BI DÎMEN

Encamên civîna Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê hatin aşkerakirin

Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê ji rêveberiyên Iraq a Federal û herêma Başûrê Kurdistanê xwest, ku Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin û berpirsyarên komkujiya Şengalê di dadgehê de ceza bikin.

Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê ji rêveberiyên Iraq a Federal û herêma Başûrê Kurdistanê xwest, ku Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin û berpirsyarên komkujiya Şengalê di dadgehê de ceza bikin.

Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê, bi beşdariya 250 kesan re roja 29'ê civîneke xwe ya berfireh lidar xist. Encamên vê civînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re hatin aşkerakirin.

Di civîna ku nûnerên TEV-DA, saziya mamosteyan, meclîsên jin û ciwanan jî beşdar bûn de, Berdevkê Meclîsa Avaker a Şengalê Salih Xidir encamên civînê aşkera kir.

Salih Xidir diyar kir ku komkujiya di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hatiye nayê jibîrkirin û got: "Di vê jenosîdê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin û revandin. Yên ku herî zêde êş kişandine jî dayik û xwişkên me yên ku ketibûn destê DAIŞ’ê bûn." 

'HÊZÊN ÇEKDAR GEL TESLÎMÎ DAIŞ'Ê KIR'

Xidir anî ziman ku di dema êrîşên çeteyan de zêdetirî 10 hezar çekdarên girêdayî partiyên siyasî li vê derê hebûn ku gelê pişta xwe bi wan gerim kiribû da ku wan biparêzin, lê mixabin gelê Şengalê teslîmî DAIŞ’ê hatiye kirin û van hêzan bêyî ku şer bikin xwe vekişandine. 

'QEHREMANÎ NAYÊ JIBÎRKIRIN'

Xidir ani ziman ku piştî van qewimîn û tiştên ku bi serê gelê Êzidî hatiye, ji 13’ê Mijdarê ve rewş hate guhertin û axaftina xwe wiha domand: "Şengal hate rizgarkirin, çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê hatin derxistin. Li vir berxwedana ku van qehremanan 13 mehan li Şengalê, ji girê Kolik heta Solax daye meşandin nayê jibîrkirin. Zêdetirî 170 şehîd hatin dayîn. Lê belê hîn tevahiya Şengalê nehatiye azadkirin, hîn jî gelek gundên me di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Li ku derê bibe bila bibe, dema bihostek xaka me ji destê çeteyan hate derxistin, em bi wê serbilind in." 

'22 BIRYAR HATIN GIRTIN'

Salih Xidir anî ziman ku wan di civîna xwe de ev mijar hemû nirxandine wiha dom kir: "Di encama nirxandinan de 22 biryar hatin girtin. Ev biryar di heman demê de bernameya Meclîs Avaker a ji bo îlankirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ye. Rêveberiya Xweser a Şengalê wê ji îro û pê ve li ser esasê van xalan kar bimeşîne û xwe birêve bibe." 

Çend biryarên ku hatine girtin wiha ne: 

"1- Em ji Yekîtiya Iraqek federal û Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku vê rêveberiya xweser qebûl bikin û xwesteka gelê Şengalê bicîh bê. Deriyê rêveberiya xweser ku di 14’ê Çileya 2015’an de hatiye damezirandin ji hemû kesî re vekiriye û herkes dikare tê de cîh bigire, her wiha civaka me ya Êzidî were tê de cîh bigire û piştî rizgarkirina Şengalê destê alîkariyê dirêj bike. 

2- Meclîsên li nahiya Şengal û derdora wê li ser berjewendiyên şexsî û hîzbî hatibûn avakirin, di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê de gel bi tenê hiştin û çûne Başûr, Tirkiye û Ewropayê. Li gorî destûra Iraqê piştî 4 salan diviyabû ku ev meclîs bihatana sekinandin, lê ji ber berjewendiyan berdewam kirin. Niha ti rewatiya van meclîsan ku bêyî hilbijartin ev 10 sal in hebûna xwe didomînin. Em dixwazin karê van meclîsan bê rawestandin û Şengal li ser esasê rêveberiyek xweser bê birêvebirin.

3- Divê li Şengalê dadgehek bê avakirin û der barê jenosîda ku bi serê gelê Êzîdî hatiye de, lêkolîn û muhasebeyekê bike, her wiha hesabê ji kesên ku bûne sedema vê jenosîdê bê pirsîn. 

4- a) Divê Şengal bibe herêmek xweser û li gorî xalên 116 û 125’an ên destûra bingehîn a Iraqê ku di sala 2005’an de hatiye qebûlkirin, maf bidin civaka Êzidî ya Şengalê ku xwe birêve bibe. Li gorî vê yekê em dixwazin gelê me yê li Behşik û Bacanan û qeza Şêxan jî  rêveberiyên xwe yên xweser îlan bikin. 

b) Dema dewleta Iraqê di sala 1920 û 1921’an de hatiye avakirin, Şengal bibû qeza. Lê gelek lîstik hatin listin û gelek qeza û gundên girêdayî Şengalê bi ser herêmên din ve hatine girêdan. Em dixwazin erdnîgariya Şenglê vegere ser esasê di dema avakirina Iraqê de.

5 –Divê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) wekî berpirsê parastina sînorê Şengalê û ewlehiya wê ya hundir were dîtin. Hêzên Pêşmerge û Polîsên hevbeş jî dikarin di bin sîwaneya fermandariyeke hevbeş van erkan pêk bînin. Divê bang li dewletan were kirn ku alîkariya leşkerî û darayî pêşkêşî YBŞ'ê bikin.

