'Em ji bo Rêbertî diçin'

"Hêviyên mezin ji me tên payîn, Ji bo me hêviyên mezin hatine çandin. Rêxistin û gel li benda kar û serketinên mezin e. Em bi vê zanebûnê diçin. Berpirsyartiya me pir giran e."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê şehîdên Kurdistanê de wiha dibêje: “Wê demê eger em di bûyera şehadetê de teng nafikirin, eger em mîna hebûneke fizîkî ya şexsan û bîranîna wan nafikirin, em ê bibînin ku di esas de ya her tim di me de tê jiyîn şehîd in, ew bi xwe ne. Yên di asteke hîn jêrtir de dijîn, heta di vê mijarê de çi di nav partiyê de, çi ji li derveyî partiyê be yên jiyanê teng, seresere û bi awayekî ku roja xwe derbas bikin fêm dikin û yên rastiyên xwe sed hezar carî înkar kiribin hebin; derdikeve hole ku miriyên herî bêhnpêketî ne. Bi nêzîkatiyeke hîn rasttir jiyana rast a li derdora şehîdan zêde dibe ye; ya di nefes û mejiyên kesên din de ava dibe jî bûyereke kanserbûyînê ye û mirineke herî xerab ev e.”

Gerîlayê PKK’ê Tayhan dema ber bi Dersîmê ve dikeve rê wer dibêje: 

“Nasnavê min Tayhan, ez ji Bedlîsê me. Sala 1979’an hatime dinyayê. Sala 1999’an tevlî rêxistinê bûm. Piştî demekê li qada Rûsya mam, sala 1999’an hatim nav refên gerîla. 

Di nav gerîla de piranî li Başûr mam. Tenê salek û nîvekê li herêma Kelareş mam û niha jî diçim Dersîmê. 

Çûna min a Dersîmê hinekî di carekê de çêbû. Ji ber ji bo qadeke din vesazkirina min çêbibû. Min jî xwe li gor wê amade dikir. Wezîfeyeke demkurt çêbibû, ez çûm û hatim. Dema ez vegeriyam hevalan got: ‘Tu diçî Dersîmê.’ Vê di min de şoqek çêkir. Ji ber min xwe li gor qadeke din amade dikir. Ew jî qadeke Bakur bû. 

Ji bo qada Bakur ferq nake. Di encam de Dersîmê qadeke ku her kes dixwaze biçiyê û ez ê jî biçim wir. Ji berê de ji wê qadê, taybetmendî, çand, erdnîgarî û gelê wê re meraqeke min hebû. Bi hevalan re têkildarî wê qadê nîqaşên me çêdibûn. 

Ji bo me qadeke girîng e. Herî kêm ji bo rêxistina me wek qadeke vekirin û berfirehbûnê tê nirxandin. Yek ji qadên herî girîng ên berfirehbûnê tê nirxandin. Ez bi vê zanebûnê diçim. Ji bo min a cihê kêfxweşiyê jî ev e. Cihekî ku her kes dixwaze biçiyê û nikarin biçinê. Ji bo min min jî qadeke ku bû tesadûf e. 

Êdî em gihiştin ber bi dawîbûnê. Ber bi dawiyê ve hest hinekî din tên guhertin. Germahiya xwe ya yekemîn winda dike. Tu çi qasî bixwazî jî tu mîna arifeya vê rêwîtiyê germ hîs nakî. Tu dikarî hîs bikî ku wextê veqetînê hatiye. Hesta ku ev di mirov de diafirîne cuda ye. Lê mirov vê hê zêdetir ferq dike. Mirov dibîne ku çi qasî girêdayî qada lê ye yan jî li cihê lê bi hevalên xwe ve girêdayî ye. Mirov dibîne bê çi qasî ji wan hez dike û ji bo wan heye. Herî kêm tu dibînî bê întîbaya hemûyan a li ser te çi ye, çi qasî kûr e. Tu dikarî xwe deynî şûna wan, tu çi qasî dikarî xwe di wan de çêbikî. Tu wan hemûyan kêlî bi kêlî dijî û hîs dikî. Dema tu vediqetî tu van hîs dikî. 

Tu dizanî ku carek din tê wan nebînî û hûn ê hevdu nebînin. Her çi qasî ev hestyariyekê biafirîne jî, kêfxweşî û coşa wê li pêş e. Ji ber di encam de cihekî ku bi salan mirov dixwaze biçiyê û bi hesreta wê ne. Ji ber vê ez ne şaş bim em digihêjin wê hesreta xwe. Ez germahî û hesta wê dijîm. Ez di nav kûrbûna hestan de me. Ez şad im. Ji ber qada Bakur cihekî ku bi salan me dixwest em biçinê lê em nikarîbûn. Ez ferq û cudahiyan naxim nav qadan. Ji bo min kîjan qad be ferq nake. Ez vê ji xwe re esas digirim: ‘Ku der dibe bila bibe, ez ê di nav xebatên pratîk de çi qasî karibim bi feyde bim, çi qasî encam bigirim.’ Ya ji bo min girîng ev e. 

