ESP: Em di 14’ê tîrmehê de li Qada Îstayonê ne

ESP: Em di 14’ê tîrmehê de li Qada Îstayonê ne

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) , der barê qedexekirina mîtînga 14’ê Tîrmehê de daxuyanî da û got ku dê di 14’ê tîrmehê de li Qada Îstayonê bin.

ESP di daxuyaniya xwe nivîskî de diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê li hemberî gelê me rêveberiya awete didomîne û wiha got: “Bi taybetî di sala dawî de AKP’ê lez daye, komkujî, operasyon û girtin. Bûyera dawî ya AKP’ê dîsa bi awayekî keyfî wekî Newrozê, kolanên Amedê ligel digire. Walitiyê mîtînga ku dê li Qada Îstasyonê bihata kirin qedexe kir. Demek berê Walitiyê qada Mîtîngê jib o Mustazaf-Derê tahsîs kir. AKP’ê bi qedexekirina vê mîtîngê ruyê xwe yên neçeraserkirina pirsgirêka kurd nîşan da. Çareseriyê bi komkujî, girtin, êrîşên siyasî û qedexeyan pêk tîne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hikûmeta AKP’ê hem li Kurdistanê û hem jî li rojava bend daniye ber azadiyê. AKP bi polîtîkayên xwe yên faşîzan, daxwazên azadiya netewî ya gelê kurd diçewisîne. Her wiha li rojava j ili heberî sosyalîstan êrîşan pêk tîne. Di mehên dawî de lihemberî partiya me kompoloyê dimeşîne û cezayan dibarîne. Qedexekirina kolanan jî , hilberîna ecizbûna wî ye. Lê vî gelî bi sedan qedexekirin, li paş xwe hişt. Amed şahidê vê ye. Li Zindanan, li kolanan û li Newrozan. Em fermana AKP’ê ya 14’ê tîrmehê nas nakin. Em bang li hemû gelê xwe dikin bil adi 14’ê tîrmehê de li Qada Îstasyonê bin. Qedexe yên dewletê , kolan yê me ne.”