Hate îdîakirin ku 2 kesên gêrîlayên HPG’ê li navçeya Pulurê ya Dêrsimê girtin bi aweyeke dizî cerdevanî dikirin û şevê bi çek digeriyan. Hate zanîn ku, heman kes par jî ji aliyê gêrîlayan ve hatibûn girtin.
Hate îdîakirin ku 2 kesên 3 roj berê li gundê Yeşîlyazi yê navçeya Pulurê ya Dêrsimê ji aliyê gêrîlayan ve hatin girtin li herêmê şevê bi çakan digerin û bi dizî ve cerdevaniyê dikin. Par jî Feramuz Şen û Alî Riza Duşkun bi heman hincetê ji aliyê gêrîlayan ve hatibûn girtin û piştî 3-4 roj şûnda serbest hatibûn berdan.
3 roj berê gêrîlayên HPG’ê Şen û Duşkun bi traktora Şen demêkê birin û pişt re traktor di rê de parq kirin û dûr ketin. Li gorî îdîayan bi traktora Şen ve pateyek sipî hate daliqandin. Piştî bûyerê operasyon hate destpêkirin û operasyon hêj berdewam dike û yekîneyên teybet li ser rê kontrola nasnameyan dikin.
Hate gotin ku rayedarên Fermandariya Cendirmeyan a Pulurê bang li keyayê Yeşîlyazi kirin û jê xwestin ku traktorê di rê de rakin lê ne keya û ne jî xizmên kesên hatin girtin traktor ji rê nerakirin. Hate hînbûn ku li gel çend roj bi ser bûyerê de derbas bûn û gefên rayedaran traktor hêj di rê de ye.