6-Em ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê dixwazin ku rê li pêşiya şervanên YBŞ'ê û endamên meclîsê dema ku diçin herêmên Başûr negrin.

7-Hêzên HPG, YJA'Str dikarin li Şengalê perwerdeyên şervanên YBŞ'ê organîze bikin heta ku xwe bi xwe birêve bibin û bête zanîn ku tenê dikarin parastina ax û xelkên Şengalê bikin.

8-Roja jinê di civakê de temsîla pêşeroja jiyana azad dike, ji ber vê yekê rola wê di avakirina jiyana cviakî, polîtîk, leşkerî û çandî de pir girîng û aktîf e. Divê di hemû aliyan de nûnertiya wê û bandora wê hebe.

9-Em avakirina komîteyeke çavdêriya ziyanên ku çêbûne û jinûve avakirinê ji aliyê rêveberiya berê ve red dikin. Em dixwazin ku ev komîte bi awayekî hevbeş ku nûnertiya tevahiya xelkên Şengalê bikin werin avakirin.

10-Ji bo bilindkirina ala dewletê an ala herêmê an jî alên partiyên siyasî li Şengalê tu pirsgirêk li gel me tune ye.

11-Divê piştgiriya madî û manewî ji bo jinên ku hatibûn revandin û malbatên wan were xwestin, da ku jinûve jiyana xwe ava bikin û werin tawîzkirin. Ji bo vê jî divê navenda perwerdeyê li Şengalê were vekirin. Divê malbatên şehîdan û xizmên wan jî werin tawîzkirin, hemû qurbaniyên fermanê jî wekî şehîd werin naskirin.

12-Divê kiryara li dijî jinên Êzidî hatiye kirin, wekî hewldana qirkirina jiyonosayîd a komî were naskirin û dosyayê vê yekê radestî aliyê têkildar bibe.

13- Ji derveyî meclîsê danûstandina bi aliyên ku îdîa dikin nûnertiya Êzidiyan dikin, wekî danûstandina bi Êzidiyan re nayê dîtin û tenê wekî danûstandina bi kesên, an jî nûnerên aliyên siyasî tê dîtin. Kesê ku vê yekê di xwe de dibîne bila tevlî meclîsê bibe û erkê xwe bicih bîne.

14-Ji aliyên têkildar were xwestin ku bi hemû derfetrên xwe ji bo rizgarkirina kesên ku hatine revandin, xebatan bidin meşandin.

15-Divê li Şegnalê li gorî her yekî çi sûcê wekî kuştin, helalkirin, derbaskirina çeteyan, tevlîbûna çeteyan, danûstandina bi çeteyan re û hwd kiriye were cezakirin. Divê tu caran kes li gorî hebûna xwe ya olî, netewî û mezhebî tewanbarî neyê kirin. Her kesek berpirsyariya tişta ku kiriye hiltîne, ev yek jî li gorî yasayên mafên mirovan û sîstemên demokratîk pêk tê.

16-Divê ji bo dewlet û aliyên ku piştgiriya mirovahî, leşkerî û darayî pêşkêşî koçberên Êzidî kirine da ku Şengalê rizgar bikin, daxuyaniyeke berfireh were amadekirin û tê de diyar bibe bê kê çi daye û kê jî wergirtiye.

17- Êzidî DAIŞ'ê wekî rêxistineke terorîst û sûcdar ku nûnertiya ol, bawerî û mezheban nake, dibînin, lê kiryarên çi kesê Êzidî ku ziyanê bigihîne têkiliyên dîrokî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên resen de wê neyê qebûlkirin, ev kes jî divê berpirsyartiyên xwe yên yasayî û exlaqî bicih bîne.

18-Em spasiyên xwe pêşkêşî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin dikin ku piştgiriyeke mirovahî bi me re kirin, canê xwe di ber me de dan û korîdorek bi ewle vekirin û pê bi hezaran malbatên me yên li çiya asê mabûn, rizgar kirin. Hêzn Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Jinên Azad (YJA'Star), û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) 15 mehan li ser hev, parastina Çiyayê Şengalê kirin û li hemberî êrîşên çeteyan liber xwe dan. Nehiştin ku DAIŞ xwe bigihîne malbatên ku li çiya mabûn û komkujiyan pêk bîne. Di rizgarkirina Şengalê de ku 13'ê Mijdara 2015'an de pêk hat jî rola van hêzan sereke bû. Em spasiya wan dikin.

19-Em spasiya hikûmet û gelê Rojavayê Kurdistanê, Rêxistina Rojava, hikûmet û gelê herêma Kurdistanê, hikûmeta yekbûyî û gelê Iraqê, gelê Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê li ser alîkariya ku dane koçberên Êzidî dikin.

20-Em ji civaka navneteweyî dixwazin ku ji bo jinûve avakirina bajarê Şengalê herêmên girêdayî wê piştgiriyê bidin me û ji bo vê kongreyeke navnetewî were lidarxistin.

21-Em bang li hemû keç û xortên Êzdîxanê dikin ku tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê bibin, ev hêza yekemîn e ku dikare temsîla vîna berxwedan û parastina Êzdîxanê bike ye.

22-Em bang li hikûmeta yekbûyî û hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku li hemberî vîn û daxwazên gelê Êzidî rêzdar bin.

...