BI DÎMEN

'Em ê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin'

Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Aslan got, "HDP, ku 6 mîlyon 500 hezar hilbijêrên xwe hene, wê têk neçe. Çawa ku HDP hêza xwe ji gelan digire, ji niha û pê ve jî wê bi têkoşîna xwe ya azadîparêz re, ji gelan bigire."

Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Mêrdînê Alî Aslan, girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê, ku 6 mîlyon 500 hezar hilbijêrên xwe hene, ji ANF'ê re nirxand.

Aslan da xuyakirin, ku divê gelê Kurd û hemû nasnameyên etnîkî yên demokrasiyê dixwazin, vê pêvajoyê baş fêhm bikin û got, "Divê were zanîn, gelê Kurd ne ew gelê berî sed salan e. Haya xwe ji her tiştî heye û ji ber vê yekê jî xwe bi xurtî bi rêxistin kiriye û xurt bûye."

Aslan diyar kir, Tevgera Azadiyê ya Kurd bi salan e hewl dide neteweya demokratîk an jî konfederalîzma demokratîk bi têkoşînê vebêje û bixe meriyetê û wiha dewam kir: "Ev zext û zordariya tê kirin, ji tirsa pêkhatina paradîgmaya neteweya demokratîk tê. AKP û Erdogan ev demeke darbeya siyasî dike. Aliyê herî dawî yê vê darbeyê jî girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê ye." Aslan bibîr xist, ku di tevahiya dîrokê de yên zilm kirine çi zû çi dereng hatine cezakirin û mafdar gihîştine mafê xwe.

'AKP-ERDOGAN TÊK ÇÛNE'

Aslan da zanîn, gelê Kurd wê mîna pêvajoyên beriya niha, bi têkoşîna xwe van êş, zor û zehmetiyan li dû xwe bihêle û got, "Ji bo jiyaneke demokratîk a bi rûmet, vî gelî bi salan canê xwe daniye holê, berdêlên giran daye û wê berdêlan bide." Aslan wiha dewam kir: "Eger bi girtina parlamenterên HDP'ê, bi girtina hevşaredaran û bi tayînkirina qeyûman re ji wan heye ku dikarin bi vî gelî, hingî xwe dixapînin. Ev gel baş dizane, zext, zordarî, girtin û komkujiyên tên kirin, nîşan didin ku ev desthilatdarî çiqasî qels e, çiqasî bêçare ye."

Aslan bal kişand ser sekna hilbijartiyên HDP û DBP'ê ya li pêşberî binçavkirin û girtinan û got, "Bedenên vîna vî gelî girtin, lê wê ti carî nikaribin nêrîna wan a azad bigirin."

Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Aslan gelê Kurd şiband Teyrê Sîmir û got: "Gelê Kurd mîna Teyrê Sîmir xwe ji xweliyên xwe afirandiye. Di her vejînê de dîkta wê serdemê ji hev xistiye û li djiî zext, îşkence û hewldanên tesfiyekirinê, siyaseta demokratîk li ser piyan girtiye."

JIYANA DEMOKRATÎK Û AZAD

Aslan diyar kir, HDP wê ji niha û pê ve jî têkoşîna xwe ya mafdar bi hêza gel bidomîne û wiha dewam kir: "Weke ku Birêz Hevserokê me Selahattî Demîrtaş got, 'Ji bilî hilbijêran ti hêz nikare hilbijartiyên li binê vê sîwanê cih digire, darizîne'. Ev gel bi can, bi xwîna xwe bi partiya xwe re ye û li pişt vîna xwe wê têkoşîna xwe bidomîne. Faşîzm ji mêj ve ji gelê azad û demokratîk, ji gelên xwedî vê daxwazê ditirse. Ji bo daxuyaniyeke çapemeniyên neyê bihîstin, gelek saziyên çapemeniya azad girt. Ji bo rûyê xwe ye rastî veşêre, gelek organên weşana azad girt, mohr li deriyê wan xist. Divê neyê ji bîr kirin; dema ku ev saziyên hatine girtin, mohrkirin tinebû, ev rewş û êrîn hebû û wê her tim jî hebe. HDP, ku 6 mîlyon 500 hezar hilbijêrên xwe hene, wê têk neçe. Çawa ku HDP hêza xwe ji gelan digire, ji niha û pê ve jî wê bi têkoşîna xwe ya azadîparêz re, ji gelan bigire."

Aslan herî dawî destnîşan kir, ku di dawiya dawî de wê zilma li ser vê axê biqede û jiyaneke azad û demokratîk lê şîn bibe.