Êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd didomin

Di êrîşên çeteyan ên bi hawan û çekên giran de li taxa Şêxmeqsûd 9 sivîl birîndar bûn. Li aliyê din, hêzên YPG û YPJ jî bi tundî bersivê didin êrîşên çeteyan.

Êrîşên komên çete yên li pişta wan Tirkiye heye, dewam dikin. Di êrîşên çeteyan ên bi hawan û çekên giran de li taxa Şêxmeqsûd 9 sivîl birîndar bûn. Li aliyê din, hêzên YPG û YPJ jî bi tundî bersivê didin êrîşên çeteyan.

Çeteyên Cebhet El-Nûsra, Ehrar El-Şam û Ehrar Sûriya êrîşên ji 28’ê Mijdarê ve li dijî taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê destpê kirin, dewam dikin. Komên çete îro saet di 06.00’an de bi çekên giran û hawanan careke din êrîş birin ser şêniyên taxê.

Ji ber vê topbaranê, 2 jê zarok 9 sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin Navenda Heyva Sor a Kurd da ku werin dermankirin. Ji birîndaran hin kes rewşa wan giran e. Ji bilî vê yekê ziyana madî jî gihişt avahiyên sivîl.

Li gorî agahiyên ji xebatkarên Heyva Sor a Kurd hatin bidestxistin, navên birîndaran wiha ne: Arif Qehwe (8), Şukrî Qehwe (5), Ehmed Silêman (45), Şêrîn Cumaa (26) ji serê xwe birîndar bûye û rewşa wê giran e, Delal Şeaar (50), Bedriya Şeaar (57), Îbrahîm Reşîd (73) ji serê xwe û zincîra pişta xwe ve birîndar bûye, Hêvîn Salih (35) û Salih Mihemed Salih (70).

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) berisv dan aliyê ku êrîş jê tên, ango kolana Kastîlo û Şiqêf.

Komên çete ku piştgiriya xwe rasterast ji dewleta Tirk werdigirin, ji Îlona 2015’an de tax dorpêç kirine û nahêlin ku tiştek derbasî taxê bibe. Ji ber êrîşên ku di 28’ê Mijdara bihurî de destpê kirine û heta niha dewam dike, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.