Bêguman taybetmendiyên qadan ên mirovan bandor dikin hene. Tesîrên manewî yên li ser mirovan dihêlin hene. Lê min timî ev ji xwe re esas girt, ez biçim ku derê jî di encam de qadeke xebatê ya rêxistinê ye. Ji ber vê xizmet û xebat ji bo min esas e. 

Herî dawî tişta ku dixwazim bêjim ev e: Hêviyên mezin ji me tên payîn, Ji bo me hêviyên mezin hatine çandin. Rêxistin û gel li benda kar û serketinên mezin e. Em bi vê zanebûnê diçin. Berpirsyartiya me pir giran e. Em wek şexs naçin, em wek temsîla rêxistinê diçin. Em ji bo pêşeroja gelekî diçin. Em bi vê zanebûnê diçin. Dema mirov li vir li pey xwe dinihêre ji niha bêriya hevalên xwe dike. Dibe ku ez vê timî tînim zimên, lê bi rastî ez qîmetekî mezin didim hevrêyên xwe. Ez pir bi wan ve girêdayî me. Aliyê manewî yê hevrêtiyê di min de pir xurt e. Lewma ez dixwazim bê zanîn ku ez ji hemû hevalên xwe pir hez dikim û qîmet didim wan. 

Yek jî ji bo Rêbertî mayîna li wir heye. Em ji bo Rêbertî diçin wir. Qadeke girîng e. Serketina li wir wê xet û perspektîfa hemû têkoşînê ava bike. Têkçûn û neserketina me ya li wir wê pêşeroja hemû gelê me û rêxistina me bi awayekî neyênî bandor bike. Divê em li wir têkoşînê bikin, divê em bi wî awayî tevlî jiyan û pratîka li wir bibin. Herî kêm em ê hinekî din nêzî Rêbertî bin. Hinekî din nêzî gel bin. Em diçin nav gel. Em diçin nav atmosfereke germ. Ev germahî diyardeyeke ku ez ê kêlî bi kêlî bijîm. Ji bo vê jî hewce ye mirov timî têkoşînê bike. Ne tenê li hember dijmin, divê mirov li hember xwe jî timî di nav têkoşînê de be. Herî kêm ji bo jiyanê divê ji sedî sed mirov têkoşîna wê jî bide. Ji ber rewş û xwesertiya wan qadan. Ev zêde min bandor nake. Natirsîne. Demeke kurt jî be, ez çûm wan qadan û mam. Bi qasî ku tu biçî nav gel û hestên wan parve bikî tu dikarî gel hîs bikî. Dema mirov niha li vir binirxîne, tenê dibe nirxandineke teorîk. Lê tu li wir gelek parvekirinan yekser dijî. Tu yekser di nav gelek pirsgirêkan de yî. Yanî hemû danûstendin di nav hev de ne. Lewma tu zêde xwe ji derveyî wê nabîne. Ya herî girîng jî ew e ku gel te mîna kesekî ji xwe bibîne. Her kêlî ku bêje, ‘Tu ji me yî û ji bo me heyî’ li gor min morala herî mezin e. Ji ber li wir hêviyên wan ji te hene, ji te pêşerojê dipê û dixwaze. Ji te ji bo siberojên bi hesreta wê ne, gavan dipê. Divê mirov bi vî awayî bersiva wan bide. 

Herî dawî dixwazim ji bo Rêbertî hin tiştan diyar bikim. Rewşa Rêbertî di nav de, ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Êdî hewce ye bi awayekî mirov bersiva vê bide. Ev wezîfeya her milîtanekê û milîtanekî ye. Bi rastî her Kurdek çi di nav vê tevgerê de çi li derveyî vê tevgerê dizane bê Rêbertî ji bo gelê Kurd û pêşeroja gelê Kurd çi qasî girîng e. Çi dijberên me çi alîgirên me her kes vê dizane. Em çi qasî biçin wir, em ê nêzî Rêbertî bin. Em ê germahiya wê bijîn û bi vê germahiyê re têkoşîna xwe xurt bikin. Ez van tiştan diyar dikim. Ez serketinê ji hevalan re dixwazim.” 

