Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê, di gotara xwe ya vê hefteyê a li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de, bi serenavê "Diyalektîka hebûna Tirkiyeyê", xeteriya ku Erdogan tîne serê Tirkiyeyê, nirxand.
Nivîsa Bayik bi vî rengî ye:
"Di serî de serokomar Tayyîp Erdogan rayedarên AKP’ê û çapemeniya alîgir di her derfetê de dibêjin niştîman, milet, Sakarya. Mîna ku hinek wê welatê wan ji wan bistînin û mîna ku ew jî parastina welatê xwe yê pîroz dikin! Li cîhanê mîkake din a bêexlaqiya ku dikare her tiştî serobino bike tune ye. Hem bajarên kurdan dirûxînin, dişewitînin, hem jî hem jî qal dikin ku hinek dixwazin tirkan biqewirînin.
Tevgera Azadiya Kurd bêyî ku sînorên siyasî yên Tirkiyeyê mîna pirsgirêk bibîne qala welatê hevbeş kiriye. Lê belê Tayyîp Erdogan bi israr qala welat, ango welatê tirkan dike. Kurdistan a ku kurd lê dijîn mîna cihekî ku were fetihkirin û tirk kirin tê dîtin. Kesî welatê tirkan dagir nekiriye; lê belê welatê kurdan mîna hêzeke dagirker dirûxînin, dişewitînin, tê xwestin kurdan ti komkujiyê re derbas bikin. Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke bi vî rengî heye.
Naxwe çavê ti kesî di axa ku tirk lê dijîn de tine ye. Lê belê pirsgirêkeke polîtîka û têgihiştinê ya Tirkiyeyê li hûndir û derve bi pirsgirêkên mezin re rûbirû dihêle heye.
Li Kurdistanê bajar tên wêrankirin û li her cihî ala tirk tê daliqandin. Polîs û leşkerên ku li Kurdistanê ber bi mirinê ve tên ajotin mîna lehengên ku welat rizgar kirin tên nîşandan. Ev tev xapandin e. Desthilatdariya AKP’ê ji bo hegemonyaya xwe leşker û polîsan dişînê mirinê.
Kurd tenê û tenê li ser xaka xwe bi ziman û nasnemeya xwe dixwazin jiyaneke demokratîk bijîn. Xwerêvebirî mîna şîrê dayikê mafê kurda ye. Bi şewitandin û wêrankirina bajarên kurdan re; bêyî jin, zarok, kal û ciwan kurdan bikûjin û bibêjin, “em van deran dikin welat”, tê wateya mikurhatina polîtîka û têgihiştina dagirker û tevkuriya mêtînger.
A ku welatê tirkan û Tirkiyeyê dike xetereyê têgihiştin û polîtîkaya heyî û desthilatdarî ye. Desthilatdariya Tayyîp Erdogan û AKP’ê qanûna hebûna tirkan a li ser vê erdnîgariyê û kirina welat a van axan fahm nekirine.
Mîna padîşahên Osmanî yê pir qala wan dike jî qanûna mayina Tirkan a li ser van xakan û mîna hêz xwe jiyana xwe domandin fam ne kiriye. Berevajî qanûna hebûna tirkan a li ser van xakan tevdigere û Tirkiyeyê ber bi xeteriyeke mezin ve dibe.
Rêber Apo gelek caran destnîşan kir ku tirkan li vê erdnîgariyê di sala 1071’ê, 1514-16-17 û 1920’an de tevî kurdan kete tevgerê, bi piştgiriya kurdan hebûna xwe pêk anî, her wiha berê xwe dayina Rojhilata Navîn û Ewropayê jî di encama têkiliyên baş ên bi kurdan re pêk hatin.
Her wiha bal kişandiye ku dema tirk bi kurdan re têkiliyê baş datînin li vê erdnîgariyê dibin hêz, dema bi kurdan re şer dike jî bi diyalektîka hebûn û hêzbûyinê re dikeve nav nakokiyê.
