Êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd dewam dikin
Çeteya El Nûsra û çeteyên dûvikên wê, bi topên hawanê êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin. Di bomberdûmanê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.
Çeteya El Nûsra û çeteyên dûvikên wê, bi topên hawanê êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin. Di bomberdûmanê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.
Çeteyên El Nûsra, Ehrar El-Şam û Tabûra Sûltan Mûrad ên di bin tesîra AKP'ê de ne, ji 22'ê Îlonê ve êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin. Van çeteyan îro saet di 09:00 de careke din êrîş kirin.
Topek hawanê ya van komên çete li cihekî bi navê Marûf ket. Di êrîşê de Muslim Mihemed Muslim ê 32 salî, ku ji ber parçeyên şarapnelê bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Tendurstiyê ya Heyva Sor jiyana xwe ji dest da.
Di bomberdûmanê de Betûl Ehmed (23), Rifet Musellî (30) û Mihemed Elî (27) birîndar bûn.
Ji ber êrîşa ku saet di 09:00 de destpê kir gelek mal û kargehan zerar dîtin. Êrîşa bi topan dewam dike.