Piştî ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de Şoreşa Rojava dest pê kir û bajarên Rojavayê Kurdistanê ji destê rejîmê hatin derxistin, bi destê çeteyan û bi rengekî vekirî êrîş li dijî Rojava hatin kirin. AKP'ê ji sala 2012'an û pê ve tevî çeteyên ENKS, Ehrar El Şam, El Nûsra û DAIŞ'ê, bi gelek komên çete re di asta koordînatoriyê de hevkarî kir û ji Kobanê heta Efrînê êrîşî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir, ji bo bifetisîne.
Tevî ku belgeyên vê yekê gelek caran hatin eşkerekirin û tifaqa AKP-çeteyan gelek caran hat pûçkirin jî, êrîşên dewleta Tirk ên bi pêşengiya AKP'ê li dijî Rojavayê Kurdistanê her dewam kirin. Bi plansaziya AKP'ê re çeteyan li ser xeta sînor êrîşî Serêkaniyê, Kobanê, Girê Spî (Til Ebyad) kirin. Ev êrîşên çeteyan her carê ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hatin pûçkirin. Tevî ku 700-800 kîlometreyên herêma li ser sînor ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin jî, êrîşên dagirkeriyê yên AKP'ê li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê dewam dikin.
Ji bilî Cerablûs û Raî, tevahiya axa Rojavayê Kurdistanê ku 911 kîlometre ye, di kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de ye. Dewleta Tirk a nikare xwe li vê yekê rabigire, bi rengekî vekirî herêma Şehba dagir kir, guleyan li herêmên hêzên YPG û gelê sivîl lê ne direşîne û hewl dide bi komên biçûk çeteyan derbasî van herêman bike.
Fermandarê YPG'ê yê Biryargehên Sînor Reşîd Omer da xuyakirin, ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xeta sînor ku bi salan e dewam dike, piştî destpêkirina Pêngava Xezeba Firatê zêde bûne û hewldanên derbaskirina komên çete jî berfireh bûne. Omer got, "Li dijî van êrîşan, em ewlehiya sînorên xwe xurt dikin. Maf û erka hêzên me ye, ku li ser bingeha parastina rewa bersivê bidin van êrîşan."
'XETERIYA HERÎ MEZIN A LI DIJÎ ME, JI SÎNORÊ TIRKIYEYÊ TÊ'
Reşît Omer bibîr xist, ku sînorê Tirkiye û Rojava gelekî dirêj e û got, "Piştî şoreşê me dît ku xeterî û gefa herî mezin a li dijî me, ji sînorê Tirkiyeyê tê." Omer wiha dewam kir: "Sînorên me yên bi Tirkiye û dewletên din re gelekî dirêj in. Ji Efrînê heta Sêmalka, sînorê me bi Bakurê Kurdistanê re ye. Ji Sêmalka heta Şeddadê jî sînorê Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Li ser sînorê Başûr em tedbîrên xwe yên ewlekariyê zêde dikin, ku pêşî li derbasbûna çeteyan bigirin û bi vî rengî civaka xwe ewle bikin. Lê belê pirsgirêka me ya herî mezin sînorê Bakurê Kurdistanê ye. Piştî şoreşê weke YPG'ê me biryar dan çeperên xwe yên li ser sînor ji nû ve binirxînin. Me got, 'Em li gorî pêwîstiyê çeperan çêbikin û bi vî rengî sînorê xwe biparêzin'. Me biryargehên sînor ên ji destê dewletê derxistin, girtin. Lê belê bi pêvajoya şoreşê re me dît, ku piraniya êrîşên çeteyan ên li dijî gelê me, ji sînorê Tirkiyeyê tên. Û ji wê derê çek, xwarin, derman tê. Tirkiyeyê di sînor re komên çete derbas kir, hewl da hin herêmên me dagir bike û komkujî kir. Tevî ku hemû hewldanên wan hatine pûçkirin jî, dewleta Tirk di van planên xwe yên qirêj de israr dike."
ÊRÎŞA SERÊKANIYÊ ÊRÎŞA DESTPÊKÊ BÛ
Têkiliyên navbear AKP'ê û çeteyan, cara yekemîn bi rengekî şênber di êrîşa 8'ê Mijdara 2012'an a li dijî Serêkaniyê derket holê. Di 8'ê Mijdarê de bi sedan çeteyên ser bi Artêşa Azad ji Sûriyeyê hatin, di deriyê sînor ê Serêkaniya Serxetê (Bakur) hatin debas kirin û xwestin bajêr dagir bikin. Piştî derbasbûna çeteyan, rejîmê dest bi êrîşa bi topan kir. Piştî destwerdana YPG'ê gelek çete hatin kuştin. Di nava hefteyekê de li bajêr herî kêm 10 sivîlî jiyana xwe ji dest dan, 70 birîndar bûn, bi qasî 50 xanî xera bûn û 11 hezar kesî koç kirin. Gelek belgeyên di vî şerê dijwar de bi dest ketin, têkiliya navbera AKP'ê û çeteyan îspat dikirin.