Hevaleke têkoşînê ya gerîla Tayhan ku hem di pêvajoya tevlîbûnê hem jî li qadên pratîkê ew dîtiye û nas kiriye, wer behsa wî dike: 

“Heval Tayhan perwerdeya xwe ya bingehîn li Rûsyayê dîtiye û paşê sala 1999’an jî hatiye çiyayan tevlî nav refên gerîla bûye. Em demeke li Rûsya di heman dewreyê de bi hev re mabûn. Di dawiya sala 1999’an de weke min got, heval Tayhan derbasî welêt bû. Paşê tevlî Hêzên Taybet bû û piştî çend salan sala 2006’an derbasî herêma Dêrsimê bû. 

Heval Tayhan, beriya tevlî nav refên gerîla bibe, di nav xebatên legal de cih girtibû. Di saziyên cur bi cur de xebitîbû. Ji ber vê tevî tecrûbeya jiyan û rêxistinî serwext bû. Rêxistin û partî nas dikir. Rêbertî nas dikir. Di vê çarçoveyê de erênî û pêşketî bû. 

Piştî tevlî nav refên gerîla bû, mirov ev sekna wî ya kamil û gihiştî ferq dikir. Mîna hevalekî kevn bû. Zana bû. Di têkoşîna rêxistinî de helwestên wî zelal û pîvanên wî bilind bûn. Mirov ji vê asta wî re heyran dima. Wisa bû ku tevî sekna wî ya pêşketî pir dilnizm bû. 

Nêzîkatiyên hevrê Tayhan cuda bûn. Hevrêtiya wî pir kûr bû. Nêzîkatiyeke wî ya mezin hebû. Di mijarên rêxistînî de pêşketî bû. Li hember pirsgirêkan têkoşer û hem jî ji bo çareserkirina wan xwedî hewldan bû. Ji bo rê û rêbazê bibîne û pirsgirêkan çareser bike ya ji destê wî dihat dikir. Li her qada lê ev taybetmendiyên wî derdiketin pêş. Pîvanên milîtantiya PKK’ê baş pêk dianî. Heval Tayhan dijmin tenê wek hebûneke fizîkî nedidît.  Digot: ‘Divê mirov dijmin weke hebûneke fizikî nebîne. Ya girîng ev e ku di asta fikir de tesîra ku dike, di aliyê civakî, çandî û siyasî di me de çi qasî xwe nîşan dide. Di aliyê ruhî û fikrî dema em li hember vê nêzîkatiya xwe tehlîl bikin, wê li hember diyardeya dijmin bibe nêzîkatiyeke rastî.’ 

Li cihê ew lê, kesî nikarîbû nêzîkatiyeke derveyî partiyê nîşan bide. Di vê xisûsê de bi rexneyên pêşketî timî dizanîbû bikişîne rastiyê. Li rex vê sekna wî ya rêxistinî dema hevrêtiya wî jî li ser zêde dibû her kesî ew guhdar dikir. Tenê rexne nedikir, heman demê tehlîl û analîzên xwe jî datîne rex tiştên ku rexne dikir. Dema wisa dibû her tişta digot, dihat qebûlkirin. 

Lewma her kesî dixwest li cem heval Tayhan bimîne. Derdora wî timî bi hevalan tijî bû. Kesê pêre diket nav têkiliyan careke din jê qut nedibû. 

Hevrê Tayhan beriya bigihêje qada vekirinê Derya Reş, li derbenda Of a Dêrsimê di kemîna dijmin de bi du hevrêyên xwe re şehîd dikeve. Her çi qasî kemîn veguherî pevçûnekê jî piştî pevçûneke demdirêj Tayhan û du hevrêyên wî tevlî karwanê şehîdan dibin.

Wê têkoşîna wan wek ala serketinê li Kurdistanê bilind bibe.” 

Di rûyê te de stran
Di rûyê te de dîrok, hêvî û her tişt
Di çavên te de ronî, di çavên te de herikîn
Û di nav êgir de pevçûnek
Masûmiyeta zarokekî
Kamilbûna zanayekî
Ahenga senfoniyekê
Sira roniya hîvê, ronahiya rojê
Sorbûna berbangê û tarîtiya şevê
Êşa li ser xetên rûyê hemû dayikan
Û heyecana di çavên hemû zarokan de diberiqîne
Mirov bibe her tişt û bibe ya her kesî
Mirov dilop dilop zêde bibe 
Û bibe sulavek
*****
Nasnav: Tayhan Jêhat
Nav û Paşnav: Haydar Barin    
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1979/Bedlîs 
Navê Dayikê: Murevet 
Navê Bav: M. Salih 
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1999/Rûsya 
Herêmên lê maye: Soran, Xinêre
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Gulana 2007/Dersîm

...