Êrîşên çeteyan didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku yekîneyên wan li herêmên Kantona Kobane û Şêxmequsd a Helebê bersiva êrîşên çeteyan daye û derbe li wan xistine.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn.
Di 30’ê Mijdarê saet di 09.00 û saet 10.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên li Başûrê Cerablûsê bi çekên giran 2 êrîşên cûda birin li gundê Qereqozax a Başûr Rojavayê Kobanê.
Di 30’ê Mijdarê de çeteyên El-Nusra li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê êrîşek lidar xistin. Di kêliyên destpêka êrîşê de 3 welatiyên sivîl hatine birîndarkirin. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerên dijwar qewimîn. Di şer de wesayîtek leşkerî ya çeteyan hatiye ruxandin û 2 endamên El Nusra jî hatine kuştin.
Di 1’ê Kanûnê (îro) saet di 04.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Mirxab a dikeve Rojavayê bajaroka Eyn Îsa ya giredayî Kobanê êrîşek lidar xistin. Şerên ku piştî êrîşê di navbera hêzên me û komên çeteyan da destpêkiribûn hîn jî didomin.
Di 30’ê Mijdarê saet di 13.05’an de li gundê Xêbiş ê giredayî Til Temir teqandinek hatibû jiyankirin û di encamê de 3 hevalên me birîndar bibûn. Di raya giştî de hatibû belavkirin ku ev teqandin di encama mayineke çeteyên DAIŞ’ê ya berê bicih kiribûn de pêk hatiye. Piştî lêkolînan hêzên me zelal kirin ku teqandin ne di encama mayinê de bûye û çeteyên DAIŞ’ê wesayîtek tije teqemenî ji dûr ve teqandine.