Hemû delegeyên 4'emîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê bi girseyî girtina xwendekarên tibê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hikûmeta ku dema hostayiyê bi hostayî birêve dibe, faşizmekê hosta pêk tîne.
Hemû delegeyên 4'emîn Kogreya Tibê ya Mezopotamyayê ku dê 2 roj bidome, piştî navber dane kongreyê, derbarê girtin û binçavkirina xwendekarên tibê û şaredarên BDP'yî yên li Wanê pêk hat de daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Odeya Tibê ya Êlihê Dr. Mehmet Demîr daxuyanî xwendin. Demîr, binçavkirina xwendekarên tibê yên di 6'ê hezîranê de di heman demî de serdegirtina malan de li gelek bajaran binçavkirin hate kirin, bibîrxist û got: "Hikûmeta AKP'ê ku dema hostayiyê bi hostayî birêve dibe, faşizmekê hosta pêk tîne."
Demîr, anî ziman ku hikûmet nivîskaran, yên li rûbar, av, çay, mal, axa xwe xwedî derdikevin, ciwanên 'perwerdehiya bê pere' dixwazin, rêvebir û endamên sendîqayan, parlementerên hilbijêr, şaredar û siyasetmedaran, rewşenbîr, hindekar, parêzer, jinên KESK'ê yên têkoşîna mafên jina didin, digire û wan tasfiye dike. Demîr, destnîşan kir ku ev feraseta AKP'ê niha jî xwendekarên tenduristiyê ku têkoşîna mafê tenduristiyê didin, hedef digire.
Demîr, di daxuyaniya xwe de binçavkirin û girtina şaredar û rêveberên BDP'ê yên Wanê jî şermezar kir û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê feraseta, çareserkirina pirsgirêka kurd ya demokratîk û aştiyane hildaye refê, mesafeya heta niha hatî meşandin piştguh dike, 34 zarokên Roboskî qetil kir vê jî bi nîqaşên kurtajê xeniqand, tacîza li ser zarokên Girtîgeha Pozantiyê piştguh kir, hemû operasyonên leşkerî û sivîl berdewam dike. Niha jî ew ciwanên ku dê pêşerojê de bibin endamên Odeyên Tabîbê, SES û tibê ji bo bêdeng bike wan binçav dike û digire. Em van pêkanînan bi tundî şermezar dikin."