Endama Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) Besê Erzîncan têkildarî rojevê bersiv da pirsên ANF'ê.
Hûn hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk çawa dinirxînin?
Tevgera Azadiya Kurd ketiye serdemeke nû û li pişt vê serdema têkoşînê tecrûbeyeke 40 salî heye. Bi taybetî ya ku ji 2012’an dest pê kirî û bi Kobanê re hate asta herî bilind. Ji wê demê û wir ve li çar parçeyên Kurdistanê di ramanê û rêxistiniyê de geşedanên mezin çêbûn. Yên ku ji van geşedanan ne xweş in êrîşên bi ser Kurdistanê de girantir kirin û komkujî kirin. Di van êrîşan de tenê Kurdan na, Ereb, Fars û Tirkan jî zirar dîtin. Û baweriya wan bi vê pergalê nema ye.
Em pergala xwe ya civakî hewl didin ku li ser wê sîstemê ava bikin ku xwe spartiya civakê. Me sîstema xwe da ber nîqaşên kûr. Ên ku digotin ev sîstem nikare sazkar bibe dîtin ku were kirin, dibe û şaşîtiya xwe dîtin. Bi tayebetî jî li Rojavayê Kurdistanê ev sîstem li ser zemîna siyaseta demokratîk bû modêleke esasî. Êrîşên Erdogan û AKP’ê li dijî van geşedanan in. Erdogan ji bo ku bikaribe hebûna xwe biparêzer li siyaseta navxweyî ya Tirkiyê derdorên demokratîk çewisandin û ji bo ku tiştên bi Kurdan kirin binixumînin çapemeniya rikber bêdeng kir. Piştre jî bi terorîzekirina meseleya Kurd, sîstema xwe ya çewisîner dibe ser Kurdan û dixwaze vê bi civaka Tirkiyê bide qebûlkirin. Ji bo ku desthilatdariyê di dest xwe de bigire êrîşê dibe ser HDP, DBP’ê, êrîşê dibe ser derdorên demokratîk û gerîla. Armanca van hemûyan ew e ku dengê muxalîfan bibirin. Li ser van esasan bi êrîşbirina ser PKK’ê dixwaze xwe mezin bike. Weke di serdema Osmanî de dixwaze Mûsil-Kerkûk û Helebê bixe jêr desthilatdariya xwe.
Ji vê atmosfera siyasî sûd werdigire û Iraq, Sûriyê dagir dike. DAIŞ û PKK’ê dike hincet dixwaze Iraqê dagir bike. Bi heman awayî êrîşê dibe ser Rojava jî. Ji bo têkçûna xwe ya li van deran binixumîne li siyaseta navxweyî ya Tirkiyê li ser derdorên demokratîk û Kurdan zextê dike û polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê vedişêre.
Erdogan li Tirkiyê hiqûqê nas nake, qanûnên navdewletî nas nake, têkildarî mafê mirovan tiştek nehiştiye û dixwaze hema tiştî li Rojhilata Navîn jî bike. Nêzîkatî bi vî rengî ye. Em weke tevger vê rewşê dinirxînin. Bi taybetî jî bicihkirina leşkeran a li Başûrê Kurdistanê ne berhema siyaseteke asayî ye. Em dizanin ku ji bo Qendîlê û Şengalê amadekariyên wan hene û bi dagirkirina van deran dixwazin dixwazin şoreşa Kurdan bifetisînin. Ev ne tenê operasyoneke li dijî tevgera PKK’ê ye, di heman demê de dixwazin hemû destketiyên Kurdan ji dest bitsîni. Êrîşê dibe ser gelê Başûrê Kurdistanê, êrîşê dibe ser hemû gelên Rojhilata Navîn ku azadiyê, wekheviyê dixwazin. Ev pir taloke ye.
Şengal li ku dera vê rewşa krîtîk e?
Şengal rewşeke krîtîk e. Li devereke nêzî Tirkiyê ye, statûyeke wê ya girêdayî Iraqê nîn e, li naverastê ye. Piştî ku PKK’ê gelê Êzîdî yê Şengalê parast, ji wê demê ve di rojeva Tirkiyê de ye. Tirkiye û hevakarên wê yên xwecih qebûl nakin ku di destê PKK’ê de be. A rast li vir mesele ne PKK ye, hemû gelê Başûrê Kurdistanê ji xwe re dikine hedef. Dixwazin li vir bi cih bibin û xurt bibin.
Em dikarin vê ji bo Qendîlê jî bibêjin. Giringiya Qendîlê ew e cihekî îdeolojîk û rêxistinî ye. Ne tenê ji bo PKK’ê, her çaxî li Qendîlê berxwedan çêbûne. Gelek Kurdan têkoşîna azadiyê lê dane, bûne qada parastina rêxistinên xwe, ev çiya. AKP bi dagirkirina van deran dixwaze amûra propagandaya siyasî çêbike.