ÊRÎŞA LI DIJÎ KOBANÊ JÎ JI HEMAN CIHÎ HAT KIRIN
Di êrîşa DAIŞ'ê de, ku roja 13'ê Îlona 2014'an a li dijî Kobanê da destpêkirin û di 25'ê Çileya 2015'an de bi serketina YPG/YPJ'ê qediya, gelek belge derket holê ku nîşan didan, destê Tirkiyeyê di vê êrîşê de heye. Di hin belgeyan de hat dîtin, ku sînorê Tirkiyeyê ji bo derbasbûnê û teqwiyeyê hatiye bikaranîn. Di heman demê de dîmenên endamên DAIŞ'ê jî di çapemeniyê de cih girt û tevî leşkerên Tirk li ser sînor tevdigeriyan.
Dewleta Tirk a ku nekarî xwe li serketina Kobanê ya cîhan rakir ser piyan rabigire, di komkujiya Kobanê ya ku DAIŞ'ê roja 25'ê Hezîrana 2015'an pêk anî, rol lîst. Çeteyên DAIŞ'ê di 25'ê Hezîranê de, Tirkiye jî di nav de ji sê herêmên cuda ket nava bajarê Kobanê û 251 sivîl kuştin ku 35 ji wan zarok, 64 jî jin bûn. Her wiha 267 sivîl jî birîndar bûn.
HEWLDANÊN LI GIRÊ SPÎ DEWAM DIKIN
DAIŞ'ê roja 27'ê Sibatê, ji bo têkiliya navbera kantonên Kobanê û Cizîrê bibire, bi destê çeteyên xwe yên li Girê Spî, Silûk û Mebrûkayê bi cih kiribû, ji 3 baskan ve bi dizî êrîş kir. Di van êrîşan de 23 sivîlî jiyana xwe ji dest dan. Bi destwerdana hêzên YPG'ê re 291 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, 6 çete jî dîl hatin girtin.
Beriya êrîşa li Girê Spî, 4 rojan bi doçkayên artêşa Tirk gule li çeperên YPG'ê yên li ser sînorê Girê Spî-Tirkiyeyê hatin reşandin. Dema ku çeteyan di 27'ê Mijdarê de êrîş kirin, leşkerên Tirk jî ji ser sînor gule li çeperên YPG'ê reşandin. Li Nestelê, ji ber êrîşa leşkerên Tirk şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da, endamên asayîşê jî birîndar bûn.
Piştî ku êrîş hat pûçkirin, derket holê ku komkujiya li Girê Spî ji aliyê MÎT-DAIŞ'ê ve hatiye plankirin. Di roja 46. Pêngava Rûbar Qamişlo de, ku 15'ê Hezîrana 2015'an bû, Girê Spî bi temamî hat rizgarkirin û bi vî awayî derbeke gelekî giran li hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ'ê hat xistin. Çeteyên ku di dema êrîşê de bi saxî hatin zevtkirin, li xwe mikur hatişbûn ku plana dagirkeriyê ji aliyê Tirkiye û DAIŞ'ê ve hatiye kirin, soz hatiye dayîn ku di dema êrîşê de wê hêzên teqwiye ji aliyê Tirkiyeyê ve bên, lê dewleta Tirk soza xwe bi cih naniye.
'ARTÊŞA TIRK TIMÎ JI SER SÎNOR ÊRÎŞÎ ROJAVA DIKE'
Dewleta Tirk ji aliyekî ve hewl dide komên çete derbasî Rojavayê Kurdistanê bike, li aliyê din jî bi binpêkirina pîvanên angajmanê yên navneteweyî re bi çekên giran guleyan li çeperên YPG'ê û cih û warên sivîlan direşîne. Reşît Omer destnîşan kir, ku heta niha YPG'ê bi ti awayî êrîşî Tirkiyeyê nekiriye, lê belê tevî vê yekê jî artêşa Tirk timî ji sînor êrîşî Rojava dike.
