Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hat şikandin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî derdora gundê Qereqozaxê kirin û ev êrîşa wan hatiye şikandin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî derdora gundê Qereqozaxê kirin û ev êrîşa wan hatiye şikandin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî çeperên YPG'ê yên li ser sînorê Kobanê, dewam dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya YPG'ê de hat gotin, "Di  27’ê Mijdarê saet di 14.30’an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên li başûrê bajarokê Cerablûsê, bi çekên giran êrîş birin ser gundê Qereqozax ê li başûrrojavayê Kobanê.

Di 27’ê Mijdarê saet 17.30’an de çeteyên DAIŞ’ê xwestin li başûrê bajarokê Sirîn ê girêdayî Kobanê êrîşek lidar bixin. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerekî dem kurt rû da. Çeteyên ku hewl dan êrîş bikin, piştî şer neçar man ji qadê birevin."

ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÊN XWE YÊN LI HEMBERÎ ÇEPERÊN LI SER SÎNORÊ KOBANÊ DEWAM DIKE

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku êrîşên artêşa Tirk ên di 24ê Cotmehê de li hemberî çeperên YPG'ê yên li ser sînorê Kobanê hatin destpêkirin, dewam dikin. YPG'ê got, "Di 27’ê Mijdarê saet di 17.00’an de artêşa Tirk li dijî nuqteya Zeytûnan a dikeve rojavayê bajaroka Girê Sipî bi çekên A4 êrîşek lidar xist."

ÇETEYÊN EL NÛSRA ÊRÎŞÎ GUNDÊ PÎNO KIRIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku çeteyên El Nûsra îro li nêzî bajarokê Şêx Meqsûd ê Helebê, êrîşî gundê Pîno kirin û got, "Di 27’ê Mijdarê de çeteyên El Nûsra xwestin li dijî gundê Pîno yê li nêzîkî taxa Şêx Meqsûd a Halebê êrîşek lidar bixin. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerekî dem kurt qewimî. Di şer de qasî hate zelalkirin çeteyek hate kuştin, endamên çeteyên ku êrîş lidar xistin jî neçar man ji qadê birevin."