Helbet em dizanin bê ka ev êrîş têne çi wateyê. Bi taybetî j îsalên 2016-2017’an ji bo Kurdan salên pir girîng in. PKK di heman demê de ji bo ku tevgera jinê ye jî, ji bo Tevgera Jinê jî girîng e. Hemû xebatên esasî jin dikin. Jin di hêla îdeolojîk û ramanî de pêşengtiyê dikin. Haziriyên me hene. Em rêxistineke şoreşger in û em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Em tevgera berxwedanê ne. Ji bo Qendîlê û Şengalê di asta bilind de amadekariyên Tevgera me hene.
Li dijî van êrîşan amadekariyên we di kîjan astê de ne?
Gelek caran êrîş anîn. Van salên dawîn jî êrîş bi ser me de anîne. Niha li derdora Zap, Zagrosê ji hewayî ve û bejahiyê ve tim operasyonan dikin. Heta niha yekîneyên gerîla amadekariyên xwe kriine. Li dijî van êrîşan gerîla bi bersiv atund kiriye ku dijmin bi paş ve vekişe. Û neçar maye ku bi têkçûnê vekişe.
Bi taybetî çima Qendîl û Şengalê dikin hedef?
Ya pêşî ji dîroka Osmanî ya Tirkiyê ev tê. Tirkiye bi dagirkirina Kurdistanê dixwaze xwe mezin bike. Tengezarbûna xwe dixwaze bi vî awayî ji ser xwe bavêje. Ya dî bi hişmendiya Tirkiyê re têkildar e. Ti caran qebûl nakin ku destketineke Kurdan çêbibe. Ji bo Başûr, Bakur hemû parçeyan nêzîkatiya wan wiha ye. Ev dixwazin ku Kurd tim koleyên wan bin. Dixwazin ji bo wan bixebitin.
Li dijî van êrîşan gelê Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî divê çi bikin?
Gel divê xwe biparêze. Li cem pêşmergeyan divê bikeve rewşa xweparastinê. Kerkûk di vê mijarê de ji bo me bû bajarekî mînak. Ji ber sedema hêzên pêşmerge yên çûyin Mûsilê, li Kerkûkê kêm pêşmerge mabûn, ku ne ji gel bûya DAIŞ’ê dikarîbû Kerkûkê bi dest bixe, DAIŞ wê her dever bistanda. Ji bo vê jî li her deverê Kurd divê bikevin rewşa xweparastinê. Valahiyên ku çêbûn yekîneyên xweparastinê wê temam bikin.
Bi ya we Tirkiye bi van êrîşên qirkirinê dixwaze encameke çawa bi dest ve bîne?
Erdogan li ber têkçûnê ye, çima li ber têkçûnê ye, ji ber ku siyaseteke deraqilî dike. Bi girtina wekîlan, bi anîna qeyûman a li ser şaredariyan, bi êrîşkirin û dagirkirinê wê Tirkiye bi ser neveke. Li Iraqê û Sûriyê weke Tirkiyê anbe ji ber ku li van deran pir hêz hene. DYA, Îran, Rûsya, Şiî hene û ji bo vê jî Erdogan nikare wiha bi erzanî tiştinan bike. Her wiha em hene. Ev siyaset wê têk biçe. Niha jî Erdogan tena serê xwe maye. Her kes ji vê siyaseta Erdogan bêhteng bûye.
25’ê Mijdarê, Roja Dijî Tundiya Li Ser Jinê tê, li gelek deveran çalakiyan dest pê kirine. Banga we ji bo jinan çiye?
Me jinan bi pêşengiya PKK’ê, bi felsefeya Rêber Apo me gelek gavên mezin avêtin. Li Bakurê Kurdistanê êrîşên herî giran li ser jinan e. Li hemû qadan pêşeng jin in. Hemû dinyayê ev dît. Di şexsê YPJ’ê û gerîla de hemû dinya têkoşîna jinê qebûl dike. Jina Kurd bê tirs welatê xwe, xaka xwe diparêze. Rojavayê Kurdistanê bi mînakên vê tijî ne. Hemû jinên Kurdistanê wiha ne.
Di demên wiha de jin bi hev re divê xebatên xwe bi rêk bixin. Ji bo hemû parçeyên Kurdistanê wiha ye. Ji gelên din jî di nav me de têdikoşin. Gelek jinên ji birên din ên civakî îdeolojiya me qebûl dikin. Ev gerdûnî ye. Ji ber ku gerdûnî ye hemû jinan têkildar dike. Di mijara Kurd de divê bi hev re tevbigerin. Jina Kurd pêşengiyê dike. Ji bo azadiya xwe têdikoşe û li ber xwe dide. Banga me bi taybetî ji bo jinên Başûrê Kurdistanê ye, dijminê me yek e. Tirkiye dijminê me ye. Ji bo civaka Kurdistanê û gelan dijmin e. Ji partîtiyê wêdetir divê em bi giştî tevbigerin. Ez ji vê bawer dikim, li Başê Kurdistanê di nav jinan de hişyarbûnek heye. Heke em bi hev re tevbigerin û têbikoşin em dikarin serketinên mezin pêk bînin.