Erdogan li Amedê rastî protestoyan hat

Erdogan li Amedê rastî protestoyan hat

Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dema hate Amedê li rêgeha ku têre derbas bû ji aliyê welatiyan ve hate şermezarkirin. Polîsan êrîşê girseya gel kir û pevçûn rû dan.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan tevî keça xwe û hevsera xwe hat Amedê. Li Balefirgeha Amedê ji aliyê Wezîrê Tirk ê Çandinî û Ajalvaniyê Mehdî Eker, Wezîrê Geşedanê yê Tirk Cevdet Yilmaz, Wezîrê Aborî Mehmet Şîmşek, Wezîrê Gihandin, Deryavanî û Ragihandinê Bînalî Yildirim, Weliyê Amedê Mustafa Toprak, Midûrê Emniyetê Mustafa Saglam û AKP’yiyan ve hat pêşwazîkirin.

Nehiştin rojnamevan bikevin balefirgehê. Erdogan di hatina Amedê de li rêgehê rastî çalakiyên şermezarkirinê hat. Otobusa ku Serokwezîr Erdogan têde bû, li Kuruçeşme ji aliyê welatiyan ve bi çepik û dirûşmeyan hate protestokirin. Polîsan bi çopan êrîşê girsê kir û kom belav kir. Koma ku Erdogan bi çepikan şermezar kir rastî mudaxaleya polîsan hat û di nava taxê de bûyeran berdewam kir.

Ji ber hatina Erdogan a Amedê polîsan û hêzên çevîk bi panzer, TOMA maşineyên zirxî û helîkopteran tedbîrên awarte û gelek mezin girtin. Li regeha Erdogan polîsên sekvan hatin bicihkirin. Nêzî 500 polîs ji bajarên Meletî, Mûş, Xerpêt û gelek bajarên derdorê anîn Amedê. Dîsa 10 maşîneyên zirxî anîn Amedê. Hate zanîn ku 4 hezar û 666 polis hatin peyvirdarkirin. Bi hatina Erdogan a Amedê re helîkopter zêde bûn. Bi taybetî li Kuruçeşme, 5 Nisan, Dortyol, Lezgin Avci û Kaynartepe welatî neçûn ser kar û dikanên xwe girtin.

Erdogan tevî wezîrên xwe li otobûsa partiya xwe siwar bûn û di bin tedbîrên xurt ên ewlekariyê de ji bo beşdarî kongreya partiya xwe bibe çû Salona Sporê ya Seyrantepeyê û axaftina wî ya li vir didome.