Encamnameya kongreya 2. a KODAR'ê

Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di navbera 22-24'ê Cotmeha 2016'an de kongreya xwe ya duyemîn pêk anî û encamên kongreyê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di encamnameyê de hat ragihandin, kongreya 2. a Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di navbera 22-24'ê Cotmeha 2016'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye lidarxistin.

Di encamnameyê de bal hat kişandin ser vê pêvajoya hesas û aloz a li herêm Rojhilata Navîn û hat destnîşankirin, duyemîn Kongreya KODAR'ê, rewşa siyasî ya li Îranê, rola wê ya di pêkanîna krîzê de û tespîtên li ser derbaskirina krîzê nirxandiye.

'BI XETA XWE YA SÊYEMÎN RE KURD BÛNE HÊZA SEREKE YA ÇARESERIYA KRÎZA HEYÎ'

Li gorî encamnameyê, di kongreyê de li ser vê mijarê ev nirxandin hat kirin: "Aloziya heyî ya li herêma Rojhilata Navîn, her wiha cografyaya siyasî ya li herêmê, tabloya şerê cîhanî yê sêyemîn, bi berfirehî hatin nirxandin. Di rewşa bi krîz a heyî de, hebûna hêzên herêmî û cîhanî diyarker e. Krîza li Rojhilata Navîn, nimûneya herî berbiçav ya şerê cîhanî yê sêyem e li cografyaya siyasî ya herêmê. Hebûna hêzên herêmî û cîhanî, di heman demê de bêhtir ji kûrkirina krîza heyî re xizmetê dike. Ev yek jî îhtimala avabûna derfetên nû û vekirinên siyasî bi xwe re tîne. Li gorî lêgerînên siyasî yên hêzên ku di nav van şer de ne û hevsengiya nû di herêmê de, îmkan û derfetên derbasbûna ji krîza avabûyî gelek zêde ye."

Di encamnameyê de işaret bi rewşa Kurdan hat kirin û hat ragihandin, ku Kurd bi xeta sêyemîn a demokratîk re bûne hêza sereke ya çareseriyê û bi siyaseta xwe, rêya çareseriya krîza heyî ya li Rojhilata Navîn nîşan didin.

Hat destnîşankirin, ku bêyî berçavkirina statu û hebûna gelê Kurd weke hevsengiyeke diyarker a siyasî, derketiye holê ku meşandina siyasetê û çareserkirina krîza rewşa heyî ne pêkan e.

'ÎRAN YEK JI WAN WELATAN E KU KRÎZÊ DAFIRÎNE'

Di dewama encamnameyê de rola Îranê ya di krîza herêmê de hat nirxandin û hat gotin, "Îran, weke yek ji wan welatên ku krîzan dafirîne û di nav şerê heyî yên herêmê de xwedî roleke bi bandor û diyarker e. Ji ber sedema serwerî û vekirinên siyasî û zîhniyeta xwe ya mutlaqger, bi xwe jî di nava rewşeke bêîstîqrariyê de ye. Her wiha bi israre ku şer li derveyî sînorên welatê xwe bigire. Bi vî awayî di hewldana pêşxistina kûrkirina stratejiya xwe de ye. Xofa rayedarên Komara Îslamî ew e ku li herêmê pergala dewleta Îslamî ya Îranê  ji rewşa heyî zêdetir bikeve  nav ritama krîza heyî  û her wiha  derbasbûyîna krîzê nav sînorên wê de. Ji ber vê xofa heyî xwe mecbûrî biryarên ne di cih de dike ku ev jî dike xwe ji çareseriya siyasî dûr bigre û daxwazên demokratîk ên gelên Îranî ji nedîtî ve were."

'ÎRAN BI DÎTINA DAXWAZÊN DEMOKRATÎK ÊN GELÊN ÎRANÎ DIKARE XWE JI KRÎZA HEYÎ XILAS BIKE' 

Di encamnameya duyemîn kongreya KODAR'ê de ji bo rizgariya Îranê ji krîza heyî ev tespît hat kirin: "Eger ku Dewleta Îranê, daxwazên demokratîk ên gelên Îranî ji bo xwe weke tehdîtekê nebîne û ber bi pêvajoya demokratîk ve gavê bavêje, wê xwe karibe ji krîza heyî xilas bike. Bi vî awayî dikare xwe ji rewşa hilweşandineke siyasî û ji ketina nava qeyranê rizgar bike. Bi lez pêşdeçuyîna demokratîzasyonê girêdayî pêkhatina guhertinên ku di zihniyet û paradîgmaya dewleta Îranê ye ku ev jî sebaret bi rast pênasekirina daxwaz û mafên hêzên civakî yên demokratîk ên Îranî ye. Rojhilata Navîn a ku îro gelê Kurd û Kurdistan hemû hevsengiyên siyasî yê herêmê, bi hebûn û nasnameya siyasî û civakî ya nûjen serobin kiriye, xwedî vê hêz û potansiyelê ye ku dikare guhertinên demokratîk welatên herêmê û bi taybetî jî li Îranê çê bike. Di heman demê de ger siyaseta dewleta Îranê xwe ji vê guhertinê re vekirî nehelê, bêguman nasnameya nûjen a Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de û potansiyela xwe ya muazzam a têkoşînê, wê Îranê ber bi hilweşîneke kûr a civakî ve bibe."

