Encu: Êrîşên li dijî berxwedana Hezexê wê bi ser nekevin

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê li Hezexa dorpêçkirî ye, da xuyakirin ku dewletê bi pêkanîna komkujiyan re bersiv da ye daxwazên demokratîk ên gelê Kurd û destnîşan kir, ku êrîşên li Hezexê jî wê bi ser nekevin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê li Hezexa dorpêçkirî ye, da xuyakirin ku dewletê bi pêkanîna komkujiyan re bersiv da ye daxwazên demokratîk ên gelê Kurd û destnîşan kir, ku êrîşên li Hezexê jî wê bi ser nekevin.

Li navçeya Şirnex Hezexê, 'qedexeya derketina derve' ku di çarçoveya êrîşên qirkirinê yên bi mehan e tên kirin de hat ragihandin, di roja 9. de ye. Tank û maşînên zirxî yên li gundê Xirabşeref ê li jorê navçeyê bi cih bûne, êrîşî taxên Tûrgût Ozal û Yenî Mahalle dikin. Ji ber van êrîşan heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek xanî şewitîne. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, ku ji roja destpêkirian 'qedexeya derketina derve' û vir ve li navçeyê ye, da xuyakirin ku dewlet li Hezexê êrîşî hebûna gelê Kurd dike û destnîşan kir, ku berxwedana li hemberî hêzên dewletê tê nîşandan, berxwedaneke mafdar e.

'DEWLETA TIRK BI KOMKUJIYÊ BERSIV DA DAXWAZÊN HERÎ DEMOKRATÎK ÊN KURDAN'

Encu diyar kir, dewleta AKP'ê ji 7'ê Hezîranê û vir ve li dijî gelê Kurd êrîşeke topyekûn daye destpêkirin û got, "Ji bo şerê di 7'ê Hezîranê de li hemberî gelê Kurd hat destpêkirin, weke amûra şer 'qedexeya derketina derve' li Kurdistanê tê bikaranîn. Di qedexeyên derketina derve yên li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Kerboran û Sûrê de bi sedan kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin."

Encu da zanîn, ku hêzên dewletê bi komkujiyan re bersiv dane daxwazên herî demokratîk ên gelê Kurd û diyar kir, xendek û bend jî ji ber polîtîkayên qirkirinê derketin holê.

Encu anî ziman, eger bi girtin û zextê re brsiv ji daxwazên demokratîk û rewa yên gelekî re bersiv bê dayîn, hingî mafê wî gelî heye xwe biparêze û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dewletê bi xwe, bi polîtîkaya xwe ya zextê re kir ku Kurd xendekan bikolin, bendan ava bikin. Hêzên ku bi tank û topan li dijî mafê herî rewa yê Kurdan derketin, xendek kûr kirin, bend jî zexm kirin. Berpirsyarê herî mezin ê xendek û bendan ew hêzên li hemberî Kurdan tank û topan bi kar tînin, e."

'OPERASYONÊN DI BIN NAVÊ QEDEXEYA DERKETINA DERVE DE TÊN KIRIN, QIRKIRIN E'

Encu ragihand, ya ku li Cizîr, Silopiya û Sûrê di bin navê 'qedexeya derketina derve' de li jin, zarok, ciwan û xwezayê hat kirin, niha hewl tê dayîn li Hezexê jî bê kirin û got, "Operasyonên niha di bin navê qedexeya derketina derve de li Hezexê tên kirin, qirkirin e. AKP, van êrîşên xwe yên ji bo qirkirina Kurdan, weke ku ji bo ewlekariya can û mal e li rojavayê welêt nîşan dide. Gelê li rojavayê welêt jî bi van derewan dixape." Encu da xuyakirin, ku li Kurdistanê teşhîrkirina bedena jinê êrîş û mesajek li hemberî hemû jinan e û destnîşan kir, ku ev yek di heman demê de tirsa ji têkoşîna jinê nîşan dide.

Encu bibîr xist, ku di herikîna dîrokê de dewletê timî bi hewl da daxwazên gelê Kurd bieciqîne û got, "Mînakên vê li Dêrsim, Agirî û Roboskî hene. Ji ber vê yekê, li dijî daxwaza xwe rêvebirinê ya gelê Hezexê operasyonên qirkirinê tên meşandin. Ev êrîşên li hemberî daxwaza xwerêveberiyê ya li Hezexê, wê negihêje armanca xwe. Kurd wê li ser xaka xwe bi çand û nasnameya xwe bijîn."

Encu destnîşan kir, ku dewlet çi dike bila bike wê nikaribe pêşî li têkoşîna Kurdan a ji bo avakirina pêşeroja azad bigire û got, "Mirovên me yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin wê bibin bingeha vê têkoşîna avakirinê. Mirovên leheng ên mîna Sêvê Demîr, Fatma Nayir û Mehmet Tûnç, wê weke pêşengên vê têkoşîna avakirinê cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de bigirin. Her kesên dixwazin li ser xaka xwe bi çanda xwe re bijîn, divê destekê bidin vê têkoşînê."

Encu diyar kir, ji ber ku hêzên dewletê li Hezexê êrîşî hebûna gelê Kurd dike, berxwedana li Hezexê rewa ye û got, "Banga me ya dawî li gelê me ew e ku derhal xwedî li berxwedana Hezexê derkeve. Eger xwedî li vê berxwedanê neyê derketin û li vir komkujî werin kirin, hingî em ê hemû ji van komkujiyan berpirsyar bin."