‘Em bi ruhê 15’ê Tebaxê ve ber bi azadiyê ve diçin”
Gerîlayên HPG-YJA Star bi boneya 32. salvegera 15’ê Tebaxê diyar kirin ku ew bi ruhê vê rojê tevdigerin û ber bi serkeftinên mezin ve diçin.
Gerîlayên HPG-YJA Star bi boneya 32. salvegera 15’ê Tebaxê diyar kirin ku ew bi ruhê vê rojê tevdigerin û ber bi serkeftinên mezin ve diçin.
Gerîlayên HPG-YJA Star bi boneya 32. salvegera 15’ê Tebaxê pîrozbahiyan li dar dixin. Roja 15’ê Tebaxa 1984’an di pêşengtiya fermandarê mezin ê PKK’ê Egît (Mahsûm Korkmaz) de li Dihê ya Sêrtê, Şemzînan a Colemergê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk guleya yekemîn hate avêtin. Ev çalakî heta roja me ya îro jî ji aliyê gerîlayên PKK’ê û gelê Kurd ve wek roja vejînê tê binavkirin û di vê çarçoveyê de pîrozbahî û bîranîn tên lidarxistin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê ji ajansa me ANF’ê re nêrînên xwe yên têkîldarî mijarê anîn ziman.
‘15’Ê TEBAXÊ ROJA VEJÎNA MIROVATIYÊ YE’
Fermandara YJA-Starê Helîn Garzan, di destpêka axaftina xwe de ev roj li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevahî gelê Kurd, girtiyên zindanan û gerîlayên tekoşînê pîroz kir. Garzan diyar kir ku ev roj li hemberî dagirkeriya gelan pêngavek girîng e. Garzan wiha domand:
“Roja 15’ê Tebaxê roja vejînê ye. Roja mirovatiyê ye. Pergalên dagirker dixwazin gelan bindest bikin. Ji ber ku hebûna wan li ser bindestkirina gelan e. Îro ne tenê gelê Kurd, bi hezaran gel hatine bindestkirin, perçiqandin. Ji bo wê jî hemleya vê rojê hemleya vejîna mirovatiyê ye. Di vê rojê de gelê Kurd ji dagirkeran re got; ‘em desthilatiya we qebûl nakin.’ Ango serîrakirinek ne tenê li dijî dewleta Tirk e. Di heman demê de li hember dagirkeriyê ye.”
Garzan her wiha behsa rola fermandarê PKK Egît jî kir û got ku ew ê heta dawiyê di riya wî de bimeşin. Garzan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta vê rojê Kurdan ji hebûna xwe şerm dikirin. Dema heval Egît ev çalakî li dar xist, hebûna gelê Kurd ket pêvajoya avakirinê. Wêrektiya Kurdan derkete holê. Ev bawerî di Kurdan de çêbû. Di heman demê de dewleta Tirk hejiya. Tirk ji hebûna Kurdan tirsiyan. Her sal wexta 15’ê Tebaxê tê, em jî bi wê re xwe nû dikin. Ne tenê gerîla, di heman demê de gelê Kurd jî vê rojê bi bîr tînin, pîroz dikin. Fermandar Egît ji bo me mînak e. Em ê bibin şopdarên wan û her tim jî ber bi serkeftinê ve biçin. Ev serkeftinên îro jî tên bidestxisin bi saya wan rojan e.”
“EM HEWL DIDIN KU LAYIQÎ WÊ ROJÊ BIN”
Gerîlaya YJA Starê Diyana Serhet û her wiha gerîlayê HPG Nûman Mahîr jî di axaftinên xwe de ev roj bi bîr anîn û ragihandin ku ew ê ji bo berdewamiya têkoşîna azadiya Kurdistanê heta dawî şer bikin. Gerîla Diyana di axaftina xwe de got,“Ji bo ku em ruhê vê rojê her tim zindî bihêlin em tevdigerin. Ji ber ku ev erka me ya dîrokî ye. Ya rastî her kesî dizanî ku Kurd êdî xwedî li hebûna xwe derdikevin. Ji vir û şûn de jî wê ev bidome. Em jî ji bo ku vê miratê bidomînin îro çalakiyên xwe berdewam dikin. Em dizanin ku her çalakiya ku em dikin me ber bi azadiyê ve dibe. Me girîngiya şer, têkoşîna radîkal bi vê rojê ve nas kir. Em ê bibin şopdarên vê rojê.”
Nûman Mahîr jî diyar kir ku heta roja me ya îro jî dagirkerî li Kurdistanê di asta jor de ye. Mahîr got ku heta ew li Kurdistanê vê dagirkeriyê neşkînin ew ê dest çalakiyên xwe yên çekdarî bernedin.
‘EM DI RIYA FERMANDAR EGÎT DE DIMEŞIN’
Gerîlaya YJA Starê Gulîstan Cûdî, roja 15’ê Tebaxê wek roja şerefê bi nav kir. Cûdî, diyar kir ku ew ê di riya têkoşîna Pêşengê PKK’ê Mahsûm Korkmaz de bimeşin û anî ziman ku pêwîst e gelê Kurdistanê xwedî li vê rojê derkeve û li hemberî tinekeran serî netewînin. Cûdî wiha axivî; “Fermandar Egît xwedî teybetmendiyên leşkerî, îdeolojik bû. Fermandarekî wêrek, têkoşer bû. Hevalekî ku sekneke xwe ya tund li hemberî dijmin hebû. Em jî wêrektiya xwe ji Fermandar Egît digirin. Dîsa xwe di taktîkên şer de nûkirin bi saya vê pêngavê ye. Gelê me li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk heta niha berxwedanên dîrokî meşandin. Ji îro û pê de jî ev berxwedan her ku diçe mezintir dibe. Ji ber ku têkoşîna me li ser berxwedanê ava bûye. Pêşengên me vê nîşanî me da ne. Pêwîst e gelê Kurd li hemberî êrîşên dijmin bêdeng nesekinin. Têkoşîna xwe bidomînin.”
‘BI BERDEWAMIYE 15’Ê TEBAXÊ; 1’Ê HEZÎRAN’Ê...’
Gerîlayê HPG’ê Cemal Tolhildan jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê û wek berdewamiya vê hemleya li ser pêngava 1’ê Hezîran’ê jî axivî. Tolhildan da xuyakirin ku her du hemle jî ji bo vejînê dîrokî ne. Tolhildan wiha domand: “Navbera her du pêngavan di warê birdozî, leşkerî de guhertin hene bêguman. 15’ê Tebaxê di hêla şerê çekdarî ya ku li hemberî dewletê di dîroka Kurdan de cara yekemîn tê avêtin. Gelê Kurd bi vê pêngavê ve xwe nas dike, hebûna xwe ava dike, dijmin ditirsîne. Bi ruhê vê pêngavê ve sala 2004’an pêngava 1’ê Hezîranê hat avêtin. Ev jî li hemberî tesfiyekar, tinekaran bû. Her du pêngav jî serkeftî ne. Heta roja me jî ev planên tunekirinê tên domandin. Ji bo wê jî pêngavên azadiyê jî bi van ruhan mezin dibin û didomin. Em jî wek gerîlayên PKK’ê ji bo ku vê têkoşînê bidomînin têkoşîna xwe mezin dikin.”
Gerîlayê bi navê Canfeda Hemze jî bi bîr xist ku berxwedana îro di bajaran de tê meşandin û xwedî ruhê 15’ê Tebaxê ye. Hemze di dawiya axaftina xwe de got ku li hemberî politikayên bişavtinê bersiva herî mezin, mezinkirina têkoşînê ye.”