Ev ne nefret be ma çi ye?- Vedat Kûrşûn

Ev ne nefret be ma çi ye?- Vedat Kûrşûn

Parêzer M.Emin Aktar di danişîna doza qirkirina siyasî de ji serokê dadgehê Menderes re got “Tu nefretê ji girtiyan dikî?”

Dadger li hemberî vê rastiyê hêrs û aciz bû. Ew jî gotinên rast aciz dibe, lê wextê axaftina kurdî qedexe dike û li ser vê bêrûmetiya xwe henekê xwe bi zimanê me dike qet aciz nabe.

Hem zimanê me qedexe bike û hem jî xwe aciz bike. Ev ne karê mirova ye. Tew bêşerm û bêfedî dibêje dadger û dozgerên tirk jî bersûcan ne hez dike ne jî nefret dike. Lê herkes dizane ku hemû dadger û dozger bi hişmendiya neyariya kurdan hatine perwerdekirin. Bi feraseta neyariyê nêzîkî kurdan dibin.

Wextê ku têgeha kurd dibihîzin hişê wan jî serê wan diçe û wekî gayê çav rengê sor ketiye êrîş dikin. Ji hincetên girtinê bigirin heta qedexekirina axaftina kurdî bê çawa nêzîkî kurdan dibe nîşan dide.

Di van salên dawî de bi dadgeran re hevdîtin hate çêkirin û ji wan pirsa “ Ji bo we ewilî dewlet tê tevdigerin. Gelo wê çawa dadgerên wisa biryara dadî bidîn? Ji xwe ji bon adin, lê ji bo xwediyê xwe didîn.

Ji bo ku mirov wan raweste . Pênc meh berê li Roboskê dewletê bi awayekî zanebûn û bi plankîrî 34 awayekî hovane qetilkirin. Malbatên wan ev pênc meh in li edaletê digerîn. Lê mixabin ne kes dengê wan dibihîze û ne jî êşa wan parve dike.

Wextê ev komkujiya dermirovahî rûda wê demê Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî Erdogan re gotibû “Te fermana vê komkujiyê daye” Erdogan jî wekî dadgerê xwe hêrs û acîz bûbû. Wê demê aş û baş peyîvî bû. Tiştê ku wê demê Erdogan kiribû niha jî dadgerê wî dike.

Wextê rastiya wan li rûyê wan dixin acîz dibin. Heke ev tiştên ku hûn dikin ne jî niyeta we ya neyarî û nefretê tê, wê demê ji vê helwesta we re çi bibêjin? Ma hey ne hezkirin û qebûlkirina kurda ye ev.

Her çi qas ne wisa be jî em ev helwesta we wekî nefret û neyariyê nebînin.

Wê gavê divê em ji bo vê helwesta we têgeheke nû bibînin. Ger ku hûn bibêjin neyarî û nefreta me ne wisa ye, wê demê ez bi xwe hezkirina we meraq dikim.

Heke neyariya we ne wekî neyariyê be, wê gavê hezkirina we jî dibe hezkirina hirçê.

Em ne we, ne hezkirina we û ne jî neyariya we dixwazin. Em dibêjin hûn bela xwe ji me vekin bes e.

-Vedat Kurşun, Azadiya Welat, Rêveberê berê yê Karên Nivîskî, Girtîgeha Tîpa D a Amedê

-Azadiya Welat