Gerînendeya Berê ya Ozgur Gundem Parêzer Eren Keskîn a ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Di çarçoveya lêpirsîna bi îdîayên “Endamê rêxistinê” û “Yekîtî û yekbûyîna dewletê xirakirin” ji bo li dozgeriyê îfade bide şandin Edliyeya Stenbolê ya ku li Çaglayanê. Li gel parêzerên Eren jî parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) jî gelek parêzer ji bo piştgirî bidin Keskîn li pêşiya edliyeyê amadebûn. Keskîn a ku ji aliyê Dozgerê Çapemeniyê Ûmût Tepe ve îfadeyî wê hate girtin, giştî parêxerên ku ji jinan pêk tên Keskîn parastin.
ÎFADEYA KESKÎN
Eren Keskîn di îfadeya xwe ya li dozgeriyê bala kişand ser van xûsûsan:
"Sûcên ku davêjin ser min, kir. Heta 27'ê Adara 2016'an bi hevalê xwe Huseyên Aykol re Hevgerînendetiya Weşanê ya Giştî kir. Piştî vê dîrokê û şûn de di rojnameyê de peywireke min tinebû. 15 rojan careke ji bo rojnameyê nivîsan dinivîsînim. Gerînendetiya weşanê bi temamî sembolîk e. Gelek rêveber û nivîskarên rojnameyê di kuştinên kiryar nediyar de hatibûn qetilkirin. Mînak hinek ji wan Mûsa Anter, Ferhat Tepe û Huseyîn Denîz in. Ez ji bo piştgiriyê ya rast jî ji bo kiryarên van kuştinan bên dîtin bûn gerînendeya weşanê. Têkîldarî kuştinên kiryar nediyar bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ê ku wê demê Serokkwezîr bû re li Qesra Dolmabahçeyê bi Dayikên Şemiyê û ÎHD'ê re me civînek li dar xist. Ez jî weke rêvebera Komeleya Mafên Mirovan tevlî vî civînê bûm. Erdogan soza wekî 'careke din di dema me de wê kuştinên kiryar nediyar nebin em ê hemû kiryaran bibînin' da. Ev civîn di 2014'an de bû lê roj tam nayê bîra min. Bandor an jî peywira min a wekî polîtîkaya weşanê ya rojnameyê diyar bikim tuneye. Bi awayeke aktîf ez pîşeya xwe parêzeriyê dikim. Ji ber vê yekê jî ne pêkan e ku di rojnameyê de demeke zêde bisekinim. Ez di rojnameyê de bêhtir li ser mafên mirovan û şîdeta li hemberî jinan nivîsan dinivîsînim. Agahiya min tineye ku rêveberên KCK/PKK'ê yên li çiya bi mahlasan nivîsan dinivîsînin. Ez parazvana mafên mirovan im. Heta niha qet nebûme endama ti rêxistinan. Ti caran der barê min de bi sûcdakirina 'endamtiya rêxistina terorê' lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Ez rêveberê rojnameyê jî nînim. Ez sûcdakirinên ku der barê min de tên gotin qebûl nakim."
Gerînendeya Berê ya Ozgur Gundem Parêzer Eren Keskîn a ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin, piştî îfadeya ku ji aliyê 2.Dadgeha Ceza ya Sulh a Stenbolê ve hate girtin û şûn de bi şertê kontrola edlî serbest hate berdan.