Eroglû bi tilîliyan hat oxirkirin

Gûler Eroglû ya ku li qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, li ser milên jinan ji aliyê bi hezaran welatiyan li gundê Derekoy ê Êlîhê hat oxirkirin.

Jina bi navê Guler Eroglû ya ku duh li qada Şêx Seîd a navçeya Sûr a Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li gundê Derekoy a Elîhê bi merasîma cenazeyê bi tevlîbûna hezaran welatiyan hat oxirkirin. Cenazeya Eroglû, li Tesîsa Bardakçilar a li ser rêya Amedê ji aliyê hezaran welatiyan ve hat pêşwazîkirin û bi karwanek ji sedan wesayîtan ber bi gundê Derekoyê ve birin. Karwanê cenazeya Eroglû, di nava çiyayên Êlîhê de bi stranên Viyan Peyman ber bi gund ve çû û karwan li gundên li ser rê jî ji aliyê sedan welatiyan ve bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. 

JİNAN Bİ TİLÎLİYAN DARBESTA EROGLÛ GİRTİN SER MİLAN 

Li gundê Derekoy, darbesta Eroglû ya bi ala PKK'ê xemilandî li ser milên jinan birin goristana gund. Jinan bi tilîliyan darbesta Eroglû heya goristanê birin û ciwanan dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kirin. Piştî wecîbeyên olî, cenazeya Eroglû di nava rondikên jinan de hat defnkirin. 

Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê Şûkrû Baytar di merasîmê de axivî û anî ziman ku gelê Kurd nêzîkî azadiyê bûye. Parlementera HDP'ê ya Êlîhê Ayşe Acar Başaran jî axivî û bal kişand ser berxwedana Cizîr, Nisêbîn û Geverê û got ku li Kurdistanê gel li hember pergalê berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Başaran destnîşan kir ku xewn û xeyalên Gûler Eroglû jiyanek azad bû û wiha domand: "Heta ku em jiyaneke hevpar a wekhev û azad ava nekin, em ê dest ji tekoşîna xwe jî bernedin."

Merasîm bi xwendina sirûda "Ey raqîp" bi dawî bû. 

Hat ragihandin ku ji bo Eroglû, li avahiya sersaxiyê ya Yeşîltepe ya Êlîhê wê sersaxî bên qebûl kirin.