Endezyarên Jeofîzîkê serdana Baydemîr kirin

Endezyarên Jeofîzîkê serdana Baydemîr kirin

Serokê Odeya Endezyarên Jeofîzîkê ya TMMOB û endamên Lineya rêveberiyê, şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr ziyaret kirin û di warê erdhêjê û pêşîgirtina wê ya li Amedê de nêrîn hatin parvekirin.

Serokê Odeya Endezyarên Jeofîzîkê ya TMMOB ya ku navenda wê li Enqereyê ye Şevket Demîrbaş û serokê wê yên duyemîn Îmam Çelîk û endamên lijneyên hatin Amedê û çûn serdana şaredara Osman Baydemîr. Di hevdîtinê de kanûna afetê ya dawÎ hatiye derxistin, li Amedê erdhêj û pêşîgirtina li erdhêjê hate nîqşakirin.

Baydemîr hewldanên heyetê yên ji bo fêdaya gel pîroz kir û wihagot: “Tedbîr girtin berpirsyariya meya hemûyane. Mîsyon û sazî derbasdarin. Dibe ku sibe em ne livan deranbin. Lê bajar her tim li şûna xwe dimînin. Divê hemû şaredarî bi hev re bixebitin. Ji bo fêdeya gel divê em derî li hemû projeyan vebikin.”

Baydemîr wiha pê de çû: “Di xebatên li bajar tên kirin de em pêşniyara konseya bajar jî digirin. Bi TMMOB’ê re xebatên me dimeşe. Em dixwazin hemû endezyarên jeofîzîkê li Amedê bibînin. Ev hatin û çuyîn jî biyanîbûnê ji holê radike.”

Baydemîr piştî axaftinan tablo diyariyê Demîrbaş kir û Demîrbaş jî tabloyek kuleya dêra Surp Gîrason diyariyê Baydemîr kir.