Êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd dewam dikin
Êrîşên çeteyên El Nûsra û dûvikên wê yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dikin. Hêzên YPG/YPJ'ê jî di cih de bersivê didin van êrîşan. Li taxê car carna şer diqewime.
Êrîşên çeteyên El Nûsra û dûvikên wê yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dikin. Hêzên YPG/YPJ'ê jî di cih de bersivê didin van êrîşan. Li taxê car carna şer diqewime.
Çeteyên El-Nûsra, Ehrar El-Şam û Sûltan Mûrad ji 22’ê Îlonê ve êrîşî taxa Şêxmeqsûd dikin û ambargo li ser taxê danîne û topbarankirina taxê ya bi topan û tûpên gaze didomîne. Li gorî agahiyên ji taxê hatin bidest xistin, çete taxê gulebaran dikin.
Çeteyan sekvanên xwe li ser deverên bilind ên derdora taxê ku di bin kontrola wan de ne bicih kirine. Sekvan jî welatiyan di hundirê taxê de gulebaran dikin û tevgera wan asteng dikin.
Pevçûnên demkî yên di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyan de jî didomin. Lê der barê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku duh sekvanên El-Nûsra welatiyekî ku li pêşiya mala xwe bû, birîndar kirin.