"Êrîşên AKP'ê yên li dijî PKK û HDP'ê gefê li Êzidiyan dixwin, DAIŞ'e jî xurt dikin'

Sazî û rêxistinên Êzidiyan bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd û HDP'ê bi tundî şermezar kirin û destnîşan kirin, ku êrîşên AKP'ê yên li dijî PKK û HDP'ê, ji bo Êzidiyan xeteriyeke mezin e.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê, Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, Hevbendiya Êzidiyên li Sûriyeyê û Komeleya Êzidiyên li Kantona Efrînê bi daxuyaniyeke hevpar, êrîşên AKP'ê yên li dijî PKK û HDP'ê şermezar kirin û bal kişandin ser xeteriya van êrîşan ji bo Êzidiyan.

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku hikûmeta AKP bi êrîşên hewayî, girtina siyasetmedar û çalakvanan, bi îlankirina bidawîanîna pêvajoya aştiyê bi Kurdan re dest bi hemleyek şer a mezin li dijî PKK kiriye.

Saziyên Êzidiyan diyar kirin ku AKP ji ber têkçûna xwe ya di hilbijartinan de ku nema mîna berê dikare dewletê li gorî xwesteka xwe bi rêve bibe, xwest şerekî mezin durst bike û gelên di nava Tirkiyeyê de li hemberî hev rake û gotin, "AKP'ê ya ku ev serê çend salane destekê dide DAIŞ'ê û dema ku vê DAIŞ'ê êrîşî Kobanê dikir, ji xwe re lê meyze dikir û Serokkomar Erdogan digot: 'Kobanê wê îro an sibe bikeve' niha hewl dide Tevgera Azadiya Kurdan PKK û rêxistina terorê DAIŞ bike mîna hev û tekoşîna Kurdan li heremê bike mîna terora DAIŞ'ê."

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku AKP dixwaze HDP'ê bigire û hat gotin, "Ev partiya ku di prosesek demokratîk de 6 mîlyon deng bidest xist û 80 parlemanter bir Enqere û amedekariya xwe ya ji bo çareserkirina pirsa kurd bi dewletê re li ser bingehek demokratîk diyar dike. AKPê heta niha bi hezaran çalakvanên kurd li Bakur girtine û li dijî Rojava ambargoyeke mezin daye destpêkirin û hîna destekê dide hêzên Îslamî yên radîkal û wan bi ser Rojava ve dişîne. AKP a ku bi rêya têkiliyên xwe yên xweş bi DAIŞ'ê re karmendên konsolxaneya xwe ya li Mûsilê xelas kirine ku destê yekî xwîn nebû, lê DAIŞ êrîş bir ser Şengalê û bi hezaran Êzidî kuştin. 

Em rêxsitinên Êzdiyên Bakur/Tirkiyê, Başûr/Iraq û Rojava/Sûriyeyê bi tundî hemleya şer a AKPê li dijî PKK û HDP şermezar dikin. Em ji raya giştî ya cîhanê re diyar dikin ku PKK bi fedakarî sed hezar Êzidî li Şengalê ji destê DAIŞ xelas kir. PKK'ê şervanên xwe şand Şengalê û wan rê li ber DAIŞ girt ku Êzidiyan bikuje. Eger ne ji PKK bûya, wê DAIŞ bi deh hezaran Êzidî bikuşta, kole û tecawiz bikira. PKK'ê rê li ber komkujiyek mezin girt. Di heman demê de HDP û tevî ku li bakur/Tirkiyê tenê 500 Êzidî mane, 2 kesên Êzidî wek namzet nîşan dan û ew bi serketin û ji bo cara yekê di dîroka dewleta Tirkiye de bûn parlemanter. Li Rojava jî Êzidî cihê xwe di nava Xweseriya Demokratîk de digrin û YPG gundên wan diparêze. AKPê dijminatiya Xweseriyê û YPG jî dike û wan bi hevalbendiya bi PKK re tewanbar dike.

Em wek Rêxsitinên Êzdiyan dibêjin: Hemleya şer ya AKPê li dijî PKK û HDP'ê Êzidiyan û hemû kêmol, kêmmezheb û kêmneteweyan li herêma Rojhilata Navîn qelis dike û destê dijminê wan DAIŞ, xurt dike. Hemleya şer a AKP'ê li dijî PKK û HDP Êzidiyan tehdîd dike û DAIŞ xurt dike. Em ji civaka navneteweyî dixwazin ku rê li ber vî şerê qirêj ê AKP'ê bigre û dawî li têkiliya AKPê û DAIŞ bîne. AKP a ku di bin çavên wê re bi hezaran terorîst derbasî Sûrî û Iraqê bûn û hemû bûn qatilên Êzdi, Xirisityan û Şîan. Ewqas komkujî kirin û antîkên bi hezarên salan xerakirin. 

Em ji raya giştî ya cîhanê re dibêjin: Eger PKK qelis bibe û HDP bê girtin wek ku AKP'ê dixwaze, wê şensê Êzidî, Xiristiyan û Elewiyan li heremê nemîne. Wê DAIŞ komkujiyên xwe dewam bike. AKP'ê dibêje ew ê şerê DAIŞ bike, lê ev yek derew e, heta niha 2 êrîş birine ser DAIŞ lê 200 birine ser baregehên PKK a ku DAIŞ li tevahiya herêmê têk biriye. 

Bila dawî li şerê AKP'ê yê li dijî kurdan were. Bila Prosesa aştiyê dîsa destpê bike. Bila HDP neyê girtin û dektatoriya AKPê ya yek reng neyê destekirin.

Destekê nedin şerê AKPê li dijî kurdan û vî şerî rewa nekin.

Bijî aşîtî û biratî. Na ji bo dîktatorî û şerê gelan."