‘Êrîşeke plankirî ye’
Ajokarê mînibusa ku li Golanê hate gulebarandin Alkan Akin, der barê detayên êrîşê de axivî. Akin got ku "Eger em ber bi paş ve venekişiyan wê komkujiyeke bihata jiyin û kes ji me xilas nedibû."
Ajokarê mînibusa ku li Golanê hate gulebarandin Alkan Akin, der barê detayên êrîşê de axivî. Akin got ku "Eger em ber bi paş ve venekişiyan wê komkujiyeke bihata jiyin û kes ji me xilas nedibû."
Ajokarê mînibusa ku li Golanê hate gulebarandin Alkan Akin, der barê detayên êrîşê de axivî. Akin got ku "Eger em ber bi paş ve venekişiyan wê komkujiyeke bihata jiyin û kes ji me xilas nedibû." Akin got ku êrîş bi awayek plankirî pêk hatiye û gumana xwe ya ji polîsan bi van gotinan anî ziman: "Polîs got 'haya min ji bûyerê heye' û nasnava me birin qereqolê, ez bi guman in ku têkiliya polîsan bi bûyerê heye. Êrîşeke plankirî ye. 17-18 gule li mînîbusê ket û bi bombe êrîş kirin. Dema ez ji bo îfade bidim çûm qereqolê nasnava min li ser masê bû."
Li gundê Gundik a bir ser navçeya Golan a Erdexanê, di êrişâ çekdarî ya du roj berê de Kamber Morkoç (70) jiyana xwe ji dest dabû û du kes birîndar bibûn. Ajokarê mînîbusê Alkan Akin, piştî êrîşe du caran birin emnîyetê û îfadeya wî girtin. Ajokar Akin, derbarê roja êrîşê de agahiyên berfireh dan. Akin diyar kir ku roja ku êrîş pêk hat wî malbata Morkoç bi mînîbusa xwe biriye cihê seyranê ku li zozanên gund e. Akin got ku, herêma ku ew çûne cihekî ku liv û tevgera leşkerî zêde bûye lê belê ew roj herêm gelek bêdeng bûye. Akin destnîşan kir ku rêya ku ew derbas bûne gelek teng û derdora wê jî daristan bûye. Akin behsa kêliyên êrîşê kir û got destpêke guleyek ji cama pêş a mînîbusê ketiye pişt re jî ji sê alî mînîbus hatiye gulebarandin. Akin, anî ziman ku guleyek li sînga Kamber Morkoç ketiye û Morkoç di mînîbusê de jiyana xwe ji dest daye û wiha pê de çû: "Dema ku mînîbusê dan ber gulleyan panîkek bi me re çêbû. Min wesayitê da vitêsa paş û paş ve vekişiyam, di wê demê de ku ez 10 mt. dûr neketibûm, narîncokek li cihê êrişa yekem teqiya. Eger em ber bi paş ve venekişiyan dê komkujiyeke bihata jiyin û kes ji me xilas nedibû."
POLÎS BÛYER JI KU DIZANÎBÛN?
Akin, anî ziman ku bi qasî 600-700 mt. paş ve çûne û pişt re ketine reya Golan-Oltî û li vê derê ji aliyê wesayîta polisan hatine sekinandin. Akin diyar kir ku kesekî bi çek xwe nêzî mînîbusê kiriye û wiha got: "Xwe wekî polîs dan nasîn û nasnava min ji min xwest. Min jî got 'Dev ji nasnameyan berdin, bang li ambulansek bikin.' Berê çeka xwe da min û min ji neçarî nasnava xwe derxist. Ji me re got 'Haya min ji bûyerê heye.' Û xwest ku em wî bişopînin. Di wesayitê de kesek din jî hebû lê ew ji wesayitê hîç daneket. Me ew şopand, lê Sabrî Morkoç ku giran birîndar bû dema got 'Rewşa min ne baş e' min wesayita polisan derbas kir. Lastîka mînîbusê teqiyabû. 400-500 mt. ji navçeyê re mabû min mînîbusê kişand milê rastê. Polîs jî sekinîn. Min ji wan xwest ku bang li ambulansê bikin lê bi carekê re wenda bûn. Demek di ser re çû ambulansek hat û Sabrî Morkoç bir. Pişt re jî wesayîtek sivîl hat û cenazeya Kamber Morkoç girt."
'ŞIKA MIN JI POLÎSAN HEYE'
Akin diyar kir ku şika wî ji polîsên sivîl heye û wiha berdewam kir: "Ji ber ku polîs got haya min ji bûyerê heye û nasnameya min birin qereqolê, ez bi guman in ku têkiliya polîsan bi bûyerê heye. Êrîşeke plankirî ye. 17-18 gule li mînîbusê ket û bi bombe êrîş kirin. Dema ez ji bo îfade bidim çûm qereqolê nasnameya min li ser masê bû. Ji min pirs kirin ku em çima çûne wê derê û di wesayitê de kî hebûn. Min jî tiştên ku min dît anî ziman. Min giliyê êrîşkaran jî kir."