Esnafên Amedê bi girtina derabeyan Erdogan şermezar kirin

Esnafên Amedê bi girtina derabeyan Erdogan şermezar kirin

Li Amedê esnafên ku li ser rêgaha Erdogan dikanên xwe venekirin û hatina Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan bi girtina deriyên dikanên xwe şermezar kirin. Li ser rêgeha ku Serokwezîr Erdogan têre derbas bibe bi sedan polîsên hêzên çevîk hatin bicihkirin.

Esnafên ku li ser rê û rêgeha Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Li ser rêgeha Serokwezîr Erdogan li kolan û taxên Kuruçeşme, 5 Nisan, Dortyol, Lezgin Avci, Alay, Kaynartepe û gelek cihên din welatî neçûn ser kar û esnafan dikanên xwe venekirin. Li gelek nokteyên bajar welatî neçûn ser kar û ji malên xwe derneketin. Li hemû rêgehên ku Serokwezîr Erdogan têre derbas bibe polîsan tedbîrên gelek mezin girtin. Maşîneyên zirxî, panzer û TOMA li gelek nokteyên bajar hatin bicihkirin. Bi taybetî li nokteyên Balafirgehê, Kuruçeşme û Alayê polîsan der der dorpêç kir.

Polisan li gelek tax û kolanan nokteyên lêgerîn û kontrolê ava kir û li ser kesan lêgerînê dike. Welatiyan diyar kirin ku, polîs neheqiyan li wan dike û di lêgerînê de dikevin nava tacîzê. Li gelek nokteyan jî polîsên segvan li ser avahiyan hatin bicihkirin. Panser û TOMA bê navber li nava bajar tûra di avêjin.

Li gelek nokteyên bajar alên AKP hatin daliqandin û pankarta "Ne îxtîdara bijareyan, îxtîdara hilbijêran" û "Amed destê xwe dirêj bike em bi pêşerojê ve bimeşin" vekirin. Platforma Şaxan ya KESK'ê ya Amedê jî pankarta "Birêz Serokwezir karmendên 4C'ê kadro dixwazin" vekir.