Di rewşa ku ev rastî li holê ye de, gelo kurd an desthilatdariya AKP’ê û hevkariyên faşîzan berovajî dîrokê tevdigerin û xiyanetê lê dikin. Vekiriye ku dema têkiliyên kurd-tirkan dibin mijara gotinê, yên li dîroka Tirkiyeyê xiyanetê dikin ên li dijî kurdan şer didin destpêkirin in. Ên axa kurdan mîna cihên ku divê werin dagirkirin dibînin in. Tayyîp Erdogan, Gladyoya Qesrê, AKP’î û çapemeniya alîgir bi dengê bilind û qîreqîrê vê rastiyê dixwazin serobino bikin.
Dixwazin bi vê yekê di serî de kurd sûcên li dij gelên Tirkiyeyê kirine veşêrin.
Ger di rewşa niha de yên li gor daxwaza dijminên Tirkiyeyê tevdigerin hebin, ew jî Tayyîp Erdogan, Gladyoya Qesrê û hevkarên wan ên faşîst in. Di vê astê de şerkirina bi kurdan re tenê û tenê dijminên Tirkiyeyê dixwazin.
Ji ber vê yekê yên dixwazin dewleta tirk kurdan înkar bike, jiyana azad û demokratîk a kurdan nas neke û her tim bi kurdan re di nav şer de be ji rewşa niha gelekî kêfxweş in. Lewre ger rewşeke ku Tirkiyeyê ber bi xeteriyekê vedibe hebe, ew jî polîtîkayên Tayyîp Erdogan û Gladyoya Qesrê ne. Kurd wê ji jiyana azad û demokratîk a bi nasname û çanda xwe pêngavê bi paş de ne avêjin.
Di rewşa ku vê Tayyîp Erdogan û Gladyoya Qesre nikaribe kurdan têk bibe û ji holê rake ev polîtîka wê were wateya di nav demê de dawîlêanîna Tirkiyeyê ye. Tayyîp Erdogan û Gladyoya Qesrê, ji bo wêrankirin û şewitandina bajarên kurdan de piştgiriya hin hêzan girtin. Lê beranberî çi? Desthilatdariyeke di nav qefletê de ya bûye pêlîstoka hêzên cuda heye ku bersiva vê pirsê fam nake. Heta dikarin bila niştîman, milet, Sakarya biqîrîn, olîgarşiyeke siyasî ya welat û milet ber bi kendalê ve dibê heye. Enver, Talat û Cemal Paşa jî xwe gelekî niştîman perwer didîtin, gelo encam bû çi? Ev kesayet wê li gor ramanên wan bên nirxandin an li gor encamên afirandin?
Niha li Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan bûye Enver Paşa, dixwaze bibe lîderê cîhana tirk. Bi polîtîkayên şovenîst, neteweperest û mezhebparêzî Tirkiye xistiye rêyeke gelekî xeter. Enver Paşa li hespê Osmanî siwar bû û bi şêwazekî ji xwe çûyî tevî xwe dawiya Osmanî jî anî. Niha jî Tayyîp Erdogan û Gladyoya Qesrê li hespê Tirkiyeyê siwar bûne, bi şêwazekî ji çûyî dawiya Tirkiyeyê ya neyînî gav bi gav tînin.
Li Tirkiyeyê welatparêzî ne lêyîstina çepikan ji bo yên derfetê Tirkiyeyê ji bo hegemonyaya xwe bikar tînê û dixwaze Tirkiyeyê biqedîne. Li Tirkiyeyê welatparêzî girtina rêya desthilatdariyeke ji xwe çûyî ya bêexlaq e û vergerandina Tirkiyeyê ya welatê hevbeş ê tevahiya gelan e.
Dîrok ne tenê rabirdû ye; dîrok, di heman demê de îro ye jî. Her kes bila li dîrok û diyalektîka têkiliyên kurd-tirkan bibîne û li gor wê yekê biryarê bide ka paşeroj wê çawa be."