Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak dema di dema Konferansa Rêvebiriyên Herêmî ya BDP'ê de daxuyanî didan çapemeniyê, kesekî an jî hin kesên ku nasnameya wî ne diyar guleyek ya çeka lûledirêj a bi marka MKE danî pişt Demîrtaş û Kişanak. Hat zanîn gulle ya rojnamevanek e.
Hevserokên Giştî ya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak ku beşdarî Konferansa Rêvebiriyên Herêmî ya BDP'ê bûn, li salona civînê ya Navenda Çandê ya Şaredariya Peyasê bi xebatkarên çapemeniyê re hatin cem hev.
Demîrtaş derbarê fezlekeya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rayeya Taybet ya Amedê ku der barê wî û 7 parlementerên BDP’ê û serbixwe amade kiribû nêrînên xwe parve kir.
Dema Demîrtaş diaxivî kesek an jî hin kesên ku nasnameya wî ne diyar guleyek ya çeka lûledirêj a bi markaya MKE danîn paş pişt Demîrtaş û Kişanak.
Li gorî agahiyên gihiştine ANF’ê, ev gulleya navborî ya rojnamevanek herêmî ye. Rojnamevana/ê di rojnameyeke herêmî de dixebite, diyar kir ku gulleya bê barût di berîka wî de bû û dema xwestiye ji berîka xwe tiştek derbixe, gulle ketiye erdê. Rojnamevan der barê mijarê de agahî da Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û piştre da diyarkirin ku ew ê biçe li qereqolê jî îfade bide.