min PKK’ê nas kir. Min fêm kir ku PKK’ê ji bo çi hatiye avakirin. Gava min ev fêm kir wê demê  min xwest biçim dibistanê. Ji ber beriya wê min nedixwest ez biçim dibistana Kurdî." Di heman demê de Nêrgiz di nava gotinên xwe de ji bo Rêberê Gelê Kurd van gotinan bilêv dike; "Rêber APO bi qasî min we fêm kiriye hûn gelek tiştan fêm dikin. Hûn aştî, wekhevî, xwişk û biratiya gelan dixwazin. Ji bo vê ez ji we gelekî hez dikim."

WEKE KEÇEKE KURD EZ SOZ DIDIM

Nêrgiz a neh salî di nameya xwe de herî zêde li ser peyv û gotina naskirinê disekine. Weke ku naskirin ji bo xwe gelek girîng digre dest. Keça Kurd Nêrgiz nameya xwe bi van gotinan dawî dike; "Rêber APO ez ji we gelekî hez dikim. Ji bo wê jî ez soz didim weke keçeke Kurd ez ê ji bo azadiya we û azadiya gelê Kurd têbikoşim û li ber xwe bidim. Silav û rêz ji bo we Rêberê min."   

...