Jina bi navê Eyşê xwedî jiyaneke bi jan e, dema ku jiyana xwe ya 20 salan di ber çavan re derbas dike û dirêsîne, tenê ji bo ku zarokên yên sêwî nemînin hemû jana jiyanê daye be çavên xwe û dibêje: “ Ger ne zarokên min bûna, min ê jî agir berda canê xwe.”
Eyşe ji bo apê xwe dibe berdêl ji ber biyarên wê yên mezin nîn bûn. Eyşe bi ravekirina jiyana xwe tenê namîne her wiha pardara jiyana wê dayîk û xwîşka xwe jî tîne ser ziman û nêzîkatiyên ku ji wan re jî hatine kirin li ser dirêjiya jiyana xwe zêde dike.
BERDÊLA APÊ XWE YE
Jina bi navê Eyşê di derbarê jiyana xwe ya 20 salan de a bi jan derbas bûye wiha dibêje: “Ez berdêla apê xwe me ji ber birayê min biçûk bûn ji ber vê jî ez bûm berdêla apê xwe. Ez wê demê zarok bûm ev nêzî 20 sale min tu xêr ji jiyana xwe nedîtiye, ji ber hemû bi jan û êşan derbas bû. Ne tenê di mijara jin û mêrtiyê, lê belê min ji hemû jiyana xwe xweşî nedît. Ez niha dibînim ku her kes bi xweşî dijî lê min tu wate di vê jiyanê de nedît, jiyana min tenê ji êş, azar û bindestiyê pêk hat. Ne ji zarokên ji min bûna niha min jî ji zûve xwe yan dikuşt yan jî agir berdida bedenan xwe. Ez dibîmim ku gelek jin xwe dikujin, lê li ser xatirê zarokên xwe min tu caran nedixwest xwe bikujim.”
Eyşe wiha didomîne; “Min û xwîşkên xwe tu rojên xweşî di jiyana xwe nedît, me gelek êş û azarî ji destê bav û mêrên xwe dîtiye. Tu kesê me tune bû, tenê bavê min hebû û mêrê min hebû, jiyana me pir zehmet bû em di nav nexweşiyê de bûn, kesî mafê gotinê nedida me. Tu kesî zarokên min xwedî nedikirin, lê min nedikarî bê zarokên xwe bijîm. Xwîşka min temenê wê 14 salî bû ji destê bavê min gelek êş dikşand, ji ber her dem bavê min lêdida û bi zorê da zawicandin. Bavê min xwîşka min da mêrekî temenê wî mezin ku di mala wî de bi qasî 15 kesan heye. Û ew neçar ma ku wan zarokên sêwî xwedî bike. Lê xwîşka min bi xwe zarok bû, ji ber vê her dem jiyana me bi zehmetiyan derbas dibû. Di rewşeke wiha de xwîşka min jiyana wê bi êş û zehmetî derbas dibû ne mafê wê hebû ku yek gotin bike ne jî ji mal derdikeve û biçe malê cîranan”
Eyşê wiha dirêjî dide gotinên xwe: “Weke ku diya min êş, azarî û zehmetî dîtiye, her wiha min û xwîşkên min jî heman jiyan jiya. Em çend xwîşk bûn me hemûyan jî bi dilê xwe mêr nekir, yan bi zorê yan jî bi zorê tivingê em dane mêr. Dema ku xwezgîniyên xwîşkên min dihatin û xwîşkên min nedixwestin bizewcin, bavê min digot ‘ez nikarin gotina mirovên rûspî bişkînim, yan tu wê bizewice yan ez ê te bi kêrê, yan jî bi tivingê bikujim.’ Xwîşkên min jî neçar diman ku gotinên wan di devê wan de bimîne û her digotin: ‘bavê min kefîlê min e’ ji ber gotin ji min re nemaye”
‘ME BI BIFIR JI DESTÊ BAVÊ XWE LÊDAN DXIWAR’