Di encamnameyê de hat ragihandin, KODAR li ser bingeha çareseriya demokratîk a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, diyarkrina plansaziya stratejîk û dahatûya siyasî ya demdirêj a gelên Îranê kongreya xwe pêk aniye û gotin, piştî nîqaşên berfireh, biryarên girîng hatin standin û plansaziyek hat destnîşankirin.

Di encamnameyê de biryar û armancên KODAR'ê bi vî rengî hatin ragihandin:

ARMANC Û PLANSAZÎ

1-Sîstema demokratîk a komalgeha Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), bêyî ku modela netewe dewlet esas bigire, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, pêşxistin û mayîndekirina modela konfederalîzma demokratîk hedef dike û vê yekê weke armanca xwe ya stratejîk pênase dike. Bi mîhwera civakbûyînê, di çarçoveya modela xwerêveberiya demokratîk  de diyarkirina mafê çarenûsê, avakirina derfetên damezrandina meclîsên tax û herêman, rêxistinkirina komun, kooperatîfên civakî, sendîka, partî û saziyên medenî û tevlîbûna gel di nav mekanîzmayên biryarên siyasî û civakî weke mafê rewa yên neteweyan û her wiha pêdiviya pêşxistina demokrasiyê di Îranê de dibîne. Li ser vê esasê hemû nasnameyên civakî, dîn, mezhep, cudatiyên civakî xwedî mafên wekhev in û tevlîbûnên wan di nava modela konfederalîzma demokratîk de, weke dewlemendiya siyasî û civakî dibîne. 

2-KODAR di nav hevsengiya siyasî ya hundirîn û herêmî de, stratejiya cepheya sêyem, bingeha pêşxistina têkoşîna xwe ya demokratîk dibîne. Di heman demê de ku bi dewletên antî demokratîk re sînorên wê bi dijwarî diyar in, her wiha di nav rêzbendiya hêzên statukoparêz a herêmî de cihê xwe nagire, siyaseta xwe ya serbixwe pêş de dibe.

3-KODAR, xwe bi hemû aliyan ve li hember pêşxistina têkoşîna  azadiya Rêberê gelê Kurdistanê  Rêber APO de berpirsiyar dibîne. 'Abdullah Ocalan', bîrmendê sîstema konfederalîzma demokratik dibîne. Di vê çarçoveyê de hemû kapasîteya siyasî û civakî ji bo misogerkirina azadiya Rêber APO seferber dike.

4-Cumhûriya Îslamî ya Îranê, di hundirê welat de, ji pêşxistina proseya demokratîzasyonê mukellefe û her wiha mukelllefe ku bi awayekî fermî mafê xwerêveberiya demokratîk a gelê kurd a di Rojhilatê Kurdistanê de nas bike û bipejirîne. Ev yek herî kêm yek ji daxwazên gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Pêş şertê vê jî, guhertina destûra bingehîn a Îranê ya heyî ye. Eger Cumhuriya Îslamî ya Îranê maf û azadiya gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê û di serî de mafê xwerêveberiya demokratik bi fermî nas bike, sîstema konfederalîzma demokratik jî dikare bi dewletê re di nav danûstandinê de be.  Ji derveyî vê KODAR bi awayekî yekalî, rêxistinkirin û pratîkkirina modela xwerêveberiya demokratik weke plansaziya xwe ya siyasî û civakî destnîşan dike. 

5-Di modela Konfederalîzma Demokratîk de ku KODAR pêşengê pêşxistina vê ye, nasname, hebûna siyasî û civakî û mafê hemû baweriyan, li gorî hemwelatiya azad, demokratîk û wekhev, misoger dike. Bê ku ferq û cudatî bixe nav hemû pêkhateyên curbecur ên civakî , mafê xwerêxistinkirin û parastina nasnameyên, çandî, civakî, siyasî, dînî û bawerî nas dike. 

