BI DÎMEN

'Em ê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin'

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, ku berê wan li Reqayê ye dibêjin, "Em gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşin. Em ê tarîtiyê rakin."

Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê bi rengekî serketî dewam dike. Şervanên Reqayî yên di bin sîwana QSD'ê beşdarî pêngavê dibin, dan xuyakirin, ku ew ê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin.

Ednan Elî Mistefa da xuyakirin, ku ji bo rizgariya gel û bajarê xwe ew tevlî Pêngava Xezeba Firatê bûye û anî ziman, çeteyên DAIŞ'ê jiyan li gelan herimandin û ew jî dixwazin dawî li vê rewşê bînin.

Ednan Elî Mistefa da zanîn, di operasyonên pêngavê de wan heta niha bi sedan sivîl rizgar kirine û ji bo sivîl zerarê nebînin, ew bi hesasî tevdigerin.

Elî Mistafa destnîşan kir, ku opeasyona rizgarkirinê ji bo azadiya gelê Reqayê hatiye destpêkirin û got, ew ê temamiya Reqayê rizgar bikin.

Ednan Elî Mistefa da xuyakirin, ku ew ê hebûna çeteyên DAIŞ'ê ya li Reqayê biqedînin û ji gelê Reqayê xwest, bi sebir be.

'EZ ŞER DIKIM JI BO GEL Û BAJARÊ XWE JI DAIŞ'Ê RIZGAR BIKIM'

Şervanê Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê yê bi navê Şelîş, ku ji Reqayê ye, salek piştî dagirkirina Reqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve, neçar ma tevî malbata xwe ji bajêr derkeve.

Şelîş niha weke şervanê QSD'ê di nava Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê de cih digire. Şelîş got, "Ji bo gelê xwe û bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikim, bi moraleke mezin tevlî Pêngava Xezeba Firatê dibim."

Şelîş da zanîn, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajar dagir kirin, her tişt guherîn, her roj zilm li wan hate kirin û got, "Em êdî naxwazin rewşeke bi vî rengî li Reqayê bibînin. Hema bêjin li mirovan hatiye qedexekirin ku debara xwe bikin, rojane pêdiviyên xwe pêk bînin. Ji bo qedandina vê zîhniyeta qedexekar û talanker, em şer dikin. Û em sondê dixwin, em ê axa xwe ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin.

Şervanekî din ê Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê Hîşam El Casim ê ji Reqayê anî ziman, malbata wî û gelek kesên nas dike di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl girtî ne. El Casim got, 5 kes ji malbata wî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine serjêkirin.

Hîşam El Casim da xuyakirin, ku bi qasî sal û nîvek e ew agahiyê ji ferdên malbata xwe yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye nagire û got, divê gelê Reqayê netirse, ew gav bi gav ber bi Reqayê ve diçin.

Hîşam El Casim diyar kir, weke şervanên Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryanî, Çerkes û hemû gel û bawermendiyên herêmê, ew ê tevahiya axa Sûriyeyê bi taybetî Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin û çeteyên DAIŞ'ê biqelihînin.