Êrîşên dewleta Tirk li Dûîsbûrgê hat protestokirin

Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk ên li hember Rojava protesto kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk ên li hember Rojava protesto kirin.

Bi banga Meclîsa Ewropa ya PYD’ê ve Kurdên Rojava û Bakur ên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, êrîş û planên dagirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Rojava bi meş û mîtîngekê protesto kirin.

Mîtînga Kurdistaniyan, ji ber rastî mîtînga Hartz 4 a her Duşem tê lidarxistin hat, di çalakiya de axaftina yekem li ser navê MLPD’ê hat kirin. Piştre jî li ser navê Meclîsa Ewropa ya PYD’ê Ahmet Kobanê axivî.

Kobanê got demek dirêj e dewleta Tirk li Rojava ji milekî bi destên çeteyên DAIŞ’ê qetlîam û provakasyonan dike, ji milekî din jî ji bo Rojava dagir bike serî li her rê û rêbazî dide.

Kobanê anî ziman ku lê, her carê lîstêkên wan li wan vedigere, wiha dewam kir: “Di serî de dewleta Tirk, destpêka ya alîkariya aborî, siyasî û leşkerî didê Serokwezîra Elman Angela Merkel, tevahî welatên rojavayî, em bang li wan dikin ku alîkariyên bi dewleta Tirk rawestînin û nebin alîkarê planên dagirkirin û qetlîaman.”

Di domahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana YPG’ê”, “Bijî Serok Apo”, “Dawî li Qetlîamên Kurdistanê Bînin”  hatin berzkirin.

...