Omer da zanîn, dewleta Tirk dijminatiyê li Rojava û Kurdan dike, hemû pîvanên navneteweyî binpê dike û got, "Bi çekên giran êrîşî hêzên me yên li ser sînor wezîfedar in û gelê sivîl ê li herêmê dikin. Zeviyên gelê Rojava ji berê ve li ser sînor in. Hin jê digihêjin heta ber têlên li ser sînor. Gelê Kurd êrîşî mirovên li nava erdê xwe dixebitin, dikin. Li hin cihan nahêlin ku mirov heta bi kîlometreyekê xwe nêzî sînor bikin û biçin erdê xwe biçîne. Nahêlin mirov heywanên xwe biçêrînin. Yekser guleyan direşînin. Ji bo mirovan bikujin jî bi termalan dixebitin; tevî ku dizanin sivîl in, sûîqestê li mirovan dikin. Mirov li aliyekî, radibin heywanan jî dikujin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk zerareke mezin li zeviyên gelê me bû. Wekî din, dewleta Tirk li sînor zêdegaviyê jî dike û axa me binpê dike."
KUŞT, DÎWAR LÊ KIR, XENDEK KOLA, DAR BIRÎ...
Navenda Ragihandina YPG'ê li ser mijarê bi rêk û pêk daxuyaniyan dide. Li gorî bîlançoya navendê ku di dawiya salê de hat weşandin, di sala 2015'an de artêşa Tirk ji ser sînor 22 caran bi çekên giran êrîşî çeperên YPG'ê kir. Her wiha artêşa Tirk di 4'ê Gulana 2015'an de gule li gundiyên Sorika yê li navçeya Raco ya Efrînê reşand. Xisareke mezin li malên li gundan bû û lê wer bû ku gundî nema karibe biçin nava erdê xwe.
Êrîşên artêşa Tirk ên bi çekên giran, di sala 2016'an de zêde bû. Bi sedan caran gule li çeperên YPG'ê û qadên sivîlan reşand.
* Di Çileyê de carekê, di Sibatê de 9 caran, di Adarê de 6 caran, di Nîsanê de 14 caran, di Gulanê de 13 caran, di Hezîranê de 17 caran, di Tîrmehê de 22 caran, di Tebaxê de 17 caran, di Îlonê de 26 caran, di Cotmehê de 17 caran bi giştî 152 caran bi çekên giran gule li çeperên YPG'ê û sivîlan reşand.
* Di encama van êrîşan de, di meha Sibatê de 2 sivîl, di Nîsanê de 4 sivîl, di Gulanê de li Kobanê 2 sivîl, di Hezîranê de li Girê Spî zarokek, di Tebaxê de 4 sivîl û 2 endamên YPG'ê, di Îlonê de 9 sivîl, di Cotmehê de 2 sivîl bi giştî 24 sivîl û 2 endamên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
* Di meha Sibatê de sivîlek, di Nîsanê de 4 sivîl, di Gulanê de li Kobanê 2 sivîl, di Hezîranê de li Girê Spî 9 sivîl, di Tebaxê de 50 sivîl û 2 endamên YPG'ê, di Îlonê de 61 sivîl, di Cotmehê de 2 sivîl bi giştî 127 sivîl û 2 endamên YPG'ê birîndar bûn.
* Ev êrîş bi çekên doçka û hawanan, li Efrînê jî bi balafirên şer hat kirin. Tevî kuştin û birîndariyê, her wiha xisareke mezin ji ber van êrîşan li malên Rojavayiyan, li erd, zevî û heywanên wan bû.
SÎNORÊ QADA HEWAYÎ HAT BINPÊKIRIN
Dewleta Tirk a ku AKP serkêşiyê jê re dike, ne tenê zêdegavî li sînor kir û gule li hêzên YPG û sivîlan reşand. AKP'ê gelek caran bi balfirên leşkerî, yên keşfê û helîkopteran sînorê qada hewayî yê Rojavayê Kurdistanê binpê kir.
* Di pêvajoya Şoreşa Rojava de AKP'ê ji gundê Endîwer ê li ser sînorê Dêrikê heta Efrînê li gelek cihan xendek kola, dîwar lê kir û li Efrînê jî bi hezaran darên zeytûnê rakir, gelek cihên Rojava dagir kir.
* Di dema komkujiyên Nisêbînê de, ku bi destê leşker û polîsên Tirk bi mehan hat kirin, leşkerên dewleta Tirk dest li kedkarên çapemeniyê yên li binê xetê tevlî kampanya şopandina nûçeyan a bi sernavê "Na ji bêdengiyê re" bûbûn kir. Wêne û dîmenên vê zêdegaviya li sînor bi raya giştî re jî hatin parvekirin.
* Di meha Tebaxê de leşkerên Tirk bi 2 wesayîtên zirxî ji sînor derbas bûn û xaka Rojava binpê kirin.
* Du caran jî helîkopterên artêşa Tirk ji sînor derbas bûn.
* Kantona Efrînê carekê ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin.
* Di meha Îlonê de leşkerên Tirk 2 caran bi wesayîtên zirxî derbasî nava axa Rojava bûn, 3 caran jî balafirên keşfê yên bêmirov ên dewleta Tirk li ser ezmanê Rojava geriyan.
