Encamnameya 1. Konferansa MDDP hat aşkerakirin
MDDP, encamên 1. Konferansa xwe ya di navbera 28-29'ê Mijdarê de lidar xist, aşkera kir.
MDDP, encamên 1. Konferansa xwe ya di navbera 28-29'ê Mijdarê de lidar xist, aşkera kir.
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (MDDP), encamên 1. Konferansa xwe ya di navbera 28-29'ê Mijdarê de lidarxistî, aşkera kir.
Di encamnameyê de hat ragihandin, ku polîtîka, nakokî û şerê li cîhan, Rojhilata Navîn, Mezopotamya, Kurdistan û Anatoliyê, bi berfirehî hatine nirxandin.
Di encamnameyê de bal hat kişandin ser êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî yên li herêma Xabûrê dijîn û hat gotin, "Gelek mirov qetil kirin, zêdeyî sed mirov dîl girtin. Bi van êrîşan re bûn sedem ku mirovên me hîn bêhtir koç bikin. Tevî vê yekê jî gelê me yê li Sûriyeyê wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi cih tînin û vîna xwe bi gelan re diparêze. Ji bo çareseriyê, em Sûriyeyeke demokratîk a xwe dispêre vîna gelan û rêxistinbûna xweser a bi formula kantonan rast dibînin. Ji bo vê jî girîng e gelê me yekîtiya xwe ya neteweyî esas bigire û bixebite. Sekneke bi vî rengî wê weke gel me xurt bike, têkiliyên me qewîn bike û tevkariyeke girîng li têkoşîna demokrasiyê ya bi pêşengiya gelan bike."
MDDP BÛ PARTIYA AZADIYÊ YA MEZOPOTAMYAYÊ
Di encamnameyê de hat ragihandin ku xebatên bi Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê re hatin destpêkirin, li gelek qadan li ser navê gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî rê li ber gelek guhertên neteweyî, civakî vekir.
Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku biryar hatiye dayîn xebatên bi navê MDDP hatine destpêkirin, ji niha û pê ve weke Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê bên meşandin.
BIRYARÊN KONFERANSÊ
Li gorî encamnameyê biryarên di konferansê de hatine girtin, bi vî rengî ne:
-Di dema pêş de wê giranî ji rêxistinbûyîna gel re bê dayîn
-Ji ber ku xebatên jinan hîmekî girîng ê demokrasiyê ye, wê bi baldarî û girîngî bên meşandin
-Rêxistinbûyîna ciwanan a ku dînamîka bingehîn a civakê ye, wê were xurtkirin
-Li ser pirsgirêkên siyasî, civakî û çandî yê gelê me yê li dîasporayê wê bê rawestîn
-Li ser bingeha yekîtiya neteweyî ya gelê me yê li dîasporayê dijî, wê nîqaş li ser Meclîsa Demokratîk a Neteweyî bê meşandin
-Ji hemû beşên civakê yên li Tirkiye û Kurdistanê demokrasiya civakî diparêzin, piştgiriyeke xurt bê dayîn
-Bi derdorên li Sûriye û Iraqê li ser navê gelê me dixebitin re piştgirî bê dayîn û destek ji xebatên wan re bê pêşkêşkirin
-Wê xwe bigihîne tevahiya gelê me yê li qada Mezopotamyayê dijîn
-Em destekê didin daxwaza gelê xwe ya Xweseriya Demokratîk a Deşta Nînve
-Em destekê didin gelê xwe yê li Sûriyeyê, li ser bingeha neteweyî û nirxên demokratîk rewşa xwe ya xweser ava dike û bi hemû derdorên demokrasiya civakî re tevdigere.
-Em dixwazin Birêz Ocalan ê ku di nava her şert û mercan de destek da gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî, azad bibe
-Em serketina pîroz a Şengalê ya Êzidiyan silav dikin û destekê didin Xweseriya Demokratîk a Êzidiyan
-Bang li dewleta Tirk dikin ku agirbesta dualî îlan bike û bi Birêz Ocalan re di nava mercên wekhev de muzakereyê bike.