Eyşê di dirêjiyên gotinê xwe de di derbarê kiryarên ku bavê wan bi serê wan de dianî de wiha got: “Bavê min çû jineke din anî ser diya min, lê diya min hîn biçûk bû û bê tewan bû, lê navbera diya min û bavê min her diçû rewş xirab dibû. Di heman demê de di navbera bavê min û jina nû de jî xweş nebû. Bavê min nîvê şevê şiyar dibû bivir dixiste destê xwe û li jinbava me, dayîka min û li me hemûyan dixist. Her dem bavê min digot hûn sedem in, ji ber hûn naxwazin jina min li gel min bimîne, ji ber jinbava min hîn biçûk bû, bi bavê min qayîl nedibû ji ber vê jî li gel bavê min nedisekinî. Bavê min dareke stûr digirt destê xwe û li jina xwe dida porê wê digirt nav destê xwe piştre ew dixist nava odeyekê û li ser wê derî asê dikir heyanî ku hemû gundî diketin xew lê careke din dest bi lêdanê dikir”
JIYANEK REŞ, HEWÎ
Eyşê di derbarê jiyana xwe ya bi hevserê xwe re, her wiha bedelên ku heyanî îro ji bo zarokên xwe daye ber çavan wiha berdewam dike: “Niha jiyana min jî weke jinên din derbas dibe. Mêrê min jineke din anî ser min, bi min re nediaxivî, her dem digot ez ê te berdim, tu ne hevsera min î, tu bi kêr min nayê. Ji ber vê her dem jiyan li ber çavên min reş bû, her dem digot ez jineke din tînim, bi demên dirêj diçû û nedihat. Her roj jiyana me bi pevçûnê derbas dibû, dijûn ji min re digotin, ez cidî nedigirtim. Di dawiyê de jî çû jineke din anî û êdî qet bi min re nediaxinî, heyanî ku çû jineke din mehir kir û anî malê. Vê carê jina mêrê min dest bi dijûnan dikir û li gel xelkê digot ev maleke ne baş e, her roj keçên wê li gel ciwanan e, her dem fitine û fesadî dikir, ji ber vê jî kurê min digot ez ê ji vê malê biçim. Ji ber jiyan li vê malê nabe. Lê vê carê mêrê min ji hewiya min jî jî nerazî bû. Her dem digot ez ê te berdim, her çiqas ku ez bi mêrê xwe re zewicî bim jî lê hîn jî jiyana feqîrî û jarî berdewam dikir. Hemû armanca mêrê min ew bû ku ez dest ji zarokên xwe berdim, lê min nedikarî ji zarokên xwe veqetim. Birayê min çend caran hat ku min di xew de bifetisîne, tenê ji bo ez dest ji zarokên xwe berdim, lê dema ku ez di xew de bûm zarokên min nobedarê min bûn. Du sê şevan zarokên min nobedariya min girtine tenê ji bo birayê min, min nefetisîne. Ji ber vê zilamê min çend caran tê ji zarokan re dibêje çima hûn şiyar in. Ev plan ji aliyê mêrê min û birayê min ve hatibûn amedekirin”
NAXWAZIM TU JIN MÎNA MIN BIJÎN
Eyşê di derbarê jiyana wê ya ku ewqas bi êş derbas bûye û daxwazên xwe ya ji vir û şunde jî wiha rave dike: “Tenê daxwaza min ew e ku ez keçên xwe mezin bikim, bila tu caran di cîhanê de xirabî nebe û tu caran ez naxwazim ku keçên min bi mirovên xirab re bizewicin. Ez tu caran qebûl nakim ku jin jiyana wan weke jiyana min be û ji ber ewqas êş tehemûl dikin ev jî dibe sedema ku xwe bişewitînin.
