‘Em ê sendîkaya xwe radestî faşîzma AKP’ê nekin’

Hevseroka SES’ê ya Rihayê Rûken Kilinç bi bîr xist ku li Rihayê 84 kedkarên tenduristiyê bi gotina ‘bi başî nêzî nexweşan dibin’ hatine îxrackirin û got; “Em sendîkaya xwe ya ku me salên 90’î saz kir, radestî hêzên tarî û faşîzan ên AKP’ê nakin.”

Hevseroka Şaxa SES’ê ya Rihayê Rûken Kiliç têkîldarî polîtîkayên tepisandin û zextê yên ku rejîma AKP/Qesrê li dijî kedkarên tenduristiyê dide meşandin ji ANF’ê re axivî.

Kiliç ragihand ku ev sala dawî bi awayekî zêde bi êrîşên rejîma AKP/Qesrê re hevrû bûne, destnîşan kir ku bi taybet jî wek SES a Rihayê ew bûne navenda êrîşkirinê, bal kişand ku li Rihayê 84 kedkarên tenduristiyê ji wezîfeyê hatine kirin ku 74 endamê wan in.

‘HEKIMÊ BAŞ Û DOKTORÊN BAŞ TÊN DARIZANDIN’

Kiliç bi lêv kir ku Sendîkaya Saglik Senê ku dûvika AKP/Qesrê ye, bi rêka sîstemê dest li rêxistinbûyina nûnerên endamên SES’ê ya li kargehê dide, ragihand ku îxraç, tevî sonda Hîpokrat jî ji ber nêzîkatiyek baş ji nexweşan re çêdibe pêk tên. Kiliç der bir ku li Kurdistanê şer heye û Riha jî yek ji bajarên şahidê şer e, wiha dewam kir; “Em hemû memûrên dewletê ne û wezîfeya me ye ku divê em li nexweşan binêrin û eleqedar bibin. 26’ê Tebaxê 4 endamên me û taşeronekî me li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin binçavkirin. Hincet jî ew e ku bi awayekî baş bi nexweşan re mijûl bûne. Ango, hekimtiya baş, doktortiya baş hat darizandin. Sondên ku me xwarine hene. Çi dibe bila bibe pêwîst e em baş li nexweşên xwe binêrin. Tirkiye jî ji ber hevpeymanên ku îmze kirine, divê li gor wê tevbigere. Yek jê Hevpeymana Cinêv e. Li gor wê, dema şer de divê li birîndaran bê nerîn. Ev birîndar jî ji hêla karkerên tenduristiyê tên veguhestin. Lê, ji ber me li ew mirovên ku dewletê ji sînorê xwe derbas kirine nerîne, em bi kelepçeyên piştê tên binçavkirin, girtin û îxrackirin.”

‘DESTWERDANA BIRÎNDARAN, LI TIRKIYEYÊ TÊ WATEYA ÎXRACA JI PÎŞEYÊ’

Kiliç ragihand ku di qadên tenduristî û perwerdeyê de tasfiyeyk heye û bi xwe jî ev salek e para xwe jê digrin, wiha pê de çû; “Li dijî rewşa Cizîrê em 5 heval ji Rihayê çûn wir. Ji bo vê der heqê me lêpirsîn dan destpêkirin. Cezayê dixwestin jî ji memûrtiyê kirin bû. Lê, dema em çûn Cizîrê me daxuyanî da çapemeniyê. Me ji Walîtiyê destûr xwest, ambûlansên Şaredariya Êlihê hatin, dema em çûn jî li ser sînor me rewş ji polîsan re got. Destûra derbasbûna men edan û me her tiştên xwe qeyd kirin. Me ev bi agahiya komên navneteweyî, Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî û Wezareta Tenduristî û Edaletê re kir. Lê dema em vegeriyan, Walîtiya Rihayê der heqê me de lêpirsîn da destpêkirin. Wek hincet jî çûyina ji bo girtina birîndaran danî pêşiya me. Lê, em bi dizî neçûn.”

‘ÎXRACKIRINAN ÇOK LI SENDÎKAYA ME NEDAN ŞIKANDIN, BEREVAJÎ HÊ XURTTIR KIR’

Kiliç destnîşan kir ku li dijî qada tenduristiyê ya li Rihayê, bi konseptek bêrehm diçin ser beşa mûxalîf û wiha pê de çû; “Dayika ku pitika wê ya 40 rojî hebû jî hat îxraçkirin. Mekanîzmaya îxbarê ya mîna dema Abdulhamît di dewrê de ye û her kes dixwaze pê li hev bikin û bigihêjin derekê. Yên li derveyî rêveberên me yên hatine îxraçkirin, ew mirovên ku me rûyên wan jî nedîtine. Em hemû xwedî deynin. Her kes bi mûçeyekî ne û zarokan didin xwendin. Tevî vê jî em dibînin ku her kes xurt e. Di her kesî de ruhekî piştgiriyê heye û deriyê sendîkaya me her roj vekirî ye. Sendîkaya me piştî van îxracan hê xurttir bûye. Em hê hene. Wek kargeh û sendîka em ê rêxistinbûyina xwe xurttir bikin. Em hê rêveberên sendîkayaê ne û piştî demekê em vegerin ser karên xwe. Lê çi dibe bila bibe em ê li dijî hemû şaşiyan bi serbilindî rawestin. Dibe ku me îxrac kiribin, lê dîsa em ê dakevin qadan. Ji ber ku me dizî nekiriye, em mîlîtanên tenduristiyê ne, ji bo jiyanê hene.”

‘EM SENDÎKAYA XWE YA KU ME SALÊN TARÎ YÊN 90’Î AVA KIRIYE, TI CARÎ NATERIKÎNIN’

Kiliç bal kişand ser pêvajoya şer a li Rojava û Bakurê Kurdistanê, wiha dom kir; “Li ber pozê me şerek çêbû û em jî bû şahidên vî şerî. Em vî halî jî 3 mehan xebitîn. Me hewl da ji bo tevahî bangên aştiyê em bibin bersiv. Ev wê bidome. Li Cizîrê şerek çêbû û em çûn. Di nav sînorên fermiyetê de daxwazên me çêbûn. Li Kobanê çêbû, em çûn. Lê me ti karên ji derveyî fermiyetê nekirine. Her karên ku me danîne pêşiya xwe, me li ser esasê legal û rewa hal kirin. Ji niha û şûn de jî wê dewam bike. Em ê sendîkaya xwe vekin û li vir bin. Em ê hevalên xwe, hevrêyên xwe bi tenê nehêlin. Em ê fonên piştgiriyê pêş bixin. Em di warê aborî de destekê bidin hev. Lê, em sendîkaya xwe ya ku me salên tarî yên 90’î saz kirin, radestî hêzên tarî û faşîzan ên AKP’ê nakin. Me Azîz, Eyub û Şeyhmûs ji dest daye. Li ber çavên me hevrêyên me hatin qetilkirin. Wan can dan, em di çarçoveya vê têkoşînê de ji kar hatin kirin, lê em ê sibehê vegerin. Niha pêvajoya ku Tirkiye herî zeîf e û em herî xurt in. Tevî îxracan jî moralên hevrêyan baş e û em ê vê sendîkayê radestî ti kesî nekin.”