Êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd didomin
Êrîşên çeteyan ên li hemberî Şêxmeqsûd didomin. Ji ber êrîşa bi topan 3 kes birîndar bûn.
Êrîşên çeteyan ên li hemberî Şêxmeqsûd didomin. Ji ber êrîşa bi topan 3 kes birîndar bûn.
Êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ku piraniya şêniyên wê Kurd in didomin. Hêzên YPG/YPJ'ê jî bersiv dan êrîşan. Şerê li herêmê dewam dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, çeteyan saet di 03.00’an de careke din top avêtin taxê û vê topbaranê nêzî 2 saetan li ser hev dewam kir.
Ji ber topbaranê 3 welatiyên sivîl ên taxê birîndar bûn û ziyan gihişt malan. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê jî bersiv dan êrîşên çeteyan. Şerê li herêmê hînê dewam dike.