6-Di nav sîstema KODAR’ê de, jin û ciwan, hêzen pêşeng in. Her wiha di rêxistinkirin û pêşxistina sîstema Konfederalîzma Demokratik de xwedî roleke diyarker in. Li ser hêmana paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, xwe bi rêxistin dike. Jin di hemû qadên siyasî, civakî, parastinî, çandî, aborî de bi awayekî wekhev beşdar dibin û di nav hemû ast û mekanîzmayên rêveberiyê de, sîstema hevserokatiyê ya temsiliyeta hevbeş û wekhev esas digre. 

7-Sîstema modernîteya sermayedarî bi îstîsmara komkirina sermaye, endustriyalîzm û kûrkirina modela netewe dewletê û texrîbata jîngehê hewil dide ku hebûna xwe berdewam û mayînde bike. Bi vê ve girêdayî, li Rojhatê Kurdistanê gelek texrîbatên mezin di bin navê 'geşkirina aborî' de rû didin. KODAR bi hesasiyeteke taybet di çarçoveya paradîgmaya demokratîk- ekolojîk- azadiya jinê li hember zîhniyeta dagirker a Cumhuriya Îslamî ya Îranê û hizra talankar û fetha dewlemendiya jêrerd û xwezayî bi dijwarî radiweste û her cûre texrîbatên ekolojîk ên li Kurdistanê tên kirin weke zerbeya li ser nirxên nasnameya civakî û dîrokî ya gelê Kurd dibîne. Li hember van siyasetan, têdikoşe. 

8-KODAR, li hember her cûre zîhniyet, êrîş û zextên ku li Rojhilatê Kurdistanê li ser gelê Kurd,  ji aliyên hêzên dagirker ên li hundir û li derve tên sepandin, pêşxistina têkoşîn û mafê xweparastinê rewa dibîne. Hêzên parastina rewa ne hêzeke êrîşkar e. Hêza parastina hemû cudatiyên civakî û civaka demokratîk e. 

9-Avakirina eniya demokratik a gelên Îranî û hevgirtina hêzên civakî ya azadîxwaz, weke zarûriyeteke stratejîk di çarçoveya demokratîzasyona Îranê de dibîne. Li ser vê bingehê di duyemîn Kongreya KODAR’ê de, pêşxistina têkiliyên siyasî-civakî di navbera gelên Kurd û Azerî, Ereb, Beluc, Tirkmen û gelên din de, di plana sereke ya kar û xebatê de hatiye destnîşankirin. KODAR, li hemberî kiryarên Cumhuriya Îslamî ya Îranê, hemû van hêzên têkoşer û demokratîxwaz dawetî pêşxistina bereya têkoşîna siyasî û civakî û hewildana pêşxistina hevgirtin û hevkariyê dike. 

10-KODAR amade ye bi partiyên azadîxwaz ên li Rojhilatê Kurdistanê re rûnê. Bawer e ku êdî dema bilindkirina têkoşîna demokratîk û azadiya gelan hatiye û divê  bi awayekî hevbeş, ji her alî ve têkoşîn were bilindkirin. Di vê çarçoveyê de zarûriyeta avabûna mekanîzmaya ku xebatên hevbeş werin pêşxistin, xwe ferz dike. Li ser vî esasî KODAR weke sîstema civakî û siyasî ya demokratîk, ji bo pêkanîna erk û berpirsiyartiyên xwe di vê çarçoveyê de xwe mukellef dibîne." 

HEVSEROKÊN NÛ YÊN KODAR'Ê HATIN HILBIJARTIN

Li gorî encamnameyê, di kongreya duyemîn de di serî de mijarên siyasî-rêxistinî-civakî-parastina rewa, plansazî û pratîka du salên bihûrî bi awayekî berfireh hatine nirxandin. Hat ragihandin, "Xebat û plansaziya du salên pêş diyar kiriye. Dîsa hemû endam û welatiyên KODAR’ê, di pratîkkirin û pêşxistina siyaset û belgeyên Kongreya Duyemîn berpirsiyar in. Rêveberî jî ji aliyê kongreyê ve hatiye guhertin. Di vê çarçoveyê de Heval Fuad Berîtan û Heval Zîlan Tanya weke hevserokên KODAR di hilbijartina duwemîn civata KODAR’ê de hatine hilbijartin." 

Encamname bi vî rengî bi dawî bû: "KODAR, li dar xistina duyemîn kongeraya xwe li hemû gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranî, her wiha di serî de li tevahiya şehîdên rêya têkoşîna azadî û demokrasiyê, li hemû hêzên siyasî, civakî, partî, rewşenbîr, lêgerînerêncivaka sivîl pîroz dike. Her wiha hemû alî û hêzên demokratîk û azadîxwaz, ji bo avakirina civaka demokratik û pêşxistina demokrasiya rasteqîn li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, dawetî pratîk û têkoşîna hevbeş dike."

 

...