Encamnameya Komxebata Tenduristiyê û Girtîgehan aşkera bû

Encamnameya Komxebata Tenduristiyê û Girtîgehan aşkera bû

Encamnameya Komxebata Tenduristiyê û Girtîgehan ya ji aliyê Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Koma Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve hate lidarxistin diyar bû. Di komxebata tenduristiyê de biryara hevbeş ya "Bila heyetek serbixwe bê avakirin û biçe Îmraliyê lêkolîn bike" derket.

Encamnameya Komxebata Tenduristiyê û Girtîgehan ya ji aliyê Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Koma Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve di 20'ê Gulanê de li Mêrdînê pêk hat aşkere bû. Komxebata ku li Salona KESK'ê ya Mêrdînê bi tevlîbûna gelek saziyên sivîl yên civakî bi navê "Komxebata Tenduristî û Girtîgehan" pêk di 20'ê Gulanê de pêk hat û êvarî bi dawi bibû. Endam û nûnerên ATUD, TBB, ÎHD, SES, THÎV, TOHAV, TTB, TUHAD FED û TPD'ê tev li komxebatê bûbûn. KCD'ê derbarê encamnameyê de li avahiya KCD'ê civîn pêk anî. Serokê Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Koma Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Saliha Aydeniz encamname xwend. Aydeniz, anî ziman ku wan rewşa girtîgehan û girtiyên nexweş yên li girtîgehan nirxand û ji bo pêşerojê li çareseriyê geriyan. Aydenîz, da zanîn ku pêkanînên li girtîgehê vedigere îşkenceylê û rastî tecrîda giran tên û wiha got: "Îro li Tirkiyeyê 132 hezar û 359 girtî hene. Ev rewşa heyî serdema 12'ê Îlonê derbas dike."

Aydeniz, da zanîn ku li girtîgehan şert û mercên tenduristiyê tune û kesên nexweş jî nayên dermankirin û wiha berdewam kir: "Li şûna revîn 24 demjimêran ji xizmetê re vekirî bin, di saetên mesaiyê de vekiriye. Dîsa girtiyên tên sewqkirin di nava şert û mercên giran de bi rîngan tên sewqkirin. Girtî di nava şert u mercên giran de tên muayine kirin û tev li kelepçeyan tên dermankirin."

Biryarên hatin girtin wiha ne:

"* Divê em qêrîna xwe hevpar bikin. Ji bo ku pirsgirêkên girtîgehan her tim di rojevê de bên girtin û gelek kesan tevlî vê yekê bikin hewcehî bi Tevgereke Girtîgehê heye. Divê ji bo vê tevgerê kesên pirsgirêkên girtîgehan ji xwe re dikin dert platformek bê vê avakirin.

* Polîtîkayên li hemberî girtîgehan pêktînin ji aliyê hikûmet û raya giştî ve tên şopandin û çewt tên nîşandan. Li hemberî van polîtîkayan divê em zelaliyê pêk bînin. Ji ber vê yekê divê agahî bên komkirin û li navendakê ji raya giştî re bên parvekirin.

*Divê Saziya Tipa Edlî ji ber bêalibûna xwe winda kir di raya giştî de bê deşîfrekirin û ji dewreyê bê derxistin. Li hemberî raporên saziya tipê dide raporên alternatîf bên amadekirin.

* Ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan têkoşîn bê dayîn. Ligel vê yekê raporên girtiyên nexweş ên dermankirina wan tê astengkirin û girtiyên jiyana xwe ji dest dan bên lêkolînkirin û heke kêmasiya kesên rapor amadekirin û rêveberiya Saziya Tipa Edlî hebe serlêdana sûc bê kirin.

* Divê cudakariya pirsgirêkên siyasî û edlî ji holê bên rakirin û pirsgirêkan hevpar bên dîtin û li hemberî van bê derketin.

*Ji bo ku di vê qadê de perwerdehiya tip û tendursîtiyê cih bigire xebat bên meşandin.

*Ji bo ku raporên heyetên şopandina girtîgehan tên amadekirin ji bo ji raya giştî re bê aşkerkirin zextanpêk bînin.

* Ligel van hemû yekan tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û ji ber 10 salin tu agahî jênayên girtin di nav civakê de dibe sedema gumanên gelek cîdî. Ev yekê jî dibe sedema rageşiya civakê. Ji bo vê yekê heyeteke di nav de rêxistinên tendurîstiyê û mafên mirovan jî hene serî li Wezareta Dadê bidin û biçin Îmraliyê lêkolîna bikin û ji bo parêzer û malbat bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînîn daxwazê bikin.

*Li hemberî tecrîd û îzolasyona li girtîgehan di serî de ya li Îmraliyê têkoşîneke hevpar bê dayîn û li hemberî vê yekê helwest bê girtin."

Birayên ji bo şopandina girtîgehan jî evin:

* Siyaseta girtîgehan a nû di bin pêşengiya DYA û Îngîltereyê de dixwazin gerdunî bikin. Di salên dawî de di serî de li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn belav dikin. Divê ev siyaset bê lêkolînkirin û li hemberî vê yekê têkoşîn bê dayîn.

* Divê têkildarî mevzuatê xebateke berfireh bê kirin. Di qada tendurîstiyê de xebateke taybet bê kirin.

* Têkildarî bûyerên hatin jiyîn xebateke taybet bê kirin.

* Têkildarî hekîmtiya girtîgehê û malbatê xebateke pîlot bê kirin.

*Di vegera tendurîstiyê de beşa têkildarî girtîgehan bê zelalkirin.

*Divê protokola Stenbolê bê nûkirin."