Êrîşkarê bombeyî yê DAIŞ'ê bi saxî hate girtin
Êrîşkarê bombeyî yê çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve bi saxî hate girtin.
Êrîşkarê bombeyî yê çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve bi saxî hate girtin.
Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê di roja 10. de ye. Şervanên Odeya Çalakiyê li rojavayê Reqayê her bi pêş ve diçin.
Êrîşkarekî bombeyî yê çeteyên DAIŞ'ê duh danê sibehê ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve hate girtin.
Dema ku vî êrîşkarî xwest xwe di nava şervanan de biteqîne, bi saxî hate girtin. Vî endamê DAIŞ'ê da xuyakirin, ku ew bi serçeteyê DAIŞ'ê Ebû Yakûp ve girêdayî ye û bi fermana Ebû Yakûp ketiye nava tevgerê.