Erdogan bû 'mexdûr', karker jî sûcdar

Karkerê înşeatê yê Kurd ê ji Agirî F.A., ji ber parvekirinên xwe yên li Facebookê jiyan lê herimî. Ji ber ku wêneyên Erdogan û Kiliçdaroglû yên daw lê parve kir, ji sûcdariya 'endametiya rêxistinê' doz lê hat vekirin.

F.A. yê Kurd ê li Kayseriyê dijî, ji ber parvekirinên xwe yên li Facebookê, tiştek nema nehat serê wî. Di destpêkê de, bû hedefa lînçê. Dûre, bi îdîaya ku wêneyên Serokkomarê Tirk Erdogan û lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû yên daw li wan bi rêya Facebookê parve kiriye, ji ber sûcdariya 'endametiya rêxistina terorê' hat girtin û 3 mehan li girtîgehê hat ragirtin. F.A. bi şertê kontrolê hat berdan. Lê belê, ji ber parvekirinên wî yên li Facebookê, hînê du dozên din hene lê hatine vekirin.

Bi fermana Dozgeriya Komarê ya Kayseriyê, polîsên Tirk avêtin ser mala F.A. ya li Kayseriyê. Li hemberî F.A. yê hat binçavkirin, ji ber sûcdariyên 'endametiya rêxistinê', heqaret û gefa li Serokkomar' û 'propaganda rêxistinê' doz hat vekirin. Di belge û raporên dadgehê de Serokkomarê Tirk weke 'mexdûr' hat nivîsandin.

Her çend F.A. di dadgehê de ragihand, ku parvekirinên li malpera wî vîrûs in û ne yên wî ne jî, ew girtin û şandin girtîgehê. Bi mehan li girtîgehê hat ragirtin, îşkence lê hat kirin û dûre bi şertê kontrola edlî hat berdan.

F.A. yê zewicî û bavê du zarokan, bi parvekirina wêneyên Serokkomar Erdogan ên daw lê, tê sûcdarkirin.

F.A. beriya bê girtin, tevî hevalên xwe yên li înşeatê dixebite, bûn hedefa êrîşên nîjadperestî. Nasnameya kesê ku ji ber parvekirinên wî gilî kir, ji aliyê dadgehê ve nehat eşkerekirin.

Jiyana F.A. ji ber Facebookê herimî. Niha jî li ber biryara dozên din ên li hemberî wî hatine vekirin e.