'PIŞTÎ DESTPÊKIRINA PÊNGAVA REQAYÊ ÊRÎŞÊN LI SER SÎNOR ZÊDE BÛN'
Reşît Omer da xuyakirin, ku bi destpêkirina Pêngava Xezeba Firatê re êrîşên dewleta Tirk zêde bûne û got, "Ez bi xwe rojane li ser sînor im. Her wiha rojane agahiyan ji hemû hêzên me yên li ser sînor werdigirim. Beriya destpêkirina pêngava Reqayê li gorî kêfa xwe gule direşandin, lê piştî destpêkirina pêngava Reqayê êrîşên xwe zêde kirin."
AKP ku ji bo YPG tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê nebe çi jê hat kir, di nava 17 rojên ji destpêkirina pêngavê û vir ve ev êrîş li Rojavayê Kurdistanê kir:
* Roja 5'ê Mijdarê saet di 21:00 de balafira keşfê ya bêmirov li ser gundê Tişeriye yê li rojavayê Kobanê firand û di heman demê de ji ser sînor gule li çeperên YPG'ê reşand.
* Dewleta Tirk di sibeh û êvara 6'ê Mijdarê de 2 caran bi çekên giran li çeperên YPG'ê yên li gundê Ziravekê yê li rojavayê Kobanê reşand.
* Artêşa Tirk roja 7'ê Mijdarê hewl da ji du cihên sînor komên çete derbasî axa Rojavayê Kurdistanê bike. Di destpêkê de li Doda ya navbera bajarên Qamişlo û Amûdê, saet di 19:00 de komek ji 12 çeteyan bi parastina wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk derbasî nava axa Rojava bû. Çawa ku çete ketin nava Rojava, ji wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk jî gule li çeperên YPG'ê hatin reşandin. Bi destwerdana hêzên YPG'ê re 2 çete birîndar bûn û ev kom li Tirkiyeyê vegeriya. Endamên çete hewl dan di heman şevê de ji cihekî din derbasî Rojava bibe. Ev cih jî rojavayê Kobanê bû. Saet di 19:00 de koma çete hewl da bikeve nava axa Rojava. Lê ket bin kontrola YPG'ê. Di encama vî şerî de koma çete careke din vegeriya Tirkiyeyê.
* Artêşa Tirk roja 7'ê Mijdarê bi eçkên giran ji ser sînor li gundên Gelbenav, Koran û Elsen ên Girê Spî reşand.
* Roja 8'ê Mijdarê artêşa Tirk li çeperên YPG'ê yên li Dola Kel Hesenekê û Çil Axa yên li Tirbespiyê û çepera YPG'ê ya li herêma Melê Ebbas ji 2 cihan reşand. Hêzên YPG'ê bersiv dan van êrîşên artêşa Tirk.
* Di 10, 12 û 13'ê Mijdarê de, saet di 18:15'an de artêşa Tirk ji qereqolên xwe yên li ser sînor top avêt herêma Cisir Heşarkê ya li navçeya Raco. Di topbarana 10'ê Mijdarê de zarokek û endameke HPC-Jin jiyana xwe ji dest dan.
* 17'ê Mijdarê, 2 helîkopterên artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Merwaniyê yê navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê firiyan.
* Artêşa Tirk a dagirker hefteya bihurî li ser sînorê gundên Eyn Dîwarê, Kerdîmih, Hav Metre û Habil Hewa dest bi kolandina xendekan kir û gelek zeviyên hatin çandin talan kir. Leşkerên Tirk roja 17'ê Mijdarê ji qiraxa Çemê Dîcleyê yê li gundê Eyn Dîwarê dest bi kolandina xendekan kir û bi vî rengî xeteriya binavbûna bi hezaran donim erd, afirand.
'EM Ê XWE BIPARÊZIN'
Fermandarê Biryargehên Sînor ên YPG'ê Reşît Omer diyar kir, dewleta Tirk tevî vê reşandinê û bomberdûmanê, her wiha hewl dide komên biçûk ên çeteyan derbasî nava Rojava bike û destnîşan kir, ku hêzên YPG'ê dest li van hewldanan werdidin.
Omer da zanîn ev hewldanên dewleta Tirk bi giranî li xeta navbera Qamişlo Endîwerê û xeta Girê Spî ya ser bi Kantona Kobanê û Serêkaniyê tê kirin. Omer got, "Weke YPG, em hem çeperên xwe xurt dikin hem jî ji bo ewlekairya sivîlan, kontrola xwe zêde dikin. Mafê hevalên me ye, ku bersivê bidin hemû êrîş û hewldanên dewleta Tirk. Ev yek mafê me yê herî xwezayî ye."