'Emîrên çeteyên DAIŞ'ê derbasî Tirkiyeyê dibin'

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Fermandarê Siwar Minbic Mistefa Minbic diyar kir, DAIŞ ji hev ketiye û destnîşan kir, emîrên DAIŞ'ê derbasî Tirkiyeyê dibin.

Mistefa Minbic da xuyakirin, ji herêmên Minbicê yên hatine rizgarkirin, gelek emîrên DAIŞ'ê tevî malbatên xwe çûne Cerablûsê û ji wir jî derbasî Tirkiyeyê dibin. Minbic diyar kir, MÎT û artêşa Tirk ji derbasbûna emîrên DAIŞ'ê re navbeynkariyê dikin.

Mistefa Minbic operasyon ji ANF'ê re nirxand.

JI BO EM GELÊN XWE DI NAVA LEPÊN DAIŞ'Ê DE NEHÊLIN, EM LI HEV CIVIYAN

Mistefa Minbic bibîr xist, ku Minbic di sala 2014'an de ketiye bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê û got, "Gelê Minbicê ne rejîma Baasê, ne jî komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam dixwest. Di rewşeke bi vî rengî de gelê Minbicê bê alternatîf ma. Ji ber ve bê altenatîfiyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derket holê.

Weke hêzên pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo em gelên xwe bê alternatîf nehêlin û di nava lepên komên çete yên mîna DAIŞ'ê de nehêlin, em li hev civiyan. Di encama van civînan de me biryar dan di bin navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de li hev kom bibin. Me ev yekbûyîn jî di 2'ê Nîsana 2016'an de bi rengekî fermî ji gelên xwe re ragihand û damezrandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê îlan kir."

EMÎRÊN DIREVIN DI SER CERABLÛSÊ RE DERBASÎ TIRKIYEYÊ DIBIN

Li ser rewşa dawî ya Operasyona Rizgarkirina Minbicê de Mistefa Minbic ev agahî da:

"Weke ku tê zanîn, gelên li Minbic û derdora wê dijîn, ji bo paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê û qedandina vê dagirkeriyê gelek caran bang li pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikirin. Li ser vê yekê weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê me di 1'ê Hezîrana 2016'an de pêngava rizgarkirina Minbicê dan destpêkirin. Vê pêngavê li qada herêmî û navneteweyî gelekî deng veda.

Me rêyên navbera Reqqa-Minbic, Cerablûs-Minbicê û herî dawî rêya stratejîk El Bab-Minbic a ber bi aliyê Helebê ve ye, ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Minbic niha ji aliyê hêzên me ve bi temamî hatiye dorpêçkirin.

Her wiha li gorî çavdêriyên me û agahiyên ji bajêr werdigirin, emîrên çeteyên DAIŞ'ê yên li Minbicê tevî hevjîn û zarokên xwe derbasî aliyê Cerablûsê dibin. Dixwazim vê yekê bi taybetî bêjim; Hin ji emîrên çeteyên DAIŞ'ê di ser Cerablûsê re derbasî Tirkiyeyê dibin. MÎT û artêşa Tirk navbeynkariyê ji vê derbasbûnê re dikin."

EWLEKARIYA SIVÎLAN JI BO ME KARÊ SEREKE YE

Fermandar Mistefa Minbic bal kişand ser girîngiya ewlekariya sivîlan kir û got, "Ji bo me ewlekariya jiyana sivîlan karê sereke ye. Minbic ragihand, ji ber ewlekariya sivîlan ew bi giranî û hesasî bi pêş de diçin û got, "Weke Meclîsa Leşekrî ya Minbicê me ji gelê sivîl xwest xwe ji baregehên çeteyan vegire."

Minbic diyar kir, di rewşa heyî de wan xwe gihandine asteke ku dikarin çeteyên li nava bajêr hedef bigirin, lê ji ber ewlekariya jiyana sivîlan ew bi gavên giran û baldar dimeşin.

Fermandarê Siwar Minbic Mistefa Minbic da zanîn, wan gelek sivîl ji gundên hatin rizgarkirin derbasî herêmên ewle kirine û got, "Meclîs û komîteyên ji bo rewşên awarte hatine avakirin, niha alîkariya xwarin û dermanan didin sivîlan. Hêzên me heta niha bi dehan gund ji çeteyan û mayînên wan paqij kirine û tedbîrê ewlekariyê yên ji bo vegera gundiyan girtine."

Mistefa Minbic careke din bang li gelên Minbicê kir, ku xwe ji bargehên çeteyan vegirin.

Minbic got, "Ancax bi vî rengî Sûriyeyeke demokratîk a li ser bingeha edalet û wekheviyê were avakirin û gelên Sûriyeyê azad bibin."

...