Esnafên Çelê ji bo şermezarkirina polîsan dikanên xwe venekirin

Esnafên Çelê, ji bo zextên polîsan ên li kargehan protesto bikin, dikanên xwe îro venekirin.

Esnafên Çelê, ji bo zextên polîsan ên li kargehan protesto bikin, dikanên xwe îro venekirin.

Li navçeya Colemêrg Çelê, polîsên Tirk duh avêtin ser 5 kargehan û bi îdîaya 'qaçax in' dest danîn ser cixare û çayên li van dikanan. Ji bo şermezarkirina van zextên polîsan, esnafan ragihandin ku ew ê dest bi çalakiya girtina derabeyan a 3 rojan bikin. Çalakiya girtina dikanan a esnafan, îro destpê kir. 

Firin û dermanfiroşan jî tevî esnafan derabeyên xwe ranekirin. Ji Walîtî yan jî qeymeqamtiyê heta niha li ser mijarê ti daxuyanî nehatiye.