Endamê KCD'ê Çaki jiyana xwe ji dest da

Endamê KCD'ê Çaki jiyana xwe ji dest da

Endamê Kongreya Civaka Demokratîk Dervîş Çaki di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Endamê Kongreya Civaka Demokratîk Dervîş Çaki yê ku demeke dirêj di nav siyaseta Kurd de cih girt şevê din li Mûşê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çaki ji bo otopsiyê rakirin nexweşxana dewletê ya Mûşê. Piştî otopsiyê Rêvebirên BDP û TUHAYD-DER'ê jî di nav de komeke qelebalix cenazeyê Çaki birin gundê Dereyurtê û li wê derê defin kirin.