JIN BI HÊSANÎ TÊN KUŞTIN
Eyşê di derbarê jiyana jinên din de jî nêrînên xwe tîne ziman û zehmetiyên ku îro jin di nava civakê de dikişîne wiha rave dike: “ jin nikarin dengê xwe derxînin û bêjin ez bi vî mêrî re nazewicim ji ber mafê wan ya gotinê nîne. Ji ber ger dayîk û xwusuya wan li gel wan be em nikarin tiştên wiha bêjin. Ger jinek biçe dadgehê û giliyê xwe bike yekser dibêjin ‘divê ev jin were kuştin, tenê vê jinê mirin heq kiriye’. Ger em jin dest bi axaftinê bikin pirsgirêk gelek zêde ne, lê belê em jin naaxivin, ji ber vê jî jin nikarin hest û ramanên xwe derxînin devre. Bi hezaran jin di bindestiyê de dijîn, lê mixabin mafê wan ya gotinê nîne. Ger jinek dengê xwe derxîne û dawa mafên xwe bike yekser wê dikujin, balîfê datînin ser devê wê û dawî li jiyana wê tînin. Di vê mijarê de mêr jî guhdar nakin û her dibêjin mafê jinan nîne. Mêr jinê tenê ji bo şev pêre biraze û bi roj jêre nan û xarinê amede bike tînin wekî din qet mafekî jinan nîne. Weke din jin di nava civakê de nîne û ger jin bi gotina mêrê xwe jî neke yekser wê berdide. Ger jinên ku vê yekê tehemûl jî dikin hebin, tenê ji bo ku zarokên xwe xwedî bikin. Mînak beriya vê bi demekê jinekê ji ber zorahiya mêrê xwe gilî kiribû lê mêrê wê reviya bû, ji ber gundiya dixwest ku gund bişewitînin jinê agir berda bedena xwe. Yanê careke din yên ku bi pirsgirêkên di nava civakê de rû bi rû dimînin jin in ew jineke du canî bû agir berda bedena xwe”
NE JI ZAROKÊN MIN BÛYA…
Eyşê wiha didomîne; “Tu kes li rewşê jinan napirse ka çiqa êş dikişînin ka xemên wan hene an na, ji ber vê hemû di nava derdên xwe de dimîn û ev yek nebûye derdê kesî ku li derdê jinan bipirse. Di nava ewqas pirsgirêkên civakî de ji jinan re mafê gilî kirinê nîne, di heman demê de jin newêrin biçin giliyê mêran bikin. Mînak derferetên min ne bû ez biçim dadgehê û giliyê bikim, min tenê ji ber zarokên min hebûn ji ber vê yekê min nedixwet ez behesê berdanê bikim ji ber zarokên min hîn biçûk bûn. Ger zarokên min nebana belkî ez heyanî vê rojê nehatama û min ê dawî li jiyana xwe baniya. Jiyana min gelek ne xweş bû, ji ber min di jiyana xwe pir feqîrî ditiye, ne diya min ne jî xwîşka min tu kesî xêr ji jiyana xwe nedît hemû jiyana me bi êş û azaran derbas dibû. Niha jî ez xweşiyê ji jiyana xwe nabînim, lê tenê derdê min ew e ku ez zarokên xwe mezin bikim. Bila zarokên min jiyana xwe diyar bikin ez cûdartir tiştekî din naxwazim.
DIVÊ JIN XWE NEŞEWITÎNIN
Eyşe di mijara xwe şewitandina jinan de hem nirxandinên xwe anîn ser ziman hem jî bang li jinan kir ku xwe neşewitînin û wiha axivî: “li vir kes li jinan napirse, rewşa wan nizane û ger jinek biçe dernekekê ku pirsgirêkên xwe çarser bike wê demê dibêjin êdî ev jin xirabe û ji çavên mirovên û civakê derdikeve. Di civakê de ger jinek agir berde bedena xwe wê demê mêr kêfxweş dibe ji ber dibêje ku ji xwe ew jin jineke xirab bû.
Ev jin çima dawî li jiyana xwe tînin û xwe dişwitînin û ewqas zarokên xwe li pey xwe dihêlin divê jin wiha dawî li jiyana xwe neyînin û zarokên xwe bê dayîk nehêlin, divê jin dengê xwe derxînin dewa mafê xwe bikin û xwe ji bin vê desthilatdariyê dexînin. Divê hemû jin pirsgirêkên xwe çareser bikin ger ev pirsgirêk çareser nebûn jî divê jin xwe meşewitînin, ji ber di rewşên wiha de mêr kêfxweş dibin tenê ji bo biçin jineke din ji xwe re bînin. Û hemû kes bêje ku vî mêrî du jin anîne, çima tu xwe dişewitînî û zarokên xwe di cih de dihêlî? Çiqas tewaneke mezin e ku jineke du canî xwe bişewitîne. Mînak ew jinên ku xwe şewitandine tu caran ji bîra min naçin, em ewqas jin hene lê tu kes li me napirsre.”